Li herêmên dagirkirî bi perwerdeyê nifşek tê bişaftin
Li kantona Girê Spî, beriya dagirkirinê, hejmara dibistanan gihîştibû 426 û niha tenê 100 dibistan li gundewarên rojavayê Girê Spî di bin parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û navçeya Eyn Îsa de ne. Her çendî di xizmetê de bin jî carna ji ber bombebarana bêserûber a deverê tên girtin.
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Tebqa- Ji roja ku Tirkiye ket axa Sûriyeyê ve tirkbûnê li herêmê ferz kir û kokên şaristaniya gelên ku damarên wan heta dawiya dîrokê dirêj bûne hedef girt. Ji bo ku armanca xwe bi cih bîne, gelek rêbaz bi kar anîn, ya herî girîng rawestandina pêvajoya perwerdeyê ya bi ferzkirina materyalên bi zimanê dewleta Tirkiyeyê ye.
Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Tebqayê Leyla Mihemed der barê siyaseta ku Tirkiye dixwaze li herêmê pêk bîne de wiha got: "Li herêmên dagirkirî binpêkirinên curbecur hatin kirin. Gelên wan herêman rastî veqetandin, destdirêjî, kuştin û revandinê hatin her wiha cihên arkeolojîk hatin wêrankirin û talankirin û di nav komên temenê ku hatine paşguhkirin de zarok jî hene. Dibistan hatin girtin û veguherîn baregehên leşkerî, di lêgerîna xwe ya jiholêrakirina nasnameya gelên herêmê de, ziman û materyalên tirkî ferz kir û pêkhateyên wan herêman binpê kir. Tevî cihêrengiya neteweyan, Tirkiye zimanê xwe li ser her kesê ferz dike û ji bo tunekirina çanda wan pêkhateyan dixebite."
Li bajarê Efrînê, hejmara dibistanan nêzî 318 e lê di dema êrîşa ku Tirkiyeyê ya di Çileya 2018’an de li ser bajêr pêk anî, nêzî 70 dibistan wêran bûn û di serdema dagirkeriya Tirkiyeyê de ku heya îro berdewam dike, 20 dibistan ji bo dagirkeriya Tirk veguherîn girtîgehan.
“Li Efrînê dersên bi zimanê tirkî tên dayîn”
Li dibistanên bajarê Efrînê yê dagirkirî yên mayî, materyalên tirkî, di sala xwendina 2018-2019’an de, dersek ji bo zimanê Erebî ferz kir lê dê û bavan ev yek red kirin. Hejmarek mezin ji malbatan zarokên xwe neşandin, ên ku diçin jî ew mecbûr man, bi taybetî Êzidî neçar bûn ku ola îslamê fêr bibin.
Heman polîtîka li hemû deverên dagirkirî, li Serê Kanî û Gire Spi ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, tê meşandin. Materyalên zimanê Tirkî di sala xwendinê de (2019-2020) dest bi ferzkirinê kirin.
Li gorî daneyên Komîteya Perwerde û Hînkariyê ya Demokratîk (KPC) a kantona Efrînê, hejmara şagirtên di dema rêveberiya xweser de ango beriya dagirkirinê, ji bo qonaxa seretayî gihîşt 42,000 xwendekarî û ji bo asta amadeyî û navîn hejmara wan di navbera (8-9) hezar xwendekaran de bû.
Dibistan hatin dagirkirin
Li kantona Girê Spî, beriya dagirkirinê, hejmara dibistanan gihîştibû 426û niha tenê 100 dibistan li gundewarên rojavayê Girê Spî di bin parastina Hêzên Sûriyeya Demokratîk û navçeya Eyn Îsa de ne. Ew di xizmetê de ne lê carna ji ber bombebarana bêserûber a deverê tên girtin.
Hejmara şagirtan beriya dagirkirina Girê Spî 38800 bû û hejmara mamosteyan gihîşt 1937, piştî dagirkirina bajêr ev hejmar pir kêm bû.
“Dewleta tirk bi perwerdê bîrdoziya tundrew di nava zarokan de belav dike”
Der barê armancên ku Tirkiye dixwaze bi sala nû ya perwerdeyê bigihîjê, Leyla Mihemed teqez kir ku ew hewl dide îdeolojiya tundrew û terorîzmê di nav zarokan de belav bike ku ev heman stratejiya DAIŞ’ê ye jib o ku zarok ji kok û pêkhateyên wan, malbat, mîras û çand wan dûr bixin û tovên tundrewî û terorîzmê di giyana zarok de biçîne."
Der barê girîngiya ronîkirina zordariya dagirkeriya dewleta tirk a li ser herêmên dagirkirî de, wê got: "Ziman xwedî girîngiyek mezin e. Ew parastina şaristaniyan, nasname û rastiya her gelî ye û çavkaniya serbilindiyê ye. Jiholêrakirina ziman rêbaza yekem a pêvajoya helandin û tunekirina şaristanî, nasname û çanda gelan e."
Leyla Mihemed bal kişand ku Tirkiye ji bo hêsankirina kontrola civakê polîtîkayek keêfî li herêmê dimeşîne û gelek rêbazan bi kar tîne û wiha domand: "Rêxistinên terorîst û dagirker timî dixwazin nezaniyê belav bikin, ji ber ku ji bo belavbûna gendeliyê û berfirehkirinê wê ew hawirdora guncaw e. Tundrewî, terorîzm û dagirkerî bi zanistê re li hev nakin."
Li ser navê Komîteya Perwerdeyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Leyla Mihemed siyaseta ku Tirkiye li herêmên dagirkirî dimeşîne şermezar kir û wiha got: "Weke berpirsyarên pêvajoya perwerdehiyê û wekî hemwelatî, em van polîtîkayên bi armanca helandina nasnameyê şermezar û lanet dikin."
“Divê ku Neteweyîn Yekbûyî zagonên mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî misoger bike”
Her wiha Leyla Mihemed bal kişand ser bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî van polîtîkayan û got: "Em helwestên bêdeng ên li hemberî tiştên ku Tirkiye li dijî me dike, red dikin û em hewl didin bala civaka navneteweyî bikşînin ser tiştên ku li van herêman diqewimin da ku qanûnên Neteweyên Yekbûyî yên ku mafên zarokên perwerdeya bi zimanê zikmakî misoger dike pêk bînin."
Hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Tebqayê Leyla Mihemed di dawiya axxaftina xwe de got: "Bêguman, ji aliyê kesên têkildar ve di warê perwerdehyê de fikar hene ku rewş bi vî rengî bidome. Berxwedan dikeve ser milên her kesê, ku tevli pêvajoya perwerdeyê û çanda gelên herêmê bibe vê rewşa heyî vala derbixe.
Li Serê Kaniyê, jimarînek ji bo Komîteya Perwerdehyê li herêma Cezîrê eşkere kir ku hejmara mamosteyan berî dagirkirinê nêzî 1487 bû, hejmara xwendekaran gihîşt 23,833û hejmara dibistanan 150 bû ku niha hemû veguherîne baregehên leşkerî ji bo çeteyan.
“Piraniya dibistanên li herêmên dagirkirî kirine baregehên leşkerî”
Li aliyê din hevseroka Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Minbicê û gundewarên wê Berkîn Şêx Mihemed got ku perwerde li herêmên dagirkirî bûye rêiyek ku Tirkiye xwe li herêmê ferz bike. Rewşa perwerdeyê li herêmên dagirkirî kembax bûye, ji bilî dibistanên ku ji ber bombebaranê wêran bûne, piraniya dibistanên wan deveran bûne baregehên leşkerî yên ku çeteyên tirk tê de bi cih dibin. Jixwe xwendekar jî li gorî materyalan bi zimanê tirkî û tenê bi zimanê tirkî perwerde dibînin."
Li ser siyaseta Tirkiyeyê ya ku dixwaze çand û zimanê xwe li ser gelên herêmê ferz bike, wê got ku ew bi vî rengî dixwaze nasnameya gelan ji holê rake û wiha domand: "Ferzkirina zimanek din li ser gelan tê wateya veqetandina gel ji nijadê xwe. Ev jî bû sedem ku piraniya malbatan axa xwe terk bikin da ku nasnameya xwe ji siyaseta ku li herêmê tê meşandin biparêzin."
“Ger wiha bidome dê nifşek bi tevahî dejenere bibe, ji nasname û dîroka xwe bêhay be”
Berkîn Şêx Mihemed hişyarî da ku tişta li herêmên dagirkirî di awarê perwerdeyê de dijîn, tirsanek e û wiha got: "Li gorî rastiya perwerdehyê, nifşek tevahî dê bibe qurbana polîtîkayên Tirkiyeyê yên li herêmê. Ger rewş bi vî rengî bidome, ev nifş dê ji nasname, rastî û dîroka xwe bêhay be.
Berkin Şêx Mihemed axaftina xwe bi dawî kir û got ku divê civaka navneteweyî helwestek cidî û hişk li hember tiştên ku diqewimin bigre û dê û bav divê zarokên xwe ji hewldanên helandina çandê biparêzin.