Ji jinên Sûdanî ji bo parastina mafên jinên di şer de kampanya: Edaleta Jinan

Kampanyaya ‘Edaleta Jinan’, mîna bersivek ji bo rastiya dijwar a ku jin di kampan de dijîn, hate destpêkirin. Çalakvan tekez dikin ku edalet bi destekkirina beşdariya wan e di biryardayînê de dest pê dike.

MÊRVAT EBD EL-QADIR

Sûdan – Însiyatîfa “Ji Zordariya li ser Jinan li Sûdanê re Na”, destpêkirina bi tevlîbûnek berfireh a rêxistin û însiyatîfên jinan ên Sûdanê,  kampanyaya ‘Edaleta Jinan’ ragihand. Berpirsyarên wê tekez kirin ku zehmetiya rastîn di şiyana girêdana gotarê ya bi rastiya dijwar a ku jin îro tê de dijîn de ye.

Armanca kampanyayê

Destpêkirina kampanyaya ‘Edaleta Jinan’ bi dirûşmeya “Laşê jinan ne qada şer e û mafên wan nayên nîqaşkirin” pêk hat. Ji bo ku rewşa jin û jinên ciwan li herêmên şer bê ronîkirin, binpêkirin bên şopandin û belgekirin, bêdengiya li ser qurbaniyan tê ferzkirin bê şikandin û hişmendiya li ser mafên jinan ên qanûnî, sivîl, siyasî, aborî, civakî û çandî were zêdekirin, ev hewldan pêk hat.

Beşdarên Kampanyaya ‘Edaleta Jinan’

Kampanya ji Kombûna Dezgehên Daxwazkar (TAM), Komên Siyasî û Sivîl ên Jinan (MANSAM), Koma Parastina Maf û Azadiyan, Eniya Demokratîk a Parêzerên Sûdanî, Rojnamevanên ji bo Mafên Mirovan (JHR), Hevpeymana Parêzevanan, Komeleya Hunermendên Jin ên Sûdanî, Însiyatîfa Jinan ji bo Rawestandina Şer, Komeleya Jinên Nubî ji bo Perwerde û Geşepêdanê (NUIDA) û Bloka Kandakat a Omdurmanê pêk tê.

Grûpên jinan ên beşdar, piştrast kirin ku kampanyayê ji dema destpêkirin û ragihandina xwe ve bala medyayê kişandiye ser xwe û ew serkeftin û bidestxistina armancên wê hêvî dikin.

‘Êşa jinan ne tenê bandorek alî ya şer e

Koman gotin ku “bêyî edaleta ji bo jinan, aştiya rastîn û bê hesabdayinê, edalet jî tuneye.” Kampanya diyar dike ku êşa jinan ne tenê bandorek alî ya şer e, her wiha encama nebûna edaletê û hevkariya bêdengiyê ye jî. Ew dibêjin ku bidestxistina edaletê ji bo jinan ne vebijarkek paşxistî ye, pêdiviyek lezgîn e.

Koalîsyonek jinan pêşengiya kampanyayê dike

 Sadiya Îsa Ismaîl ku Sekretera Giştî ya Komeleya "Malbata Me" ya ji bo Kesên Astengdar û endama komîteyên hevrêzkirina "Matin" û "Ji Zilma li ser Jinan re Na" ye, dibêje ku wek çalakvanên mafên jinan, ew pir bala xwe didin vê kampanyayê. Sadiya da zanîn ku amadekariyên kampanyayê bi beşdariya gelek rêxistin û însiyatîfan di belgekirina binpêkirinan de, mehek berê dest pê kirine û wiha got: “Armanca kampanyayê ew e ku ji bilî destekkirina gelek mijarên din ên ku jinan eleqedar dikin, di medyayê û qanûnî de ji bo pirsgirêkên dadweriya jinan parêzvaniyê bike, vegere ser rêya şoreşê û dirûşmeya “Azadî, Aştî û Edalet.”

Stûnên bingehîn ên avakirina civakên dadperwer û domdar

Sadiya Ismaîl piştrast kir ku kampanya dê di du qonaxan de ku her yek sê mehan didome bê meşandin. Sadiya got ku bi armanca pêşxistina edalet, azadî û wekheviyê ya di navbera hemû endamên civaka Sûdanê hewl didin û wiha pê de çû: “Ev pabendbûn ji baweriya xurt a beşdaran bi mafên mirovan û girîngiya bidestxistina wekheviyê ya bêyî ti cudahî tê. Ji ber ku ew yek ji stûnên bingehîn ên avakirina civakên dadperwer û domdar e.”

‘Jin di şert û mercên mirovî yên pir dijwar de dijîn

Sadiya Îsmaîl tekez kir ku kampanya jin û jinên ciwan ên astengdar dihewîne û bal kişand ser dijwariyên mezin ên ku ew di ronahiya rewşa nazik û aloz de ji destpêka şer ve pê re rû bi rû dimînin. Sadiya, ragihand ji ber ku piraniya wan an koçber an penaber in, an jî li herêmên şer bê parastin, di şert û mercên mirovî yên pir dijwar de dijîn, ji lênêrîna tenduristî, stargeh, perwerde û ewlehiya xwarinê bêpar in, û ji birçîbûn û şert û mercên jiyanê yên xirab dikşînin.

Nêzîkatiyeke berfireh ji bo çareserkirina kokên cudakariyê

Sadiya Îsa Îsmaîl destnîşan kir ku kampanya rêbazek ji bo çareserkirina rewşên nakokiyên cûda dipejirîne û ev agahî dan: “Bi armanca gihîştina vîzyonek berfireh ku sedemên bingehîn ên pirsgirêkên ku bandorê li jin û jinên ciwan dikin ên di nav de jinên xwedî pêdiviyên taybet hene, çareser bike dixebite. Edaleta femînîst rêbazek ji bo rakirina hemû cûreyên cudakariyê temsîl dike. Garantiya bingehîn e ku jin bi tevahî ji mafên xwe sûd werbigirin, cûdahiyên taybet yên wekî rewşa jin û keçên astengdar û jinên pîr li ber çavan digire. Dabînkirina cîhên guncav ji bo wan ku di nav de zimanê îşaretan Braîlle heye û amûrên cûda yên gihîştinê, mîsoger dike. Bi vî rengî prensîbên wekhevî, edalet û derfetên wekhev bipêş dixe.”

Sadiya Îsmaîl destnîşan kir ku kampanya banga nirxandin û reformkirina qanûnan û mîsogerkirina hebûna jinan li ser maseya danûstandinan wek beşdar û biryarderan dike û wiha domand: “Bi vî rengî beşdariya wan a çalak, bihêzkirina aborî û afirandina derfetên ku dihêle ew bi rûmet bijîn, zêde dike. Her wiha banga destekkirina beşdariya jinan û bicîhanîna biryara 2025’an a li ser bihêzkirina jinan, aştî û ewlehiyê kir, wê wergerîne gavên pratîkî li ser erdê.”

Kampanya ji perspektîfa medyayê

Rojnamevana di mijarên jinan û yên sînorî de pispor Înam El-Nûr diyar kir ku axaftina li ser edaleta rastîn a jinan nikare ji rastiya ku jin îro dijîn were veqetandin. Înam got ku cihê wan ne di hol an daxuyaniyên fermî de ye, di kampan de, di stargehên teng de û di bajarên ku hê jî di bin bombebaranê de ne jî. Wê zêde kir ku jin ne li qiraxên vê karesatê ne, di dilê wê de ne. Di kampan de, jin hene ku her tişt winda kirine, lê dîsa jî ew her sibeh radibin da ku di rêzan de ji bo av û xwarinê bisekinin, berpirsyariya piştgiriya tevahiya malbatan di şert û mercên nemirovane de hildigrin ser xwe.

‘Jiyana jinan di rastiyek nazik de ku naguhere

Derbarê girîngiya kampanyayê ya ji bo jinên Sûdanê de, Înam El-Nûr rave kir ku armanca wê ya sereke ew e ku pirsgirêkên jinan ji kêlekê ber bi navenda balê ve bibin. Înam hişyarî da ku zimanê tund ê ku di axaftinê de tê bikaranîn divê tenê nebe gotin, di heman demê de jiyana jinan di rastiyek nazik de ku naguhere, berdewam dike.

Derbarê daxuyaniya ku kampanya bi rêya wê hatiye destpêkirin de, Înam El-Nûr ragihand ku girîngiya wê di wê rastiyê de ye ku ew mijara jinan vedigerîne navenda nîqaşa li ser edaletê li Sûdanê. Înam destnîşan kir ku dijwariya rastîn ne di dayîna daxuyaniyan an jî bikaranîna zimanê tund de ye, di şiyana girêdana vê gotarê bi rastiya dijwar a ku jin îro tê de dijîn de ye.