Ji ber perwerda zimanê Kurdî da cezayê girtîgehê girt

Mamostaya zimanê Kurdî Zara Mihemedî li Rojhilatê Kurdistanê rastî 5 sal cezayê girtîgehê hat.

Navenda Nûçeyan - Zara Mihemedî ya bi dilxwazî mamostahiya zimanê Kurdî dike sala derbasbûyî ji aliyê rejîma Îranê hev hatibû binçavkirin. Zara ya wê demê bi kefalet hatî berdan paşê ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Sînê ve carekedin rastî 10 sal cezayê girtîgehê hat. Piştî  cezayê Zara ji Dadgeha Temyizê derket 5 sal hat xwarê.
Birayê Zara, Heybet Mihemedî diyar kir ku xwişka wî hatiye hedefgirtin û bi bihaneyên cuda tê sucdarkirin û wiha domand: “Her care hikumeta Îranê cezayek cuda li ser xwişka min disepîne. Demekê ji ber muxalefetiya li hemberî Komara Îslamî, demekê jî ji ber piştevanî kirina Partiya Sosyalîst hat sucdarkirin. Çend roj berê jî bi fermi 5 sal ceza danê û diyar kirin ku divê di nava 10 rojan de Zara biçe teslîmî wan bibe.”
23’ê yê Gulana 2019’an Hêzên Îtalat ê bi hinceta perwerda ziman Kurdî dide zarokan bi ser mala Zara Mihemedî de girtibûn.