Hevgirtina jinên Mexribê sînoran derbas dike

Di salên dawî de li Mexribê hevgirtina jinan tenê bi mijarên li nava welat re bi sînor nemaye; desteka ji bo cihên ku bi hezaran km. dûr in di nava şer, pevçûn û krîzan de ne zêde dibe.

HEHAN HARÎT

Mexrib – Li Mexribê hevgirtina nû ya jinan a ku bi pêş ketiye, nîşan dide ku tevgera jinan a Mexribê, mijara mafên jinan weke mijareke cîhanî dibîne. Desteka ji bo jinên li erdnîgariyên dûr, weke teyîsîna girêdana bi edalet û wekheviyê re tê nirxandin.

Gelo jinên Mexribê, çima destekê didin jinên ku li welatên din di nava şer û pevçûnan de dijîn?

Her çendî ev pirs sivik xuya bike jî; di warê hevgirtina xwezayî ya di navbera jinan û sînoran de dibe sedema nîqaşek berfireh.

Di salên dawî de li Mexribê desteka ji bo mafên jinên ku li herêmên di nava pevçûnan de dijîn, her diçe zêdetir dibe. Vê rewşê nîşan dide ku têkoşîna femînîst, sînorên neteweyî derbas dike û ji nû ve tê pênasekirin.

Hevgirtin bi erdnîgariyê re sînordar nîn e

Li gorî parêzvana maf, parêzer û parlemanetera berê Ayşe Lehmas, di bingeha vê hevgirtinê de, tecrubeyên jinên Mexribî heye. Li gorî wê hevgirtina jinan ne mekan e, xwe dispêre tecrubeyên ku dişibin hev.

Ayşe Lehmas, diyar dike ku jinên li Mexribê yan jî li herêmên ku pevçûna li wan heye dijîn, her çendî ji hev cuda bin jî di mercên zor û bi gelek awayên şîdetê re rûbirû ne. Ayşe Lehmas bal kişand ku jib o hîskirina êşa kesên din sînor asteng nîn in, têkoşîna demdirêj a ku jinên Mexribî li dijî şîdet û cudakariyê dimeşînin, ji tiştên ku li herêmên şer tên jiyîn dûr nîn e. Ji ber wê têkoşîna rojane ji bo rûmet û edaletê tê dayîn berdewamiya wê ye û wiha didomîne.

Ayşe Lehmas diyar kir ku bi Neteweyên Yekbûyî re, di serî de torên li Efrîqa, Rojhilata Navîn û Derya Spî, bi gelek torên navneteweyî re dixebitin. Ev yek jî nîşan dide ku mijara jinan di warê navneteweyî de bi hev ve girêdayî ye, parastina mafan nabe ku di nava sînorên neteweyî de were hepskirin.

Di şeran de bedelên herî giran jin didin

Ayşe Lehmas, diyar kir ku hevgirtina li Mexribê tenê bi jinan sînor nîn e, li dijî hemû gelên ku di bin dagirkerî û dîktatoriyê de dijîn digre nava xwe û wiha got: “Sedema ku bi taybetî em balê dikşînin ser jinan ew e ku di şer û pevçûnan de yên herî zêde zirarê dibînin jin in. Tiştên li Filistîn, Sûdan an jî Sûriyeyê tên jiyîn, tenê bi hevkêşeyên siyasî nikare were îzahkirin. Di vê tabloyê de rastiya jinên ku ji rojane jiyana wan bê ewle ye, mafê wan ê parastinê û mafên wan ên bingehîn tune ne heye. Hevgirtin di astên cuda de didome, bi navbeynkariya protesto, meş û medyaya dîjîtal, girse dikevin tevgerê. Divê were zanîn ku îfadeyên sembolîk bandorên mezin çêdikin, pêşî li rêxistinbûn û gelek bertekan vedikin. Em tevlî torên navneteweyî dibin, konferansan li dar dixin û belavokên hevpar belav dikin. Bi vê yekê em jinan ji feraseta ku tenê jinan “mexdûr” dibîne diguherînin û di nava civakê de şiyariyê zêde dikin.”

Di navbera sembolîk û pratîkê de

Li gorî Ayşe Lehmas, hevgirtin tenê empatiyeke hestiyarî nîn e, çalakiyeke li ser bingeha mafan û siyasî ye û wiha dibêje: “Divê di dema şerên navxweyî û pevçûnên navneteweyî de a ku destpêkê esas were girtin parastin e. Em dikarin jinên Filistînê ji bo vê mînak nîşan bidin. Hê jî rastî komkujiyan tên. Piştgiriya ji bo wan bi xwepêşandan, sembolên çandî û navbeynkariya çalakiyên civakî şênber dibe. Divê were gotin ku zexta gel û hevgirtina navneteweyî, di eşkerekirina binpêkirinan û di piştgiriya ji bo pêvajoyên edaletê de roleke girîng dilîzin. Lewre ji bo pêşîgirtina şîdetê zagon tenê têr nakin. Prensîba civakî, tê wateya ku mafên mirovan heman in, nayên perçekirin. Nîşan didin ku nabe li cihekî mafên jinan were parastin li herêmên din binpêkirin ji nedîtîve werin. Hevgirtina bi jinên li herêmên dûr re, zanîna jinan a ku li dijî empatiya hatiye hilbijartin disekine û diyar dike ku rûmeta mirov pîvaneke cîhanî ye nîşan dide.”

Zoriyên heyî û hînbûyîn

Ayşe Lehmas, diyar dike ku tevî zoriyên aktivîstên Mexribî di vê riyê de bibînin jî, tu astengî nikare pêşî li hevgirtina wan a bi jinên li herêmên din re bigre û wiha berdewam dike: “Her çendî carna desteka ku mirov rasterast dide zor be jî rêxistinên herêmî û navneteweyî, bi riya jinên ku bûne sembol hewldanên xwe didomînin. Li Mexribê ji %50 zêdetir jin, rastî awayên cuda yên şîdetê tên. Ev yek jî nîşan dide ku pêdivî heye zagon werin bi bandorkirin, ji bo edaletê destek hebe û kapasîteya rêxistinên mafên mirovan were berfirehkirin. Bi vê yekê hevgirtina navneteweyî dibe berdewamiya têkoşîna ku li dijî şîdet û cudakariya bi mekanîzmayên hundirîn tê meşandin.”

Zagon bi serê xwe têr nake

Ayşe Lehmas, diyar kir ku zagonên neteweyî û navneteweyî di pêşîgirtina binpêkirinan de roleke krîtîk dilîzin lê bi tena serê xwe têr nakin û wiha got: “Tenê derxistina zagonan têr nake divê edalet hebe, lêpirsîn werin vekirin, ceza werin pêkanîn. Hevgirtin di eşkerekirina zext û binpêkirinên mobîlîzasyona civakî de roleke krîtîk dilîzin. Divê ji bo şîdeta li dijî jinan, bi taybetî di rewşên pevçûnan de, mekanîzmayên nûbûyî û yên berdewam ên şopandinê hebin. Jinên Mexribî li herêmên werke Darfûrê ku şer û pevçûn lê hene sefîriya NY’ê dikin, di warê navneteweyî de tên teqdîrkirin. Ev rewş rola Mexribê ya çalak di mijarên aştî û edaletê de nîşan dide. Armanc ew e ku di astên neteweyî, herêmî û navneteweyî de hêzeke baş a jinan were avakirin. Di heman demê de xwepêşandan û kampanyayên ku li herêmên weke Filistîn, Sûdan û Libyayê hatin lidarxistin, ji bo jinan dibin destek.”

Ayşe Lehmas, herî dawî got ku hevgirtina jinên Mexribî, ya li herêmên ku şer û pevçûn li wan hene, bertekek hestiyarî nîn e, bi têkoşîna demdirêj û tecrubeya bi salan teşe girtiye.”