‘Jinên di sendîkayan de dixebitin rastî tundî û cudakariyê tên’

Pirsgirêkên jinên Misrî cihêreng in. Jin di gelek waran de rastî astengiyan tên. Ji bo vê rewşê biguherînin saziyên civaka sivîl ên mafnas û femenîst li ser vê mijarê kar dikin.

ASMAA FATHÎ

Qahîre- Sendîkayên pîşesazî li Misirê gelek astengiyan li pêş jinan derdixin, weke sandîkaya parêzeran ku gelek saziyan ji bo têkoşîna li dijî cudakarî û bi pirsgirêkên jinan re man ku piştgiriya wan bike mafên xwe bistînin.

Seroka Meclisa Rêveber a Komeleya Mafnasên Misirê Rabha Fathî li ser krîzên jinan li sendîkayan diyar kir ku di serî de mijara cudakariyê ye her wiha rewşa sendîkayên pîşesazî jî destnîşan kir weke sendîkaya parêzeran ku jinên parêzer tê de gelek astengiyan dikşînin.

Bi nêrîna Rabha Fatihî, rewşa jinan niha ji berê baştir e, ji ber karê berdewam ê saziyên civaka sivîl bi giştî û yên jinan bi taybetî. Tevî pêşketina mezin a di hişmendî û çanda civakê de çêbûye jî gelek mijar hene çareser nebûne. Weke avakirina komîseriyê ji bo têkoşîna li dijî hemû rêbaz û rengên cudakariyê ku di makzagona Misrê de diyar e. Her wiha weke zagona têkoşîna li dijî tundûtujiyê û zagona malbatê dadwertir derxin.

Dozên ku Komeleya Mafnasên Misirî li ser dixebitin çi ne?

Komeleya Mafnasên Misirî ji 11 salan ve ye li ser xurtkirina aborî, siyasî û zagonî ya jinan li Misirê kar dike, karê wê di hemû parêzgehên welat de heye.

Li ser karê ku dikin wiha dibêje: “Di karê xwe de me teqez kir ku du projeyên bingehîn hene. Yekemîn piştgiriya jinan û zêdekirina hişyariya wan a zagonî, duyemîn jî girêdayî gihandina jinan cihên biryardayînê ye. Bi taybetî di meclisên hilbijartî de, ji ber ku dema me dest bi kar kir tenê 8 jin di parlamentoyê de hebûn û jinek di meclisa şêwrê de bû. Nûnertiyek jinan a baş di meclisên navxweyî de jî tunebû lewma me li ser vê dosyayê kar kir. Her wiha di hilbijartinên herdu meclisên parlamantoyê û şêwrê de me girîngiyek mezin da fikra perwerdekirina jinên dixwazin cihê xwe di navendên biryardayînê de bigrin. Me hemleyên hişyariya siyasî li herêmên paşguhistî û gundan jî li dar xistin bi riya rûniştinên nîqaşan ji bo erkên endamên herdu meclisan.”

Çareseriyên ku komele ji bo piştgiriya jinan baş dibîne di warê karê we de çi ne?

Ji bo pêşketina mezin ku kotayê di meclisên cuda de li Misrê pêk aniye, 89 parlamenterên jin niha di parlamentoyê de ne. Lewma dibînin ku kota çareya herî baş e ji bo nûnertiyeke dadwer ji jinan re di nava sendîkayan de bi taybetî piştî guhertina zagonê.

Me bi hevkariya saziya Diakonia ya Swêdî li ser dosyaya sendîkayên pîşesazî kar kir. Di serî de sendîkaya parêzeran ku tê de jinek tenê heye. Her wiha sendîkaya rojnamegeran, bijîşkan û endezyaran jî. Ji ber ku parêzerên jin li Misrê rastî tundûtujiya parêzerên mêr tên û hinek ji wan rastî derstdirêjiyê jî tên, me kar li ser dosyaya sendîkayan û bi taybetî ya parêzeran kir.

Di karên we yên li ser mijarên cuda de encamên we sala borî bi dest xistine çi ne?

Me guhertin di zagona rewşa kesane de çêkirin û ji bo parlamentoyê pêşkêş kirin, ew gaveke baş bû. Bi taybetî ji ber ku rastî pejrandina gelek saziyên jinan û partiyên siyasî û hejmarek endamên parlamantoyê hat, ji ber ku encamên baş ji bo hemû aliyan pêk anî. Ji wan guhertinana kar li ser doza dabeşkirina sermayeya hebeş, cara yekem bû em dikaribûn nêrînên giştî bigrin da ku arasteyên civakî di wê dozê de binasin.

Mijara dabeşkirina mîrasa ku dema zewacê de bi dest dixin rastî girîngiyek mezin hat, ji ber ku ew doz gelek pirsgirêk ji jinên hevberdayî re û jinên ku bê nefeqeya hevjînan mane derdixist.

Gelo zagon çareya herî baş in ji bo danûstandina bi astengiyên jinan re?

Mijar ne derxistina zagonan tenê ye, cezayê sinetkirina keçan giran kirin û ew doz weke ku fermî hat ragihandin çareser nebûye. Di zagona mîratê de jinan mafên xwe bi dest nexistine, her wiha zagona destdirêjiyê jî zêde kirine lê ev diyarde heta niha berdewam dike.

Pirsgirêk ne di zagonan de ye di pêkanîna wan de ye, hişmendiyek heye divê destpêkê bê guherandin, piştre bi zagonan bê xurtkirin.

Her wiha bi rastî zagon hene pêdiviya wan bi guhertinê heye ji bo mafên malbatê bi giştî bên parastin û kar ji bo guhertina hişyariya giştî bê kirin tevî  rola ku divê jin di civakê de bilîzin û mafên xwe bi dest bixin.

Çawa bandor li ser doza cudakariya li ser bingeha rêgeza civakî tê kirin?

Mijara cudakariyê weke krîzên din tevlihev in û rasterast girêdayî çand û hişmendiya civakê ne pêwîstî demek dirêj bi kar û kedê heye.

Bi nêrîna min kota dikare pirsgirêka heyî çareser bike weke ku di meclisa parlamentoyê û yên navxweyî de pêk hat. Divê heman tişt di sendîkayên pîşesazî de jî pêk were.

6 wezîr di hikumetê de hene, ev jî dihêle nûnertiya jinan baş be, eger ev guhertin di zagona sandîkeyên pîşesazî cuda de di berjewendiya jinê de û kota pêkwere, dê bikaribin dozên jinan nîqaş bikin.

Hin kes dibêjin saziyên femenîst dûrî jinên kolanên Misrî ne, nêrîna we çi ye?

Ez wiha nanêrim, civaka sivîl hewl dide bigihîje hemûyan, hinek jî di karekî de pispor in tu girêdana wan bi kolanê re nîn e weke lêkolînan ku pêdivî bi axaftina bi jinan re naxweze.

Saziya mafnasên Misrî hewl dide xwe bigihîjîne hejmarek mezin ji jinan, em li herêma Noba û navendên Melwî li Minya û gundên dûr ên kar dikin, em dikarin bibêjin pêşketinek heye û nêrînên saziyan cuda ne.

Rola civaka sivîl û saziyên jinan gelekî mezin û bi bandor e rastiya civakî heta asteke mezin guherand. Her wiha rêjeya hişyariyê jî bilind kir, pêşketinek giştî û qadeke berfireh ji bo kar heye, zagon jî hene em li ser kar dikin ku derfetek azadiyê baş hebe û asoyên kar li hundir û derveyî welat zêde bibin.