Hewl didin dosyaya Pinar a bi çeka gardiyan hat qetilkirin bigrin!
Pinar Bulunmaz bi çeka mêrê pê re zewicandîbû bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da û hewl tê dayîn dosyaya wê were girtin. Parêzer Okan Altekîn diyar kir ku lêpirsîneke baş nehatiye kirin û got: “Rayedar bi gumana cînayeta jinan nêzî bûyerê nabin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha- Li taxa Hemîdiye ya Siwêrega Rihayê, 22 Sibatê Pinar Bulunmaz a 28 salî piştî ku di nava wesayîdê de bi hevjînê xwe yê gardiyan re nîqaş kir, bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da. Mirina Pinar Bulunmaz a ku bi çeka Ridvan Bulunmaz jiyana xwe dest da, weke ‘întihar’ ket qeydan. Lê delîlên ku ketin dest û dîmenên beriya bûyerê nîşan didin ku bûyer ne întihar, qetilkirin e.
Dema ku li dîmenên di dosyayê de tê nêrîn, tê dîtin ku Pinar û Ridvan li devê derî rastî hev tên. Ridvan Kaçar bang li Pinar Bulunmaz a ku bi terlikê direve dike, bi destê xwe îşareta “were” dike û bi wesayîdê li pey wê diçe. Ridvan Bulunmaz ê ku 8 deqe paşê bi milê xwe digre tê malê, Pinara ku bi giranî birîndar bûye di nava wesayîdê de dihêle. Du birayên Ridvan Kaçar, Pinarê dibin nexweşxaneyê. Roja bûyerê Ridvan jî tê de ji malbata wî 6 kes tên binçavkirin. Ridvan Bulunmazê ku di nava wesayîdê de bi guleya heman çekê birînar bûye jî tê girtin û wî dişînin girtîgehê.
Hewl didin dosyayê bigrin!
Ridvan Bulunmaz ê ku piştî girtinê, bi îfadeya şahid tehliye bû, pêşî cezayê hepsa malê dûre jî kontrola edlî lê hat birîn. Di lêpirsîna ku ji meha Sibatê ve heta niha didome de, delîlên kêm hê jî nehatine komkirin. Hem malbat, hem jî parêzer, naxwazin dosya bi neşopandinê were girtin. Li ser mijarê kekê Pinar Erdal Sevîm ê em pê re axivîn, daxwaza edaletê kir û got ku ew li bendê ne daraz biryareke bêalî ya adil bide. Erdal Sevîm wiha got: “Tevî dema ku derbas bûye jî hê delîl nehatine komkirin. Tevî ewqas gumanan, daraz bi kîjan hincetê gumanbar serbest berdide? Weke kekê Pinarê têkoşîna min ew e ku kesê vê bûyerê kiriye were girtin û edalet pêk were.”
‘Dîmenên dema bûyerê nehatin tesbîtkirin’
Parêzer Okan Altekîn da zanîn ku ev dosya nabe ji dosyayên din ên qetilkirina jinan cuda were girtin û tevî ku delîl hene jî hewl didin bigrin. Okan Altekîn, diyar kir ku dosya ji meha Sibatê ve heta niha di merheleya lêpirsînê de ye, veneguheriye dozê û li ser pêvajoyê ev agahî dan: “Tesbîtnekirina dîmenên cihê bûyerê û bi awayê hesas nekirina lêkolîna li ser kamerayên nêzî cihê bûyerê jî nîşan didin ku lêpirsîn baş nayê meşandin. Li gorî girtekên otopsiyê Pinar Bulunmaz, ji singê xwe yê rastê bi çeka bi agir gule xwariye û jiyana xwe ji dest daye. Her wiha di lêkolîna li malê de jî hatiye tesbîtkirin ku lekeyên xwînê hatine paqijkirin. Gumanbar li cihê ku Pinar Bûlunmaz bibe nexweşxaneyê destpêkê hatiye malê. Ev yek tenê jî ji bo girtî bimîne bes e lê tevî vê jî bi biryara kontrola edlî serbest hat berdan.”
‘Lêpirsînek baş nayê kirin’
Okan Altekîn ragihand ku şahidê ku ji bo berdana gumanbar hincet hatiye nîşandan, diyar e têkiliya wî bi malbata gumanbar re heye û wiha axivî: “Pêşketinên di dosyayê de dema ku bi tevahî werin nirxandin, tê dîtin ku gumanbarê divê girtî were darizandin. Bi gotinên gumanbar, tevî ku hê delîl temam nebûne bi îfadeyên şahid hatiye tehliyekirin. Ev yek jî nîşan dide ku lêpirsîn baş nehatiye kirin. Saziyên edlî bi gumana cînayeta jinan nêzî bûyerê nabin û weke îtihareke ji rêzê ya di nava malbatê de dibînin û baş lêpirsîn nakin.”