Ji rejîma Îranê rêbaza nû ya çewsandinê

Vegotinên hemwelatiyên Kirmaşanê, nîşan dide ku hêzên ewlehiyê li bajêr zêde dibin û li kolan û navendên binçavkirinê reftarên biçûkxistin û bûyerên tundî û êrîşa zayendî tên jiyîn.

SARÊ PORXIZARÎ

Kirmaşan – “Ez bêhemdî serpoşa xwe dikşînim pêş û hewl didim xwe biçûk bikim û ji vê rêya derbas bibim. Carna dilê min ewqas bilez lê dide ku ez di nefesgirtinê de zehmetî dijîm û her kêliyê li bendê me ku kesek êrîşî min bike.”

Ev gotinên ku di destpêkê de mîna derbasbûna ji rêyek kujerder xuya dibe, aydê jinek ciwan ku tirsa xwe ya ji ber derbasbûna çend polîsan a li pêşiya wê çêdibe, vedibêje. Li Kirmaşanê, hebûna zêde ya hêzên ewlehiyê ya li xalên kontrolê û xaçerêyan, li şûna avabûna hestek ewlehiyê, tirs û fikarên welatiyan zêde dike.

Raporên herêmî û vegotinên şahidan, diyar dikin ku hêzên ewlehiyê welatiyan radiwestînin, lêpirsîn dikin û biçûk dixin. Ev rewş, ji bo gelek kesan hebûna li qadên giştî veguherand ezmûnek rojane ya tirsê.

‘Polîsan heqeret li dayîka min kirin’

Y.K. ya da zanîn li Kirmaşanê rastî tundî û reftarên biçûkxistinê yên hêzên ewlehiyê hatiye û wiha axivî: “Ez derdora saet 11’ê şevê di rêyekî de derbas dibûm. Polîs hatin pêşiya min û min rawestandin. Destpekê eşyayên min lêgerîn kirin û piştre jî etîketên li ser motorsîkleta min û cilên min wekî hincet nîşan dan. Dema ku min dest bi nîqaşê kir, yek ji polîsan tîşortê min qetand û piştre tundî li dijî min bikaranî. Piştre jî gotin ji bo ku destûr bidin çûyîna min, divê ez heqaretê li dayîk û xwişka xwe bikim. Polîsan, heqeret li dayîka min kirin. Ez pir hêrs bûm û min dest bi nîqaşê kir. Herî dawî piştî ku li min dan û motorsîkleta min şikandin, destûr dan ez biçim.”

Tê îdiakirin ku di mehên dawî de Komara Îslamî ya Îranê hewl dide bi rêya polîtîkayên tepeserkirin, tundî û tirsandina gel kontrola xwe bidomîne. Pêlên nû yên darvekirinê, girtinên berfireh û pêkanînên dijwar a li kolanan, rexneyên ku tirs û tepeserkirin bû parçeyek a şêwaza rêveberiya rejîm e, zêde dike.

‘Tînazê xwe bi min kirin û dîmenên min kişandin’

S.K. ya 20 salî ya li Kirmaşanê jî, diyar kir ew bi awayekî demkî hatiye binçavkirin û wiha got: “Li nêzî Qada Mossedegh, çend erkdarên jin ên bi burqa, mudaxeleyî pantorê min kirin. Dema ku me dest bi nîqaşê kir, min birin navendek binçavkirinê. Li wir hinek hêzên ewlehiyê min biçûk xistin û yek ji wan got, 'Tu beriya ku werî binçavkirin, te sûcdariyan dikir, niha tu dê bedêla vê yekê bidî.' Piştre hinek av li pantorê min reşandin, dest bi kişandina vîdeoya min kirin û tînazê xwe bi min kirin û  ‘Berê xwe bidin ji tirsan bi xwe de kir’ gotin.”

Biçûkxistin veguherî amûra zextê

Bi rêya muameleya dijwar û nemirovane ya biçûkxistina girtî û kesên di bin çavan de, li Komara Îslamî ya Îranê xwedî dîrokek dirêj e û gelek caran bi gef, çavtirsandin û zexta derûnî re tê pêkanîn. Lê belê, tê gotin ku di mehên dawî de ev pêkanîn bêtir eşkere û bêrêz bûne ku biçûkxistina eşkere ne tenê girtiyan hedef digre, di heman demê de dibe amûrek ji bo afirandina tirsa civakî, nîşandana hêzê û xurtkirina têgihîştina bêcezatiyê ye.

Zexta hêzên rejîma Îranê ya li dijî gel

Ferîde D. ya diyar kir beriya demek kurt derbarê vê mijarê de nûçeyek amedekiriye û xwedî zêdetir agahiyan e, wiha got: “Di demên berê de hinek sînordarkirin ku hêzên ewlehiyê dikarin çawa li hemberê kesên di çavan de tevbigerin, hebûn. Lê, di salên dawî de û bi taybetî jî piştî xwepêşandanên dawî, em dikarin bibêjin ku di pratîkê de hemû hêzên ewlehiyê him biryaran dide û him jî cezayan dide. Wekî ku ji hemû kesan re destûra hatiye dayîn ku kesên dixwazin bigrin û li dijî wan zextên biçûkxistin, derûnî, fîzîkî û zayendî yên cûrbecûr bikar bînin.”

Ev vegotin, derbarê zêdebûna pratîkên kêfî û tundiyê ya di pêvajoyên binçavkirinê yên hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê de, tabloyek xemgîn eşkere dike. Li gorî vê tabloyê, sînorên qanûnî û mirovî her diçe nezelal dibin û biçûkxistin, muameleya xirab û zextên derûnî ya mirovan, dibe perçeyek mekanîzmaya çewsandinê.