Jinên Sûriyeyê: Ji vederkirinê ber bi avakirina civakî ve

Ji destpêka krîzê ve, jinên li Sûriyeyê bi dijwarî û astengiyên salên şer û qeyranan re rûbirû man. Vê yekê bandoreke neyînî di warê civakî, aborî û siyasî de li ser wan kir, pêşketin û geşedana di nava civaka Sûriyeyê de asteng kiriye.

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Ji ber binpêkirin û êrîşên ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve tên kirin, ku jin li gelek herêmên Sûriyeyê di şert û mercên dijwar de dijîn. Armanca van kiryaran ew e ku jinan marjînalîze bikin û pêşî li beşdarbûna wan a di şekildana pêşeroja welat û nivîsandina destûreke nû de bigrin. Ev pêkanîn marjînalîzekirina jinan zêde dikin û hebûna wan di pêvajoyên guhertina siyasî û civakî de sînordar dikin.

Jinên Sûriyeyê stûnek bingehîn a civakê ne, nemaze di qonaxa başbûn û ji nû ve avakirinê de. Lê belê ew niha bi binpêkirinên weke revandin, kuştin, îşkence, girtina kêfî û tecawizê re rûbirû ne. Nexasim li herêmên peravê, Suweyda û Humsê. Hikûmeta demkî ya Şamê rê li ber jinan digre ku beşdarî nivîsandina destûrê nebin û astên serokatiyê negirin, polîtîkayên dûrxistinê dişopîne. Bi vî awayî rê li ber şiyana wan a avakirina hebûn û roleke xurt di avakirina Sûriyeyeke nû de digre.

Tevî navberên cografîk û rêbazên berxwedanê yên cuda şopeke diyar

Mamosteya li Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Kobanê dixebite Nesrîn Dîb, ji nûeçgihana ajansa me re rave dike ku jinên Sûriyeyê di nava deh salan de guhertinên bingehîn dîtine. Beriya krîzê, jinan roleke girîng di avakirina civakê û bandora li ser derdora xwe de lîstin. Tevî dîroka dirêj a zilmê ya li ser welat jî jin dikaribûn perwerde û kar bibînin û serxwebûna xwe di gelek civakan de îsbat kirin.

Nesrîn Dîb destnîşan dike ku jinên Sûriyeyê di salên krîzê de şopeke zelal hiştine û wiha anî ziman: “Her yek li gorî şert û mercên herêma xwe û xwezaya têkoşîna xwe, têkoşiya. Li Rojavayê Kurdistanê, jinan çek rakirin da ku nasname û doza xwe biparêzin, ala baweriyên xwe ji bo civakên xwe bilind kirin. Li deverên din ên Sûriyeyê, jinan riyek têkoşînê ya cuda hilbijartin, bal kişandin ser perwerdekirina zarokan û avakirina nifşek ku dikare bi bandorên şer re rûbirû bimîne, bi vî rengî di her alî de dibin stûnên malbatê.”

‘Jin beşeke yekpare ya pêşeroja Sûriyeyê ne’

Nesrîn Dîb di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan dike ku ev pirrengiya rêbazên berxwedanê piştrast dike ku jin şirîkên bingehîn ên civakê ne ku ew bi xwe beşek ji wê ye û yekpare ne. Wiha pêl dide nirxandinên xwe: “Tevî windakirina kur, mêr û bavan û binpêkirinên ku jinan kişandiye jî ew bi hişmendî û biryardariya xwe dikaribûn xwe biparêzin.  Jinan, tevî birînên kûr ên ku ji ber krîzê çêbûne, têkoşîna xwe domandin û gelek zehmetî derbas kirin her wiha îsbat kirin ku ew beşek yekpare ya pêşeroja Sûriyeyê ne.”

Nesrîn Dîb piştrast dike ku jinên li Rojava û deverên di bin Rêveberiya Xweser de têkoşîneke bêhempa pêşkêş kirine, berxwedanek berfireh dane û hebûnek pêşeng di avakirina civakê de li ser astên siyasî, civakî û çandî ava kirine û wiha tîne ziman: “Rola pêşketî ezmûna jinên Rojavayê Kurdistanê dike modelek ku her jinek Sûriyeyê dikare jê îlhamê bigre leza têkoşîna xwe ji bo daxwaza mafên xwe di Sûriyeya nû de bilind bike, bi vî rengî hebûneke çalak û hebûnek serbixwe ji bo jinan di pêşeroja welat de misoger dike.”

Nesrîn Dîb rave dike ku jinên Sûriyeyî îro li deverên ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve tên kontrolkirin, bi zilm û zordariyê re rûbirû ne û wiha pê de çû: “Ev tirs rasterast dibe sedema belavbûna nezanînê û şiyana wan a beşdarbûnê sînordar dike, wan neçar dike ku li gorî daxwazên mêr û desthilatdaran tevbigerin, ne li gorî statuya ku ew heq dikin.”

Nesrîn Dîb bang li jinên li Sûriyeyê dike ku baweriya xwe bi xwe û şiyanên xwe yên rewşenbîrî xurt bikin û tekez dike ku hişmendiya jinan ji erk û rola xwe di guhertina civakê de wan hêzdar dike ku di avakirina Sûriyeya nû de bibin kevirê bingehîn û xwe ji dûrxistina ku ji aliyê hikûmeta demkî ve tê kirin rizgar bikin.

Nesrîn Dîb tekez dike ku pêdivî heye hişmendiya jinan biguhere da ku ew girîngiya beşdariyên xwe û yên din fam bikin û berpirsiyariya berdewamiya mîsyonê bigrin ser xwe.

Parastina zagonî pêdiviyeke lezgîn e

Nesîrn Dîb rave dike ku jin di şert û mercên pir dijwar de dijîn, rastî revandin, îşkence, tundî û girtina kêfî tên. Wiha ev mijar nirxand: “Ew wekî kelûpelên ku mêr dikarin li gorî dilê xwe bikar bînin tên dermankirin. Ev pêkanîn bi taybetî jinên ku ne sunî ne hedef digrin, binpêkirinan li herêma peravê Sûriyeyê û Humsê berfirehtir dike ku bûyerên revandina keçên ciwan hatine tomarkirin ku rewşa xeternak a jinên li wir nîşan dide. Berdewamiya vê rewşê bêyî hebûna yasayeke astengker dê bibe sedema xirabûnek bêtir û jinan ji derfetên jiyan û pêşketina xwe bêpar bike. Pêdivî heye ku zagonên zelal werin derxistin da ku jinan di çarçoveya avakirina nû de biparêzin, maf û berpirsiyariyên wan wekî welatiyan bigrin bin temînatê.”

Di dawiyê de Nesrîn Dîb tekez dike ku jinên li Sûriyeyê hewce ye ku li ser du xalên bingehîn bisekinin: baweriya bi aqilê xwe û şiyana pêşketina xwe tevî tirs û zilmê, ji ber ku jin dikarin xwe, civakên xwe û nasnameya xwe biparêzin. Derxistina qanûnên rewşa kesane ku mafên her kesê digre bin temînatê û ji bo bidawîkirina binpêkirinan.