Komeleya Dar Amal hewl dide pirsgirêkên jinên girtî çareser bike
Komeleya Dar Amal ya di sala 1970’an de hat avakirin di gelek aliyan de piştgiriyê dide jinên ku li girtîgehên Lûbnanê girtî ne. Rêveber û xebatkarên komaleyê bal kişandin pirsgirêkên ku jin li girtîgehan pê re rû bi rû dimînin.
SUZAN EBO SEÎD
Beyrûd – Komaleya Dar Amal a di sala 1970’an de li Beyrûdê hat damezrandin ji bo pêşxistina rewşa jinan kar û xebtaên xwe dimeşîne, bi taybetî jî him di warê hiqûqî him di warê civakî de rewşa jinên li girtîgehan dişopîne û başkirina rewşa wan jinan têdikoşe.
Rêveber û xebatkarên Komeleya Dar Amal derbarê xebatê komaleyê hedef û armancên wan de axivîn. Jinan bal kişandin pirsgirêkên ku jin li girtîgehan pê re rû bi rû dimînin û banga tavilê çareserkirina pirsgirêkan kirin.
Xebatên ji bo zarokan
Huda Qura destnîşan kir ku Komeleya Dar Amal navendek taybet ji bo jinên rastî tundûtujiyê tên û wiha domand: “Niha zêdetirî 40 endamê me di navendên cuda de hene. Pênc navendên komeleyê taybet bi parastina zarokan hene, du li Nebaa ne, û du li Sabra- Erd Jalol in û navendek din li Trablûse. Her wiha tîmek pispor bi zarokan re kar dike ku piraniya wan ji penaberên Sûrî û Filistînê ne. Her wiha rojane 300-400 zarok nava rojê de tên van navendan ji bo fêr bibin û piştî nîvroj vedigerin malbatên xwe. Ev jî siyaseta me ye ku zarok nava hawîrdora xwe civakî de bimîne, zarokên sêwî jî xizmên xwe hene ango ev navend stargeh in. Em di perwerdeyên xwendinê û pîşeyî û derûnî bi serpereştiya mamoste û pisporên derûnî alîkariyan wan dikin. Komeleyê ji sala 1996 an de ji bo rewşa wir lêkolîn bike, karê xwe nava zîndanên jinan de destpêkirî avahiyên zîndanan rûxandîbûn û têra hejmarên wan zêde nake.”
‘Em rewşa jinan ya civakî, qanûnî, derûnî û tendrûstî dişopînin’
Huda Qura bal kişand li ser xebatên wan ên ji bo jinên li girtîgehan û wiha got: “Sucê wan jinan çi be bila bibe em weke mirov pêre didin û distînin. Diviyabû zîndan cihê rehabîlîtasyonê be, ne yê sizayan be. Çar zîndanên jinan li Libnanê hene, zîndana navendî li Baabda, zîndana Trablûs û ya Zehlê Bîqaa, ya çarem jî li herêma Firdan (Beyrûd) de nava navendeke leşkerî de ye. Komele rewşa girtiyên her sê zîndanên destpêkê dişopîne.”
Rewşa jinan li girtîgehan
Huda Qura li ser şert û mercên ku jin li girtîgehan dijîn wiha got: “Derfetên heyî kêm in, zîndana Baabda navendek tendrûstî girêdayî nexweşxaneya Baabda ya hikumî bû bi awayekî demkî veguhestin zîndan û wisa ma. Rewşa vê zîndanê pir xirab bû, jinan nikarîbûn bayê paqij an tav bidîtana, piştî demek dirêj me karî taqek li ser avahiyê zêdebikin. Girtî çar mehan birin cihekî din heya avakirin bidawî bû. Her wiha me cihê razana girtiyan jî başkir ji wan re text peydakirin. Du ode ji bo bijîşkî û xwedîkirina zarokan peyda kirin, û karmendên jin di zîndanê de erkdarkirin. Me sê zîndan nûkirin û amade kirin, em rewşa jinan ya civakî, qanûnî, derûnî, tendrûstî dişopînin li gel perwerdeya wan ya pîşesazî jî ji bo xurtkirina girtiyan di pîşeyên cuda de ji bo dereftên kar piştî derketina wan ji zîndanê hebin.”
‘Dadgehkirina jinên girtî dereng dikeve’
Pispora civakî Rana Younis der barê rewşa girtiyên jin got: “Di encama şopandina min û hevalên min der barê rewşa girtiyên jin ya Baabda ku hejmara wan 104’in dabeşî 5 odeyan bûne, di her odeyekê de 20 jinin, me dît ku tav naghêje odeyên wan tenê rojê du saetan derdikevin qada zîndanê. Hin jin hene biryara girtina wan dighêje 15 salan bi sucên kuştinê. Ji ber boykotkirina parêzeran û dadgeran, dadgehên girtiyan dereng dimînin û hejmara wan zêde dibe zîndan tijî dibin. Hin caran erebeyên girêdayî hêzên ewlekarî nînin girtiyan bibin dadgehan, ev jî pirsgirêkek mezin dadgehkirina wan dereng dikeve ji berk u nahêlin malbat wan bibin dadgehan.”
Li girtîgehan mafê jinan tê binpêkirin
Rana Younis destnîşan kir ku gelek rewş hene pêwîst nake demek dirêj di zîndanê de bimînin, her wiha pereyên wekaletan jî gelekî zêde ne ku girtî nikarin bidin û derkevin û wiha pê de çû: “Ji aliyê civakî ve jî, girtî li benda me dimînin ku dengê wan bê bihîstin an bi malbatên xwe re têkildarbin û dîrokên dadgehên xwe bizanbin, ev jî vedigere baweriya me bi salan daye wan.”
Rana Yonis der bare mafên girtiyên jin de wiha got: “Lezbûna lêpirsînan û amadebûna wan di dadgehên xwe de divê mafên girtiyên jin bên peydakirin. Rewşa nava zîndana bê mirovî ye, berî demekê sê rojan av nemabû, mexabin rewş ewqas trajadîke, hin girtiyan ava vexwarinê ji malbatên xwe xwestibûn ji bo di şûştinê de bikarbînin. Xwarin jî ne başe û ne tendrûste, di odeyekê de girtiyan 5 rojan tenê nok dixwarin. Rêveberiya girtigehê dermanan ji girtiyên nexweş re peyda nake.”
‘Dive di destpêkê de ji girtiyan re parezer were diyarkirin’
Çalakvan, mafnas û berpirsa hemleyên piştgiriyê ya Komeleya Dar Amal Tarîz Romiye li ser rewşa jinan a di girtîgehê de tên girtin wiha got: “Ji bo rewşên ducanî Zîndan nehatiye amadekirin. Cihên taybet bi dayîk û zarokên di zîndanê de dibin nînin. Her hefteyekê em hewil didin mafekî ji mafên jinan ronî bikin. Vê hefteyê piştgiriya me ji bo biryarên alternatîf bi xizmetguzariyên civakî bê beramberin li şûna ketina zîndanê bi zagona 182 a ku makenîzmayên bicihkirinê nîn in. Ev hewildan ji bo jinên bi gunehên sivik sucdar nekevin zîndanê û bi hewayê li wir zirar negirin.”
Rewşa aborî bandorê li jinên girtî dike
Tarîz Romiye anî ziman ku rewşa aboriya xirab a welat bandorê li ser jinên girtî dike û wiha pêl da axaftinên xwe: “Krîza aborî bandor li rewşa girtiyan dike. Rêveberê girtigehê jî mafên wan yên wek xwarin, vexwarin û tendrûstî pêşkêş nake. Krîzê bandor li xwediyên girtiyan jî kirî, ew nikarin pêdiviyên wan bicihbînin û ne jî sardana wan bikin, lewra em komele tevî derfetên me kêm em hewil didin pêdiviyên wan peyda bikin. Gelek salên wan girtiyan di zîndan de derbas dibin ji ber lewaziya karê dadgehan, piştî demeke dirêj bêsuciya wan îsbat dibe, ev jî pirsgirêkekî mezin li gor Divê parêzer ji girtiyan re were diyar kirin ji bo parastina wan di dadgehan de bikin, ev mafê wane, piraniya wan parêzeran xwebexşin, lê di siya krîza aborî de ew jî nemane.”
Divê pirsgirêk bên çareserkirin
Pispora derûnî Safa Herib da zanîn ku jinên ji zîndanê derdikevin rastî gelek astengiyan tên û wiha got: “Tevî malbat û zarok û civaka xwe nikarin hêsan vegerin jiyana xwe yê normal. Ez hewil didim alîkariya girtiyên ji zîndanê derketine bikim, karînên wan pêşbixin. Destpêkê em pirsgirêkan dabeş dikin û yek û yek çareyan jê re dibînin. Divê em ji bîr nekin hebûna jinekê di zîndanê de ne hêsane, ji vir de piştgiriya derûnî bingehîn girîng e.”
Jinên li girtîgehê mane rastî cihêkariyê tên
Pispora civakî Selam El-Mexribî ya di sala 2009’an de li zîndana Baabda de dest bi kar kiriye anî ziman ku jinên li girtîgehê mane ji aliyê civakê ve rastî cihêkariyê tên û wiha got: “Di navenda Sin El-Fîl de jinan di gelek waran de perwerde dikin piştre dibin şopandina derûnî û alîkariya wan di derman û xwarinê de mehane dikin. Bi taybet ku civak di vê demê de wan napejrîne, em bi riya hevdîtinan hewil didin nêrîna civakê biguhêrin.”
‘Komale di gelek aliyan de alîkarî da me’
Aliya Mihemed, piştî ji girtigehê derketiye berê xwe daye komeleya Dar Amal der barê rewşa girtiyan de got: “Em derdorî 20 jin di odeyeke zîndanê de bûn ku tenê têra 6 kesan dikir, jinên nexweş û ducanî an yên hikumên dirêj girtine li ser xewdikirin. Jinên dîtir jî li ser erdê xewdikirin, ji bo hemû girtiyan tenê yek hemam hebû. Taybetiyan wan nebû û jin li gor sucên wan nehatibûn dabeşkirin, jinên hukimên dirêj û yên sivik tevlî hev kiribûn, ev jî gelekî xirabe û bandore li jinan dike. Dema ez di girtîgehê de bûm, tevlî perwerdeyên komeleya Amal dibûm. Ez fêrî hunera kroşê bûm, niha bi riya komeleyê ji bo dahata xwe peyda bikim tevî malbata xwe bijez hewil didim karên xwe daxim bazarê û tiştê ez fêrbûme berdewam bikim im.”