Kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avcî der barê dayika Gultekîn de gilî kir

Kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avcî bi hinceta ku Şefîka Gultekîn di danişînê de gef lê xwariye û heqaret lê kiriye gilî lê kir.

Navenda Nûçeyan - Derket holê ku kujerê Pinar Gultekîn Cemal Metîn Avcî bi hinceta ku di danişînê de, Şefîka Gultekîn a ku dayika jina ciwan a ku qetil kiriye gef lê xwariyê û heqaret lê kiriye giliyê wê kiriye.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Şefîka Gultekîn piştî ku hîn bû keça wê hatiye şewitin di doza 26'ê Nîsanê hat ditîn de ji Cemal Metîn Avci re got, "Ez ê te bikujim kûçik" li ser van gotinan dadgehê ji bo giliyê sûc serî li dozgeriyê da û Cemal Metîn Avcî jî der barê Şefika Gultekîn de gilî kiriye.
Li ser gilînameyê der barê Şefîka Gultekîn de ji ber cezayên gefxwarin û heqaretan lêpirsîn hat destpêkirin. Şefîka Gultekîn dê îfade bide.
Çi qewimî bû? 
Eşkere bû ku xwendekara Zanîngeha Muğla Sitkı Koçman a Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Beşa Aboriyê Pinar Gultekîn di 16’ê Tîrmeha 2020’an de winda bû. Dergistiyê Pinar Gultekîn yê berê Cemal Metîn Avci ku di çarçoveya lêpirsînê de hatibû binçavkirin, li xwe mikur hat ku di şerê ku derket de keça ciwan xeniqand, cesedê wê xiste nav bermîleke şewitandiye û li ser wê beton rijandiye. Pinar Gultekîn di bermîlekê de bedena wê hatî şewitîn hat dîtin. Pinar li navçeya Hîzanê ya bajarê wê Bedlîsê hat definkirin.
Cemal Metîn Avci bi îdiaya 'bi hestên wehşî û îşkenceyê mirov kuştiye' ji aliyê dadgehê ve hat girtin.