Komîteya Mexrîbî arşîva hevgirtina bi Sûriyeyê re belge dike

Endamên berê yên ‘Komîteya Ciwanên Mexrîbê ji bo Piştgiriya Gelê Sûrîyeyê’ piştî zêdetirî 10 salan, dest bi berhevkirin û arşîvkirina belge, wêne û şahidiyên xwepêşandanan kirin.

HANAN HERÊT

Mexrîb Endamên berê yên Komîteya Ciwanên Mexrîbê ya ji bo Piştgiriya Gelê Sûriyeyê, êdî pirsgirêkê wek organîzekirina meş an jî nobedariyên hevgirtinê nabînin. Ew ji bo wan, pratîkek zêdetirî 10 sal berê bû. Armanca wan, êdî parastina bîranîna tevgereke sivîl a ji windabûnê ye.

Piştî ku bi salan hevgirtina bi Sûrîyeyiyan re kêm bû, hejmarek ji wan dest bi berhevkirina wêne, belge, daxuyanî, dîmen û şahidiyên mayî kirin. Zêdetirî 300 bûyerên hevgirtinê yên li bajarên cûda yên Mexrîbê belge dikin. Berî ku ji hêla telefonên kevin, hesabên dîjîtal ên girtî û belavbûna beşdaran ve bên windakirin, zend û bendan badane. Ji ber ku her yek ji wan, beşek ji vê arşîvê diparast.

Ev nûçe, li ser şahidiya Koordînatora Komîteya Ciwanên Mexrîbê ji bo Piştgiriya Gelê Sûrî Hanan Rehab hatiye amadekirin. Ji bo ku em bizanin ka şert û mercên damezrandina wê çi ne, çawa bi ser ketiye, komên siyasî û sivîl ên cihêreng di çarçoveyek yekane de çawa aniye cem hev û qonaxên herî girîng ên ku xebata wê di zêdetirî 3 salan de nîşan dane, çawanin.

Ev fikir ji xwepêşandanên li Derayê destpê kir

Henan Rehab ragihand ku fikra damezrandina komîteyê, piştî destpêkirina xwepêşandanan a li bajarê Deraya Sûriyeyê ya di Adara 2011’an de, destpê kiriye û wiha vegot: “Armanc ew bû ku ji bo hevgirtina bi gelê Sûriyeyê re, bi taybetî zarokên Derayê re ku wêneyên wan ên girtin û îşkenceyê di wê demê de sempatiyek berfireh çêkiribûn, nîşan bidin. Ew wêne û dîmenên ku ji Sûriyeyê bi rêya dezgehên medyayê û torên vîrtual dihatin, asta êşa ku sivîl li bajarên ku xwepêşandan lê dest pê kirine dikşandin, nîşan didin. Ev yek bû sedem ku li Mexrîbê hejmarek çalakvanên ciwan ji bo diyarkirina vê hevgirtinê, çarçoveyek sivîl biafirînin.”

Zêdetirî 7 rêxistinên siyasî û sivîl beşdarî komîteyê bûn

Hanan Rehab da zanîn ku gelek ciwanan hevgirtina bi gelên ku daxwaza azadî, rûmet û edaleta civakî dikin re wekî prensîbek dîtine. Hanan got ku ev yek bûye sedema damezrandina Komîteya Ciwanan a Mexrîbê ji bo Piştgiriya Gelê Sûriyeyê û wiha pê de çû: “Bi beşdariya zêdetirî 7 rêxistinên siyasî û sivîl pêk hat. Komîteyê çalakvanên ji partî û rêxistinên çepgir ên bi meyla îslamî, ligel sendîkavanan, çalakvanên mafên mirovan û aktorên civaka sivîl, anîn ba hev. Wan ezmûnek ku partiyên cûda di çarçoveyekê de anî cem hev derbas kir. Komîteyê rêz li serxwebûna her pêkhateyê digirt. Hemû pêkhate, bi armanca piştgiriya gelê Sûriyeyê û hişyarkirina li ser êşên wan, tevlî bûne.”

Zêdetirî 300 çalakî

Di nav vê pirrengiyê de, Hanan Rehab karê komîteyê koordîne kir. Rola wê ji tenê organîzekirina meş yan jî çalakiyan wêdetir çû. Ew hevrêzkirina di navbera komên cûda de, belavkirina rolan û mîsogerkirina berdewamiya însiyatîfan ku bi rêkûpêk dihatin organîzekirin, vedihewîne. Hanan Rehab der barê çalakiyên komîteyê de wiha  got: “Komîte pabend bûye ku ji daxuyaniyên tenê û jestên sembolîk wêdetir biçe, derbasî bernameyek domdar bibe ku tê de xwepêşandan, meşên hevgirtinê, semînerên ji bo hişyarkirina li ser rewşa mirovî ya li Sûriyeyê, her wiha festîvalên çandî, şevên helbestan û civînên bi endamên civaka Sûrî yên li Mexrîbê dijîn hebûn. Çalakiyên wê li çend bajarên Mexrîbê belav bûn, li wir wê bûyer û xwepêşandanên hevgirtinê, di nav de meşên hevgirtinê li ber balyozxaneya Sûriyeyê, organîze kir, di demekê de ku pirsgirêka Sûriyeyê mijarek berbiçav di nîqaşa giştî ya Mexrîbê de bû.”

Lûtkeya mobîlîzasyonê

Di nav gelek înîsiyatîfên ku ji hêla komîteyê ve hatine organîzekirin de, meşa li Qada ’El-Seraxna’ ya li bajarê Dar El-Beydaa ku di 26’ê Sibata 2012’an de hate lidarxistin, derdikeve pêş. Bi hezaran gelê Mexrîbê beşdarî meşê bûn. Ew bû yek ji îfadeyên herî girîng ên hevgirtina Mexrîbê ya bi gelê Sûriyeyê re.

Hanan Rehab vê meşê wekî encama hefteyan a hewldana kolektîf pênase kir û wiha domand: “Şiyana komên siyasî û sivîl ên cihêreng nîşan dide ku bi hev re ji bo parastina armancek mirovî bixebitin. Pîvana seferberiya ku bi çalakiyên komîteyê re, ji têkiliya berfireh a raya giştî bi bûyerên ku di wê demê de li Sûriyeyê diqewimin veqetandî nebû. Çavdêriya nêzîk a Mexrîbê ya pêşketinan berbiçav bû. Her Mexrîbiyek ku di wê demê de li ser Sûriyeyê pirsî, dizanibû çi li Heleb, Dêr El-Zor, Deraa, an gundewarê Şamê diqewime û dê bi zelalî hevgirtina xwe bi gelê Sûriyeyê re û şermezarkirina kuştin û tirsandina sivîlan diyar bike. Hişyariya giştî beşdarî dayîna hevgirtineke populer a înîsiyatîfên hevgirtinê bû. Di wan salan de mijara Sûriyeyê bi tundî di nîqaşa giştî ya li Mexrîbê de derxist pêş.”

Rastî kampanyayên heqaret, reşkirin û tohmetan hat

Hanan Rehab ragihand ku komîteyê li ser wê baweriyê kar kiriye ku daxwazên gel ji bo azadiyê divê bi tundiyê neyên bersivandin û wiha pê de çû: “Ev yek di berdewama înîsiyatîfên ku ji hêla jinên Mexrîbê yên ji partiyên siyasî yên bi îdeolojiyên cihêreng, ligel çalakvanên mafên mirovan û civaka sivîl ve hatine organîzekirin de diyar bû. Ev jin, beşdarî hevrêzkirina pêkhateyên cûda yên komîteyê, amadekirina çalakiyan, seferberkirina piştgiriyê û organîzekirina însiyatîfên çandî û mafên mirovan û kampanyayên hevgirtina mirovî yên bi gelê Sûriyeyê re bûn.”

Ji bo Hanane Rehab ku di seranserê salên çalakiya komîteyê de xebata komîteyê hevrêz dikir, ev beşdarbûn bi lêçûnek kesane hat. Ji ber piştgiriya wê ji bo gelê Sûriyeyê, ew rastî kampanyayên heqaret, reşkirin û tohmetan hat.

Bîranîna serpêhatiya sivîl

Îro, piştî zêdetirî deh salan ku di ser damezrandina komîteyê re derbas dibe, hejmarek ji endamên komîteyê yên berê, jin û mêr, zend û bendan badidin. Ji bo berhevkirina wêne, belge û şahidiyên mayî yên ku wê qonaxê belge dikin, di nav hewldanek de ne. Ji bo parastina bîranîna yek ji ezmûnên herî berbiçav ên hevgirtina sivîl a gelê Mexrîbê ya bi gelê Sûriyeyê re.

Dema ku îro belgeyên wê serpêhatiyê di nav arşîvên kesane, wêneyên belavbûyî û hesabên dîjîtal ên ku gefa windabûnê li wan tê kirin de têne belavkirin, berpirsên însiyatîfa belgekirinê hewl didin ku vê mîrateyê biparêzin. Ne tenê wekî tomarek çalakiyên hevgirtinê, her wiha mîna şahidiyek ji ezmûnek sivîl ku nîşan dide ku çawa dozek mirovahî karîbû rola cûda ya siyasî û sivîl di heman demê de li hev bicivîne, koordîne bike û çalakiya hevpar berdewam bikin.