Ji bo 5 rojnamegeran tahiliye hat xwestin

Dozger ji bo 5 rojnamegerên dema şopandina nûçeyê de hatîn binçavkirin daxwaza beratê kir.

 
Mêrdîn- Di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Amed û Wanê hatibûn kirin di 20'ê Tebaxa 2019'an de li Mêrdînê çalakiya li dijî tayinkirina qeyûman hatibû lidarxistin.
Di êrişa li dijî çalakiyê de nûçegîhana me Rojda Aydin, Rojnameger Nûrcan Yalçin, Halîme Parlak û nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ahmet Kanbal û Mehmet Şah Oruç her wiha Mehmet Ete, Hamza Ete û Selim Şimdi hatibûn binçavkirin û piştî 7 rojî hatibûn berdan. Di lêpirsîna bi idiaya "endamtiya rêxistinê" de derbarê 8 kesî de biryara neşopandinê hat dayin û di doza hat vekirin de dozger mutalaaya xwe eşkere kir. 
Berî rûniştina dê di 20'ê Cotmehê de li 1'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Mêrdînê bê lidarxistin dozgeriyê mutalaya xwe eşkere kir û berat xwest. 
Tê hêvîkirin şandeya dadgehê di rûniştina dê di 20'ê Cotmehê de bê dîtin de biryarê bide.