"Ji sedî 40’ê serlêdanên ku em digrin dosyayên îstîsmara zayendî ne"

Parêzer Dîren Elîf Vurgun dibêje ku wekî navendek jinan, piraniya dosyayên ku wan ji serê salê ve girtine îstîsmara zayendî û ji sûcên şîdetê pêk tên û bal kişand ku daraz di dosyayên dişopîne de di lehiya kiryaran de biryaran digrin û diyar kir ku di vê salê de darazê rûyê xwe yê herî tund ê zayendperest nîşan daye."

MEDÎNE MAMEDOGLU - 
Amed - Li Tirkiyeyê şîdeta li dijî jinan û sûcên îstîsmara zayendî her ku diçe zêde dibin. Di vê pêvajoya ku sûcê zayendî xwe herî zêde nîşan dide de, kiryarên şîdet û tecawizê yên di darazê de bi mînakên bêcezakirinê tê dîtin. Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê ku şopdariya piraniya dozên jinan ên li Kurdistanê dike, ji her serlêdana ku digre re parêzerek dildar tayîn dike. Navenda ku ji serê salê ve 40 dosyayên cihê, tayîn kiriye, diyar dike ku ji sedî 40 dosyayên wê ji sûcên fizîkî, ji sedî 40 ji sûcên zayendî û ji sedî 20 ên mayî ji sûcên gefê pêk tên.
Nîvê dosyayan îstîsmara zayendî û şîdeta fizîkî ne
Endama Komîteya Rêveber a Navenda Piştevanî û Pratîka Mafên Jinan a Baroya Amedê, Parêzer Dîren Elîf Vurgun balê dikşîne ser zêdebûna şîdet, îstîsmarê û zayendperestiya xebatên darazê û daraza ku di van rewşan de tê kirin ji ajansa me re nirxand. Dîren Elîf Vurgun, anî ziman ku ew serlêdanên nobedariyê li buroya alîkariya hiqûqî ya wekî navend digrin û destnîşan kir ku parêzerên jin ên navendê bi dildarî dosyayên jinên rastî şîdetê hatine dişopînin.
"Daraz nikare jinan biparêze" 
Dîren Elîf Vurgun, diyar kir ku di dosyayên wan serlêdana xwe kirine de bêyî zayend li ber çavan bê girtin doz hatiye vekirin û got: “Ev cure dosya mîna cînayetên din tê nirxandin an jî bi kuştina jinan a ji aliyê mêran ve, nêzîkatiyeke zayendperest tê kirin. Xwe ji bicîhanîna erkên 'pêşîlêgirtina şîdetê', 'parastina mexdûran' yan jî 'cezakirina sûcdar' ên ku di qanûna pêşîlêgirtina şîdeta li ser jinan hatiye rêzkirin dûr bigrin. Em bi zelalî dikarin bertekên hêza siyasî ya serdest di biryarên dezgehên dadweriyê de bibînin. Gava ku ew nikaribin jinan ji xetera şîdetê biparêzin yan jî gava ku ew van biryaran paşê bidin em dikarin bibînin ku ew di biryaran de daxistinên di bin navê ‘rewşên baş’ de bi kar tînin."
"Raporên derûnî tevli dosyayan nakin" 
Dîren Elîf Vurgun taybet bal kişand ser ku di dosyayên destdirêjiya zayendî de biryar ji bo kiryar hatine girtin û got; "Daxwazên zêdekirina raporên derûnî li dosyeyan tim tên redkirin. Li ber çavên wan kesên ku travmaya derûnî ji ber destdirêjiya zayendî li wan hatiye kirin vê yekê dikin. Xuya dike ku ew ê tevliheviya dem û cih biceribînin. Dema ku dosya bi delîlên têr û zelal neyê îsbatkirin, dibe ku di berjewendiya sûcdar de biryar bên girtin. Di dosyayên birîndarkirinê yên bi îradeya têkildarî şîdeta fizîkî de, em dikarin behsa dosyayên ku jin wekî mexdûr-tawanbar tên darizandin bibînin. Hin rewş hene ku jinên di pozîsyona xweparastinê de ne, teng dikin û tenê milê tawanbar ji bo xwe biparêzin digrin, wekî mexdûr diçin dadgehê û di encamê de tên cezakirin. Ev pirsgirêka giran nêrîna darazê dîsa derdixe holê.”
"Tedbîr biryaran red dike" 
Dîren Elîf Vurgun wiha dibêje: "Digel ku di bergiriyên parastin û pêşîlêgirtinê yên me di çarçoveya Qanûna Hejmar 6284 de girtine de delîlek berbiçav tune ye, Dadwerên Dadgeha Malbatê dikarin ji dayîna fermanan dûr bisekinin” û bal kişand ku di dema dawî de ev redkirin zêde bûne û diyar kir ku biryarên qedexeyê yên di çarçoveya zagonê de ji ber pêwîstiya parastina yekser a kesê ku şîdet lê hatiye kirin, hatine dayîn û bal kişand ku bi biryarên redkirina darazê, bawerî bi kiryaran aniye û rê li ber kuştinên jinan vekiriye. 
"Dadgerî zayendperestiyê dike" 
Dîren Elîf Vurgun, behsa biryara vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê jî kir, di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tirkiyeyê bi biryareke ku di rojnameya fermî de hat weşandin, vekişîna xwe ya ji Peymana Stenbolê ragihand. Bandorên vekişîna welat ji vê peymanê ku navê wê jî heye, di wateya dadrêsî de dest pê kir. Dewlet ji peymana ku erka parastina mexdûrên şîdetê û pêşîlêgirtina şîdetê ferz dikir vekişiya. Ev biryar derbeyek li ruhê çavkaniyên qanûnî, prensîba wekhevî û mafên jinan e. Em dibînin ku di her warî de biryargirtin û pêkanîna wan de nêranîbûn heye. Dadgerî ne îro nêrza bûye, serê salek e, di her qonaxê de bandorên xwe yên nêraniyê herî tund nîşan dide."