Li Iraqê zextên li ser rojnamegeran zêde dibe – 1
Rojnamevanên jin ên Iraqî tekez kirin ku armanca daxwazên wan ne bidestxistina îmtiyazên taybet e, diyar kirin ku dixwazin edalet û dadperwerî di jîngeha karê rojnamegeriyê de mîsoger bikin.

RECAA HEMÎD REŞÎD
Bexda – 15'ê Hezîranê salvegera 156'emîn a damezrandina çapemeniya Iraqê ye. Tevî van salan jî, Iraq di vê warê de bi dijwarîyên girîng re rû bi rû dimîne. Li gor rapora îsal a Rojnamevanên Sînor Nenas, Iraq di azadiya çapemeniyê de di rêza 169'emîn a cîhanê û di endeksa azadiyên giştî de di rêza 126'emîn de ye. Ev jî rewşek aloz nîşan dide ku azadiya rojnamevanan ji bo pêkanîna erkên xwe sînordar dike û bandorek neyînî li ser serxwebûna medyayê dike.
Astengiyên li pêşiya rojnamegeriya li Iraqê
Rojnamevan Nexam Mekî ku ji Parêzgeha Besra ye, diyar kir ku rêza nizm a Iraqê nîşana sînordarkirinên girîng e ku siya xwe davêjin ser azadiya ramanê û got: "Rojnamevanî dengê civakê û amûra wê ya sereke ye ji bo ragihandina pirsgirêkên wê. Lê ev sînordarkirin bi şiklê zext û gefên ku rojnamevan pê re rûbirû dimînin xwe nîşan didin, bandorek neyînî li ser hebûna naveroka medyayê dikin û nahêlin ku pîşeya xwe bi awayekî çêtirîn bikin. Rewşa medyayê li Iraqê bi astengiyan re rûbirû ye, ev jî bi taybetî gefên berdewam, zagonên qels û destwerdana siyasî di karê rojnamegeriyê de ne."
Kêşeyên rojnamevanên jin û bêparastiniya rojnamegeriyê
Nexam Mekî derbarê parastina rojnamevanan a ji gef û binpêkirinan de wiha axivî: "Girîngiya qanûnên zelal û mekanîzmayên çavdêriyê yên serbixwe û bibandor û xurtkirina rola sendîkayên karker û rêxistinên civaka sivîl, divê hebe. Banga xurtkirina hevgirtina pîşeyî di navbera rojnamevanan de dikin da ku bi zext û dijwariyên ku rê li ber performansa wan digirin. Her wiha xurtkirina rola civaka sivîl a di parastina azadiya çapemeniyê de bi rêya eşkerekirina binpêkirinan û dabînkirina piştgiriya yasayî û exlaqî, ji rojnamevanan re jî hewce ye. Jin di warê rojnamegeriyê de bi zehmetiyên wek tacîz, derfetên newekhev ên mûçeyan û bêparhiştina di cihên serokatiyê de wek seredîtor re rûbirû dimînin."
Kêşeyên rojnamevanên meydanî
Rojnamevan Hîba Cebar El-Mecîd ku ji parêzgeha Kerbelayê ye da zanîn ku endeksa azadiya çapemeniyê li Iraqê pirsgirêkên bingehîn ên ku rojnamevan di bîst salên borî de pê re rûbirû mane, nîşan dide û wiha got: "Qedexeyên hatine sepandin ne tenê bi prosedurên qanûnî sînordar bûn, di heman demê de heta tirsandin, koçberkirin û kuştinê jî dirêj bûn, ku pratîka rojnamegeriyê bi xetereyan tijî kir. Wek rojnamevanek meydanî, ez bi tevahî bi hejmarên li ser rêjeyên azadiya çapemeniyê re dipejirînim. Carnan em bi dozên zagonî û carinan jî bi koçberkirin û kuştinan, heya ku pîşeya belayan veguheriye pîşeyek çûna zindanê an mirinê. Azadî tenê sloganek e li herêmê. Rojnamevan di rastiyê de pir êş dikşînin. Ji tirsa ku werin lêpirsînkirin û girtin, an jî werin kuştin, gelek caran agahiyên xwe vedişêrin."
'Divê zagonên ku parastina rojnamevanan dikin bên mîsogerkirin'
Hîba El-Mecîd destnîşan kir ku zagonên heyî, wek zagona "Mafê Gihîştina Agahdariyê" hê jî ji bo rojnamevanan astengiyek çêdikin û wiha pê de çû: "Ji ber ku ew maf didin rayedaran ku biryarên îhtiyarî derbarê eşkerekirina agahiyan de bidin. Pêwîst e rojnamevan di nîqaşkirina van zagonan de cîh bigirin da ku bendên wan ji bo xizmeta azadiya çapemeniyê têne sererast kirin, diyar bikin. Rojnamevanên jin bi gelek pirsgirêkên aloz û piralî re rûbirû dimînin, bi taybetî jî cudakariya mûçeyan ku ev valahiyek aşkara di jîngeha kar de nîşan dide."
Bandora nakokiyên siyasî li ser azadiya çapemeniyê
Derbarê dosyeya parastina rojnamevanan de Hîba Cebar El-Mecêd destnîşan kir ku hikûmetê destûr daye rojnamevanan ku çekan hilgirin û pêvajoya wergirtina lîsansan hêsan kiriye. Hîba wiha got: “Ev tedbîr beşdarî parastina wan dibe. Bi rastî, ew civakê bêtir leşkerî dike û nêzîkatiyek temsîl nake ji bo parastina rojnamevanan di dewletek demokratîk de ku çapemeniyê û azadiya derbirînê li gorî destûra xwe diparêze. Parastina rojnamevanan li Iraqê bi tedbîrên fermî nayê bidestxistin, eger Zagona "Mafê Gihîştina Agahdariyê" neyê bidestxistin. Girîngiya têghîştineke objektîf a madeya 38 a Destûra Bingehîn a Iraqê heye ku bi zelalî pabendbûna dewletê bi mîsogerkirina azadiya derbirînê destnîşan dike."