Ji bo Ayşe Tuba ne edaleta mêr divê ya rastîn hebe!

Yalçin Ozalpay ê ku bi satorê êrîşî Ayşe Tuba Arslan kir û qetil kir, ji ber sûcê "kuştina bi qestî ya bi hestiyarî yan îşkenceyek cinawirîn" re cezayê hepsa muebetê ya giran girt. Di encama lêpirsîna temyîzê ya ku ji hêla Daîreya Ceza ya 2’yemîn a Enqereyê ve hat kirin de, dozger diyar kir ku "kuştina bi hestek cinawirî û êşkence" ne mumkun e û serlêdana daxistina teşwîqê xwest. Di vê daxwazê de, hewl tê dayîn ku dosyaya dozê bê guhertin û bi îdiayên "îxanetê" ku em di gelek bûyerên hevberdan û bûyerên kuştina jinan de dizanin, bê guhertin.

ZEYNEP PEHLÎVAN
Eskîşehîr- Encamên neyînî yên ku li Tirkiyeyê piştî Peymana Stenbolê derketin; ji niha ve balê dikşînin ser xwe. Bûyerên kuştin, tacîz an şîdeta sîstematîk a li dijî jinan her diçe zêde dibin. Bi rastî, dozger daxistinên provakasyona neheq jî ji bo qetilkina jinan bi hestên cinawir pêk bînin dixwazin. Piştî betalkirina peymanê, îro, em dibînin ku qetilkirina jinan bi awayeke meşrû dibe, nemaze bi girtina qalibên wekî kevneşopî û namûsê li pişt xwe. Mizabin, mînaka vê ya herî berbiçav mijara Ayşe Tuba Arslan a ku nava rojê de ji hêla hevjînê xwe yê hevberdayî ve li Eskîşehîrê bi satorê hat kuştin e.
Yalçin Ozalpay ê ku bi satorê êrîşî Ayşe Tuba kir, ji hêla 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Eskîşehîrê ve bi cezayê muebeta girankirî hat mehkûmkirin. Lê belê, daxwaza parastina parêzerê bersûc ji bo vekolîna îtirazê bû sedem ku kêmkirina neheq were rojevê. Di encama lêpirsîna serlêdana îtîrazê ya ku ji hêla Daîreya Ceza ya 2’yemîn a Enqereyê ve hat kirin de, dozger nirxand ku kuştina bi hestek cinawirî û îşkence ji holê radike û divê kêmkirina teşwîqê were sepandin. Di vê daxwazê de dê di gelek bûyerên hevberdanê û qetilkirina jinan de, bi îdiayên "xayîntiyê" were guhertin, 
Em bi Heval Yıldız Karasu, yek ji parêzerên "Komîsyona Dozê ya Ayşe Tuba Arslan" re, li ser geşedanên dozê û têkiliyên hemû van zextan bi Peymana Stenbolê re axivîn. Lê pêşî, em bi kurtî qetilkirina Ayşe Tuba Aslan û pêvajoya darizandinê bi bîr bînin. 
Çi hatibû jiyîn?
Ayşe Tuba Arslan di 11’ê Cotmeha 2019’an de, li yek ji kolanên herî navendî yên Eskîşehîrê, ji hêla hevjînê xwe yê berdayî Yalçin Ozalpay ve bi êrîşa satorê re rû bir û ma. Ayseya ku piştî vê êrîşa hovane rakirin nexweşxaneyê, mixabin 44 rojan têkoşîna xwe ya jiyanê winda kir. Lê belê, hat hînbûn ku berî Ayşe bimire, 23 caran serlêdana sûc wekî tehdît, birîndarkirin û heqaretê kiriye. Tevî ku darizandin berdewam dike ku bi heman zext û gefên mirinê re rû bi rû bimîne, Ayşe di daxwaznameya xwe ya dawî de wiha gotibû:
“Tevî gelek gilî û gazinan, min tu encam negirt. Li dijî kesê bi navê Yalçin Ozalpay tu serlêdan nemayê ku min nekiriye. Ez gefên kuştinê ji vî kesî dixwim. Ma piştî mirina min hûn ê alîkariya min bikin? Ez pir mexdûr im." 
Wê demê li Eskîşehîrê, 7 parêzeran raporek amade kirin ku bi berfirehî belge dikir ku Ayşe Tuba tevî 23 giliyên sûc nayê parastin. Li aliyê din, hat diyarkirin ku mêrkuj plana kuştinê kiriye, gef xwar û roja kuştinê gav bi gav Ayşe şopand. Di rapora muayeneya mirinê de gelek nîşan hatin dîtin ku Ayşe bi hestên cinawirî û bi sêwiranê hatiye kuştin. Dadgeha Cezayê Giran a 3’emîn a Eskîşehir biryar da ku "bersûc dê bi cezayê muebetê yê giran were cezakirin" bi hinceta "bersûc sûcê kuştina bi zanebûn bi sêwiranê, bi hestek cinawirî yan bi îşkenceyê kirin" kir û tehrîka bêmaf û daxistina ji bo rewşa baş nehat dayîn.
"Ev hat vekolîn ka em çawa dikarin li gorî mêran biryarê bidin" 
Odeya Ceza ya 2’yemîn a Enqereyê BAM ku divê kêmkirina provakasyona neheq were sepandin, ji nişkê ve pêvajoyê guherand. Parêzer Heval Yildiz Karasu ku ji destpêkê ve bi parêzerên din re şopdara doza Eskîşehîrê bû û di heman demê de endama "Komîsyona Dozê ya Ayşe Tuba Arslan" e, geşedanên mijara gotinê ji ajansa me re wiha nirxand:
"Dadgeha herêmî bi rastî biryarek ku wekî me dixwest bê daxistin da. Dû re îtîraz hat kirin. Em difikiriyan ku ji îtîrazê tiştek dernekeve. Di dozê de, kesa bi navê Şebnem yek ji wan kesan bû ku bi sêwiranê kuştî dît. Ji ber ku ditirse nekaribû were dadgehê. Wê demê, dadgeh bi îfade wê ya yekem razî bû. Dadgeha Îstînaf biryarek navbirî da û got, "Ez ê wê guhdarî bikim." Her wiha em fikirîn ku tenê li şahid were guhdarîkirin; lê belê, dozger ji nişkê ve ramanên xwe got, 'Bi sêwiranê kuştinek heye; lê kuştina bi hest û êşek cinawirî di vê bûyerê de tune ye. Wekî din got, "Di lêkolîna qeydên Ayşe Tuba yên beriya hevberdanê de delîlên rast di qeydên HTS’ê de hene ku mêr hatiye xapandin.” Dibe ku qeydên Ayşe hebin lê ya herî girîng ev e ku di doza hevberdanê de jî ew wekî delîl nayên qebûlkirin, qeydên HTS’ê wekî bîrekê dikolin tên dîtin. Wê deme biryara berê vala derdikeve. Doza qetilkirina jinek bi awayekî hovane; li ser tiştê ku dikare were kirin û çawa dikare di berjewendiya zilam de biryarek were girtin lêkolînek hat kirin. Ev pêvajo; dema ku ew berê xwe ji Peymana Stenbolê vedikişand, veguherî rewşek ku dadmendiya mêr tê xwestin.” 
Kuştin di bin navê namûs û hinceta xapandinê de meşrû dibin
Em gelek caran dibin şahidên bikaranîna hincetên xapandinê da ku em kêmkirina cezayê kuştinê yên li li Tirkiyeyê hatine kirin bistînin. Dema ku sedema kuştinê "xapandin" be, kuştin çiqas hov be jî, ew hewl tê dayîn ku bi rengek were rastkirin. Ya xerabtir jî hincetên bi vî rengî li salonên dadgehê û her wiha di civakê de bersivek dibînin. Tê dîtin ku Komîsyona Dozê ya Ayşe Tuba Arslan ku şopdarek nêzê dozê ye, di daxuyaniya çapemeniyê de bi van gotinan bal kişand ser vê mijarê:
"Mixabin, maskeya namûsê û behaneyên xapandinê li welatê me di kuştinan de parastina ku herî zêde tê bikaranîn e. Di vê xalê de, Peymana Stenbolê, ya ku hikûmet hewl dide betal bike, peymanek e ku teqez dike têgînên wekî çand, adet, ol, kevneşopî û bi navê namûsê nayên qebûlkirin wekî sedemên ku tundiyê rast dibînin û dewletên alî divê di vî warî de berpirsiyariyê bigirin. Di van rojên ku betalkirina Peymana Stenbolê, zewaca zû û efûya nerasterê ya tecawizkaran hat nîqaşkirin de, ev raya ku ji hêla dozger ve hatî dayîn wekî yek ji nimûneyên herî berbiçav a EDALETA MÊRAN derket pêş. 
Edaleta ku hawara Ayşe ku 23 car serlêdan kir û edalet xwest, nebihîst. Bi zexmkirina belgeyan û  doza hevberdanê ji delîl nayên hesibandin, hewl dide bi dîtina belge û agahdariyên ku bêbingeh in û naveroka wan nayê fêhkirin, agahiyan berhev bike û ji bo di berjewendiya meran bi kar tîne. Ger dozger li dadgehê piştgirî bide vê hewldanê, daxistinên namûsê yên ku em di cînayetên zewacê de qebûl nakin dê ji niha û pê ve bibe xelekek jiyanê ji bo mêrên berdayî. Ew biryara dadgeha herêmî ya ji bo kuştina Ayşe Tuba Aslan hat dayin, peşî ji bo Ayşe, ji bo jinên ku ev doz şopandin e serkeftinek e. Divê were zanîn ku dê jin di danişîna di 25’ê Hezîranê de bê lidarxistin ji vê serkeftinê tawîzê nedin.”