Jinên Sûriyeyê ji bo mafên xwe yên bingehîn têdikoşin

Parêzvana mafên jinan Linia Derviş diyar kir ku rêveberiya demkî hin erkên sembolîk dane jinan û got, "Em îmtiyazan naxwazin, em mafên xwe yên bingehîn dixwazin. Divê em hemû bi hev re Sûriyeyek dadmend, azad û wekhev ava bikin."

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Her çend tayînkirina jinan ji aliyê rêveberiya demkî ya cîhadîst Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ve di bin şert û mercên siyasî û civakî yên aloz ên pêvajoya nû ya li Sûriyeyê de wekî gaveke pêşverû xuya bike jî, li gorî parêzvanên mafên jinan, ev gav tenê sembolîk in . Piraniya jinan hîn jî ji ber qedexeyên çandî û olî ji rola çalak di jiyana giştî de têne asteng kirin.

Aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan difikirin ku ev şêweyê teyînkirinê, di bingeh de îradeyek siyasî ya rastîn ji bo zêdekirina beşdariya jinan nîşan nade. Berevajî ew di çarçoveyek siyasî ya sembolîk de ku armanc dike rexneyên navxweyî bi tepesîne û zexta navneteweyî sivik bike. Ev çêkerî dema piraniya jinan hevrûbûyî sînordarkirina dînî û çandî tên bi awayek eşkere derdikeve holê. Ev sînordarkirin beşdariya wan ya qadên cûda ên jiyanê asteng dike.

'Ev erkdarkirina nûnertiya jinan a siyasî ava nake’

Endezyara Çandiniyê Lîna Derwîş ku bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibe diyar kir ku jin di qonaxek krîtîk a dîroka welêt de hê jî ji dûrxistin û paşguhkirinê êşê dikşînin û got: “Tevî girîngiya rola jinan di avakirina civakan de, nûnertiya jinan di rêveberiya demkî de qels dimîne. Ev jî pirsan derdixe holê ku çima erkên wek Wezareta Karên Derve ya Wezareta Parastinê nadin jinan û nûnertiya wan bi tenê bi qadên karûbarên civakî ve sînordar e? Gelo erkdarkirina Zehra El-Berazî ji bo bêdengkirina van pirsan e? An ji bo bêdengkirina hêrsa Kurdan e. Erkdarkirinê vê rengî wê tu guhertinan di bingeha nûnertiya jinan a siyasî de ava neke.”

'Jin ne erkdarkirinên sembolîk, kongreyek netewî daxwaz dikin'

Lîna Derwîş da zanîn ku jin ne erkdarkirinên sembolîk, kongreyek diyalogê ya netewî daxwazin û got: “Divê di destûra nû de pirrengiya civakî û rola jinan a edlane û hevseng cih bigrin. Em nikarin di bin polîtîkayên dûrxistin û yekperestiyê de civakek saxlem û hevgirtî ava bikin. Tayînkirina hin jinan nebûna nûnertiya rastîn telafî nake. Ew ji bo veşartina nebûna cihêrengiya rast tê bikaranîn. Pirrengî û çandî çavkaniya hêz û bedewiyê ye. Li ser jinan li hin herêmên Sûriyeyê hîzar tê ferzkirin û di qadên giştî de jin ji mêran tên cudakirin. Ev jî rola jinan di civakê de qels û paşguh dike.”

'Hîzar wek amûrek kontrolkirina jinan tê bikar anîn'

Lîna Derwîş diyar kir ku çend roj berê, dîmenên ji Meydana Umeyad a Şamê derketin holê ku kombûnên bêhempa yên jinên pêçayî nîşan didin û ev yek pirsan derdixe holê û wiha got: “Em nîqab û hîzarê rexne nakin, lê em ferzkirina wê ya bi zorê wek amûrek ji bo kontrolkirina jinan red dikin. Kî li pişt van bûyerên ji nişka ve ye? Gelo mebesta wan ew e ku civakê ber bi tundrewî û tecrîdek mezintir ve bibin? Di heman demê de bûyerên revandin û kiryarên li dijî jinan zêde bûne. Her wiha bûyer tên tepesandin û bi awayên cuda li ser medya dîjîtal dixin rojevê, wek bûyera Mîra û Ehmed ku di nava civakê de bû cihê fikar û nîqaşan.”

'Jin di avakirina Sûriyayek nû de hevkar in'

Lîna Derwîş di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê em dengê jinan bilind bikin û mafên wan wek hevkarên avakirina Sûriyeyek nû biparêzin. Em mafên bingehîn dixwazin ku divê ji bo hemû jinan û mêran werin garantîkirin. Em hêvîya welatekî dikin ku azadiyê biparêze, rûmetê biparêze û hemû pêkhateyên xwe bi edalet û wekheviyê hembêz bike.”