Ji goristana Ayçî heta kolana Cebraîl: Jin Jiyan Azadî
Li Efganistan û Îranê tevî qedexeyên giran ên li dijî jinan, têkoşîna jinan di qada giştî de didome. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye sembola daxwazek hevpar ku sînoran derbas dike.
JIWAN ŞERÎFZADE
Bukan – Di rejîmên serdest ên wek Talîban û Komara Îslamî ya Îranê de, dewlet an jî desthilatî hewl didin bi rêya kontrola li ser bedenê jinan, sazûmaniya siyasî ji nû ve hilberînin; pêçandina mecbûrî dibe yek ji xalên destpêkê yên vê serdestiyê.
Bi salan e, jinên li Îran û Efganistanê, awayên cûda ên têkoşînê dijîn û bi hêza jinan hewl didin van astengiyan derbas bikin. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştî kuştina Jîna (Mahsa) Emînî ji aliyê hêzên dewletê ve bilind bû, yek ji mînakên herî girîng ên van hewldanan e. Ev dirûşma ku di sala 2022’an de li goristana Ayçî ya li Seqizê bilind bû, li seranserê cîhanê belav bû.
Di rojên dawî de li Heratê li dijî jinan bi hinceta ‘li gor pîvanên hîcabê yên Talîbanê tevnagerin’ mudaxeleyên li kolanan, binçavkirinên ku ji aliyê endamên Emr-î Maruf ve tên kirin û pevçûnên di navbera Talîban û xwepêşandanên li kolana Cebrîal de, bû sedema bertekên berfireh.
Ezmûnên jiyana jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan didin ku ew, beşên ku herî zêde êşa jinên li Efganistanê fêm dikin in. Ji ber ew jî bedenên ku tê xwestin bên kontrolkirin, kirine qadek têkoşînê, her roj bi porê xwe li dijî desthilatdariya rejîmê derdikevin. Ev berxwedan ne tenê bi mijara pêçandinê an kolanan ve sînordar e; li mal, girtîgeh û her qada ku têkoşîna mafên mirovan ên jinan lê didome zêde dibe. Îro, jinên li Rojhilat û Îranê xwe wekî dengê xwişkên xwe yên li Efganistanê dibînin û bi coş li gel wan dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz dikin.
Ji êşê ber bi ezmûnê ve: Ezmûna hevpar a jinbûnê ya li derveyî sînoran
Belkî xala herî girîng a hevpar a jinên Îran û Efganî, fêmkirina ku pirsgirêk ne tenê li ser cil û bergan an jî mafek taybet e; pirsgirêka bingehîn, mafê diyarkirina çarenûsê ye. Jina 25 salî ku li Bokanê dijî Kîmya M. têkildarî mijarê wiha got: “Jin li dijî fikrê ku dewlet an hêza siyasî dikare li ser beden, jiyan û pêşeroja wan biryar bide, serî radike. Ji ber dema hikûmetek jinan kontrol bike, kontrolkirina beşên din ên civakê pir hêsantir dibe. Ezmûnên hevpar ên jinên li Rojhilata Navîn a berxwedan, têkoşîn û cudakariya li ser bingeha zayendî hene. Lê belê, ji ber wekheviya di navbera Talîban û Komara Îslamî ya Îranê de, jinên Efgan û Îranî êşên hevdû baştir fêm dikin. Ji bo cîhanek çêtir û pêşerojek çêtir ji bo jinan, divê em li dijî pergalên serdest bisekinin û derbarê çarenûsa xwe de bi xwe biryar bidin.”
Pêwîstiya yekgirtina jinan
Têkoşîna ku jinên li Efganistan û Îranê di nav gule, xwîn û zexta sîstematîk de didomin, nîşaneya berbiçav a hevgirtina jinan e. Li gorî gelek parêzvanên mafên jinan, ev ruhê hevgirtinê kesên di civakên mêr lê serdest in de desthilatdar in ditirsîne.
Parêzer û aktivîsta mafê jinan Pexşan Q. mîna gelek jinan, balê dikşîne ser girîngiya hevgirtina jinan û peyama piştgiriyê dide jinên Efganistanê û dibêje: “Em nikarin xwe ji jinên Efgan cuda bibînin. Jinên Efgan hem li Îranê û hem jî li welatê xwe bi zilmê re rû bi rû ne. Bi heman awayî, jinên Îranê, mîna Çîman Huseyînzadeh ku vê dawiyê li Efganistanê hate kuştin, nikarîbûn ji vê zilmê bên parastin. Divê em bi hev re dengê xwe bilind bikin. Pergala mêrê serdest jinan ji hev qut dikin û tenê dikin û hakimyeta xwe ji nûve dihilberîne. Ji ber vê yekê, rizgariya jinan ancax bi têkoşînek hevpar û tora hevgirtinê mimkun e. Jinên li çar aliyê cîhanê divê bibin dengê jinên Efgan.”
Azadiya jinan, azadiya civakê ye
Hêmana herî girîng a di xwepêşandanên dawî li Efganistan û tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Îranê balkêş, beşdariya girseyî ya jinan bû. Li gel vê, ji bo destekkirina daxwazên mafê mirovan, mêr jî li gel jinan beşdarî xwepêşandanan bûn.
Yek ji kesên ku ji ber xwepêşandanên 2022’an li Îranê hatine girtin Kejal Şerîfî (navê ne rast), ev nirxandin kir: “Zextên li dijî jinan, awayê herî kevin ê dîrokê ye. Beriya dewletan, beşan û gelek şêweyên din ên newekheviyê hebû. Ev newekhevî bingeha şêweyên din ên zordestî û neheqiyê di civakê de pêk tînin. Şoreşa rast a li Îran û Efganistanê ne tenê şoreşek e ku armanc dike pergala siyasî biguherîne; di heman demê de şoreşek derûnî ye jî. Divê hemû kesê cîhanê fêm bike ku rêya azadiya civakê di azadiya jinan re derbas dibe. Dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sînorên erdnîgarî, demkî û yên li ser bingeha zayendî bêwate dike. Ji ber vê yekê, azadî û têkoşîna ji bo azadiya jinên Efganî, azadiya me û têkoşîna me ye.”