Ji aktîvîsta mafên mirovan Mawada El-Cumaî desteka ji bo ajansa me
Aktivîsta mafên mirovan Mawada El-Cumaî piştrast kir ku ajansa me platformek medyayî ya jinê ya pispor e ku ji bo ronîkirina pirsgirêkên jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, jinên li herêmên şer, jinên Efrîkî û tevahiya jinan dixebite.
ZIHÛR EL-MEŞREQÎ
Tûnis – Di nav veguherînên çandî û civakî yên bilez ên ku di civakên me de diqewimin de, ‘medyaya jinê’ wek yek ji diyardeyên herî bi nîqaş û nakok derdikeve pêş. Di encamê de, ev êrîşa li ser medyayê ne tenê bertekek bêserûber e, nîşana fikarek kûr a civakî li ser guhertinê ye. Ev bi taybetî giraniya vê medayayê ne bi hejmara şopîner an qada weşanê, bi şêwazek jiyanê ya ku ji awayê jiyanê re dibêje ‘va me’ û bi dehsalan bibiryar e, tê pîvandin li berçav bê girtin, derbasdar e.
Ji ber vê, pirsa bingehîn a vê mijara lêkolînê bi vî awayî derdikeve holê: Em çawa dikarin di navbera daxwazên mafdar ên rewa û fikarên çandî yên ku ji hêla vê gotarê ve têne xurtkirin de cûdahiyê bikin? Gelo êrîş ji naveroka gotarên femînîst tê an ji xwezaya pevçûnê ku ji hêla medyaya dîjîtal ve di serdema hemdem de tê ferzkirin?
Sedema êrîşê çi ye?
Ev êrîş ne tesadufî ye; berovajî vê, encama rasterast a rola medyaya jinê ye. Ne tenê mafên jinan xwestiye, hîn bêtir çûye, gotara baviksalar û otorîteya pergala baviksalar eşkere kiriye. Ev medya di eşkerekirina mekanîzmayên zirav ên ku serdestiyê di malbat, kargeh û saziyên qada giştî de ji nû ve hilberînin de serketî bûye. Pratîkên ku berê wek ‘dayîk’ an beşek ji xwezayê dihatin hesibandin, veguherandine pratîkên ku ji bo rexne û lêkolînê vekirî ne.
Ev ‘eşkerekirina’ pergala baviksalar tundiya parêzvanên wê eşkere dike. Têkoşîna li vir ne tenê li ser mafên sivîl e, di heman demê de têkoşînek ji bo ‘rewabûna hêzê’ di mal û civakan de ye. Medyaya jinê êdî ne tenê dengek e ku daxwaza edaletê dike. Ew bûye neynîkek ku kêmasiyên pergala baviksalar nîşan dide. Ev yek bûye sedem ku pergal her platformek an dengek jinê wek gefek rasterast li ser aramiya xwe ya dîrokî ku demek dirêj e li ser bêdengkirina jinan û tepeserkirina hişmendiya wan hatiye avakirin bibîne.
Hedefgirtina platformên jinan
Ev analîz ji rastiyê ne gelek dûr e, ji ber ku ev nakokî vê dawiyê di êrîşa sîberî ya li ser ajansa me, ‘Ajansa Nûçeyan a Jinan a Rojhilata Navîn NuJINHA’ de xwe nîşan da. Nîqaşa li ser girîngiya piştgirî û hevgirtinê ji bo medyaya jinê, dîsa anî rojevê.
Aktivîsta mafên mirovan Mawada El-Cumaî piştgiriya xwe ji bo ajansa me ku vê dawiyê rastî êrîşek sîber hatî anî ziman. Mawada El-Cumaî piştrast kir ku ajansa me platformek medyayî ya jinê ya pispor e ku ji bo ronîkirina pirsgirêkên jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê, jinên li herêmên şer, jinên Efrîkî û bi giştî jinan dixebite. Mawada da zanîn ku ajans hewl dide dengê jinên ku cihê wan tune ne ku xwe îfade bikin bilind bike û wiha got: “Ez li ber êrîşên ku di van demên dawî de ajans lê rast hatî, gelek xemgîn im. Ajans bi saya hewldanên bêwestan ên rojnamevanên xwe yên jin, yên ku tevî şert û mercên dijwar û gefan jî ji bo bilindkirina dengê jinan dilsoz in, xebata xwe didomîne. Min hêvî nedikir ku ev cure hedefgirtin çêbibe.”
Mawada El-Cumaî hewldanên bêrûmetkirin û gumanbarkirina yekperçeyiya ajansê ku rêxistinek medyayê ya jinê ye rexne kir û pabendbûna xwe û tîma xwe ji bo berdewamiya karê xwe, ji nû ve piştrast kir.
Mawada El-Cumaî girîngiya yekîtî û piştgiriya ji bo ajansê di çareserkirina van pirsgirêkan de tekez kir û diyar kir ku ev destkeftiyek girîng e ku divê bê parastin.
Di dawiyê de, Mawada El-Cumaî bal kişand ser armanca wan a wekî rojnamevanên jin ku bighîjin armancên xwe yên dawîn. Mawada, pêkanîna daxwazên jinan û avakirina femînîzmek rastîn ku ji klîşeyan derbas dibe û deng û dozên adil ên jinan xurt dike, destnîşan kir.