Kampanye ya piştevaniya Întisar El Hammadi ya Yemenî

Rêxistin û ktivistên mafê mirovan ên Yemenê ji bo Întisar El Hammadi ya 94 rojin girtiye kampanye ya piştevaniyê dan despêkirin. Întisar El Hammadi di destê komên Husi yên li Yemenê de dimîne û heta niha li ser wê sucek jî nedîtine.

 
Yemen – Rêxistin û ktivistên mafê mirovan ên Yemenê ji bo Întisar El Hammadi ya 94 rojin di destê komên Husiyan de girtiye û heta niha ti sucek ser wê nedîtine kampanya ya piştevaniyê dan despêkirin. Her çendî dozger ji bo modaciya Yemenê Întisar El Hammadi biriyara beraetê daye jî bê sedem pêvajoya girtina wê dirêj dikin. Li gel kampanye ya piştevaniyê parêzer doza girtina dosyaya wê jî dikin, ji ber hê jî dosiya ya wê radestî parêzerên wê nekirine. 
Komek ji aktîvîstên mafê mirovan li Girtîgeha Navenda Sanaa yê serdana Întisar El Hammadi kirin û di derbarê girtina wê de agahî girtin. Di nava agahiyên girtî de Întisar çavgirtî birine lêpirsînê û bi zorê şopa tiliyên wê girtin.
Aktîvîstan banga wijdanî ji bo Întisar kirin.