Li cîhanê mînaka vê banga ji bo ‘edaletê’ tune ye!

Wekîlê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, beriya hilbijartinên giştî yên 14’ê Hezîrana 2018’an, tevî xizm û parêzvanên xwe bi êrîşa çekdarî êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn. Piştî êrîşa ku roja bûyerê li derveyî dikanê li nexweşxaneyê jî pêk hat, ji malbata Şenyaşar 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî bi giranî birîndar bûn. Tevî ku 3 sal derbas bûn jî darizandin bi biryarên sergirtî û nepenî hatin meşandin. Çalakiya nobetê ya Emîne Şenyaşar a ji bo darizandina Îbrahîm Halîl Yildizê ku zarok û hevjînê wê hatin qetilkirin, li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol jî pêvajoya hiqûqî ya bûyerê û tiştên piştî wê hatin jiyîn nirxand û diyar kir ku li tu deverê cîhanê mînaka wekî banga edaletê a Emîne Şenyaşar tune ye.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha- Îbrahîm Halîl Yildiz ê ku dema Wekîlê AKP'ê ya Rihayê bû 10 roj beriya hilbijartinên giştî yên ku 24'ê Hezîrana 2018'an ji nû ve namzed bû, li navçeya Pirsûsa Rihayê serdana esnafan kir. Dema ku li cihê kar ê malbata Şenyaşar bersiv negirt, bi parêzvan û xizmên xwe re êrîşa çekdarî pêk anî. Parêzvan û xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ku di 14'ê Hezîranê de li dikana malbata Şenyaşar gotinên; "Dengên me yê ku em bidin we tune ne" bihîstin, bi çekan êrîşî dikana Celal, Ferît, Mehmet û Adil Şenyaşar kirin. Di êrîşê de birayên bi navê Celal û Adil jiyana xwe ji dest dan, 2 birayên din jî birîndar bûn. Bav Hecî Esvet Şenyaşar ê ku piştî agahiya bûyerê çû nexweşxaneyê, li wir ji aliyê heman kesan ve di encama êrîşê de hat qetilkirin. Çendî ku 3 sal derbas bûne jî berpirsyarên qetlîamê nehatine darizandin, dayika Emîne Şenyaşar a ku daxwaza edaletê dike li ber Edliyeya Rihayê 299 roj in nobetê digre.
Li Fadil Şenyaşar ê ku birîndar bû 37 sal cezayê girtîgehê hat birîn
Dema ku bûyera ku qewimî û 3 kesan tê de jiyana xwe ji dest da, di raya giştî de deng veda, di lêpirsîna ku der barê bûyerê de hat destpêkirin de tenê demek dirêj Fadil Şenyaşar girtî ma. 15 meh piştî bûyerê di 17'ê Îlona 2019'an de, yek ji bersûcên dozê Enver Yildiz, li Edliyeya Rihayê ku bi koma leşkerên cerdevaniyê re hat teslîm bû, hat girtin û şandin girtîgehê. 18 meh şûnde der barê êrîşa li cihê kar de îdianame hat amadekirin. Di 2’ê Nîsana 2021’ê de 7'emîn danişîna doza ku 2 jê girtî 13 kes hatin darizandin, sewqî 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat kirin de biryar derket. Heyeta dadgehê, ji bersûcên girtî Fadil Şenyaşar ji ber kuştina Mehmet Şah Yildiz, teşebusa kuştina Abdurrahman, Mustafa, Nîhat, Suleyman, Kenan Yildiz, ji ber birîndarkirina Engîn Şîmşek û Ahmet Çetîn û çek hilgirtin bi giştî 37 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê birî. 
Ji bo dîmenên nexweşxaneyê biryara nepenîtiyê hat dayîn
Dosyaya ku ji ber ewlehiyê ji Meletiyê re hat şandin, wekî kêliya êrîşê û dîmenên der barê bûyerên li nexweşxaneyê qewimîn da bû du beş. Di dosyaya êrîşê ya li dikanê de biryar hat girtin, biryara nepenîtiyê ya li ser dosyaya ku dîmenên nexweşxaneyê hatiye dayîn hê jî berdewam dike. Dema ku parêzeran diyar kirin di dozê de malbata Şenyaşar tevî rasti êrîşan jî hatiye weke sûcdar hatiye nîşandan, di vê pêvajoyê de tevî hemû îtîraz û serlêdanan jî biryara nepenîtiyê ya li ser dosyaya nexweşxaneyê hatiye dayîn nehat rakirin.
Dozgeran bi vekirina 12 lêpirsînan bersiv da daxwaza ‘edaletê’ ya dayikê
Dayika Emîne Şenyaşar a ku piştî darizandina li Meletiyê hat kirin, bertek nîşan da, di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi "Nobeda Edaletê" kir. Emîne Şenyaşar a ku bêyî bibêje havîn zivistan ji bo kiryarên zarokên wê bên girtin û darizandin li ber edliyeyê nobetê digre, di vê pêvajoyê de li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar rastî gelek mudaxeleyên giran ên fizîkî hatin. Emîne Şenyaşar a ku kaxizên wê yên li ser wan edalet hatibû nivîsandin jê hatin girtin, di du mudaxeleyên hatin kirin de nexweş ket û rakirin nexweşxaneyê. Emîne Şenyaşar a ku nêzî 300 roj in çalakiya xwe ya nobetê didomîne, di vê demê de li dijî gelek nexweşiyan têkoşiya. Daxwaza Emîe Şenyaşar a ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên ji lêv û çavên xwe jî dev ji nobeda edaletê berneda, ne ji aliyê Wezareta Dadê ve ne jî ji aliyê dozgeran ve tu bersiv negirt. Di vê heyamê de der barê Emîne Şenyaşar a ku hemû koman ji bo piştgiriyê di demeke kurt de serdana wê kiribûn de 12 lêpirsîn hatin vekirin. Emîne Şenyaşar ji ber lêpirsînên ku bi îdiaya “heqaret li êrkdarên cemaweriyê” hatin vekirin 12 caran ji  dozgeriyê ji bo îfade bide gazî wê kirin û çû îfade da.
Di dosyayê de dîmen tên veşartin
Gelek aliyên dosyayê ku piştî qetlîamê hat amadekirin, hê jî ji raya giştî tên veşartin. Serdozgerek û dozgerek di dosyaya ku dozgerî bi biryara nepenîtiyê pêk tînin de hatin guhertin. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol di dosyayê de geşedanên ji roja destpêkê komkujiyê heta niha ji ajansa me re nirxand.
“Êrîş ne tesadufî ye”
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku êrîş bi tesadufî li dijî malbatê nehatiye kirin, bi hinceta xebatên hilbijartinê pêk hatiye. Sevda Çelîk Ozbîngol, Pirsûsê weke “erdnîgariyeke ku nakokiyên herêmî lê nîn in lê li dijî pergalê jî muxalif e” nirxand î diyar kir ku ji ber vê yekê ev navçe ji aliyê pergalê ve bûye hedef.”
"Di êrîşê de derfetên giştî ji aliyê hin kesan ve hatin bikaranîn" 
Sevda Çelîk Ozbîngol dibêje ku di encama êrîşê de 3 kesan bi awayekî pir giran jiyana xwe ji dest dane, diyar kir ku ne mimkun e bûyer weke dozeke edlî bê destgirtin. Sevda Çelîk Ozbîngol, destnîşan kir ku malbata Şenyaşar di pêvajoya darazê de rastî êrîşan hat, wekî sûcdar tê ditîn û da zanîn ku dosyaya hatibû vekirin di demeke kin de hatiye cihêkirin. Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir ku dosya bi awayekî ku kiryar nayên dîtin hatiye vekirin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
“Tê zanîn ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê ku êrîş lê hat kirin, hêzek giştî ya ku di nav de hemû yekîneyên zabita, serokên leşkeran û wekîlê ku êrîş pêk anîne, heye. Di vê êrîşê de derfetên giştî ji aliyê hin kesan ve hatin bikaranîn. Dema rewşa êrîşê li ber çavan tê girtin, em bi riya çapemeniyê fêr bûn ku di bedena qurbaniyên jiyana xwe ji dest dane de 17 tovên guleyên ku bi çekên cuda derketine hene. Dema ku dosya bi me re nehat parvekirin, me dîsa dît ku dîmenên parçe yên roja bûyerê bi awayê sûcdarkirina malbatê di çapemeniyê de hatin belavkirin.”
“Me îtîraz ji bo cezayê ku li Fadil Şenyaşar hatiye dayîn kir” 
Sevda Çelîk Ozbîngol diyar kir wan ji bo hemû qonaxên roja bûyerê û piştî wê hatine jiyîn îtîraz kirine, bi bîr xist ku dosyaya Fadil Şenyaşar jê hatiye cezakirin li Dadgeha Îstînafê ye. Sevda Çelîk Ozbîngol dibêje ku ne mimkun e bi awayê heyî edalet derkeve holê û wiha got:
“Vê yekê jî doz gihandiye asteke cidî û kesek ku êrîş pêk aniye hatiye girtin. Li vir biryara nepenîtiyê ya der barê pêvajoya darizandinê ku tê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn hê jî didome. Dosyaya din li ser îtîrazê ye û me îtîrazên xwe pêşkêş kir. Em difikirin ku dê biryar xira bibe.” 
“Bersivnedayîna banga dayikê ya ji bo edaletê rewşeke xirab e”
Sevda Çelîk Ozbîngol herî dawî bal kişand ser ‘Nobeta Edaletê’ ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar ve hatiye destpêkirin û got ku ji ber malbatê baweriya xwe ya bi edaletê qismî winda kiriye dest bi vê nobedê kiriye û destnîşan kir ku tevî her tiştî jî malbatê dev ji daxwaz û bendewariya xwe ya edaletê bernedaye û wiha got: “Em weke parêzerên dozê nikarin vê beşê îzah bikin û xwe gelekî kêm hîs dikin. Em nikarin îzaha ku soza edaletê nikare bide dayika mexdûr a li edaletê digere bikin. Ev rewşek e wisa ye ku ez bi xemgînî û şerm lê dinêrim.”
“Li cîhanê bersiva vê tune ye”
Sevda Çelîk Ozbîngol destnîşan kir ku tevî hemû îtîrazên di pêvajoya nobeta malbatê de jî biryara nepenîtiyê ya di dosyayê de nehatiye rakirin, diyar kir ku di vê pêvajoyê de li dijî dayika ku edaletê digere wek îdianame hatiye derxistin. Sevda Çelîk Ozbîngol dibêje ku ev lêgerîna edaletê barek pir giran e ku divê tene li ser milê dayikeke neyê hiştin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:
“Divê baweriya me ya bi edaletê her ku biçe mezintir bibe. Nobeta dayika Emîne jî nobetek wisa ye. Wezîfeya me jî wekî parêzer ew e ku em di vê dosyayê de erk û berpirsyariyên xwe bi israr bimeşînin û bi pêş bixin. 12 lêpirsîn hene û dayik bi dehan caran ji bo îfadeyê çûye dozgeriyê. Ji xeynî mudaxeleyên fermî, li ber edliyeyê rastî gelek mudaxeleyan hatiye. Rojên ku mudaxele nayên kirin jî her roj çavdêriya polîsan tê kirin, nîşaneya din a mudaxeleya fermî ya li hemberî malbatê ye. Em her roj bi dilekî şewat, lê temaşe dikin. Lê xala ku ev têkoşîna edaletê gihîştiyê wisa ye ku heta îro tu mînakek wê tune ye. Li cîhanê bedela vê bangê tune ye.”