Herat: Zêdebûna qedexeyên li ser jinan û belavbûna tirsê
Jinên li Heratê careke din dibin hedefên kiryarên hovane yên hêzên Talîbanê. Li gorî şahidan, di du rojên dawî de, bi qasî 40 jinên ciwan bi tohmeta "li gorî feramana hîcab tevnagerin” hatine binçavkirin.
BAHARAN LEHÎB
Herat – Raporên ku tên weşandin nîşan didin ku tirs û bêewlehî di nava jinên li Heratê de belav dibe. Ji ber ku tedbîrên Talîbanê tundtir dibin. Şahid dibêjin ku hêzên "fermankirina qenciyê û qedexekirina xerabiyê" kontrola li ser cilên jinan tundtir kirine û ev yek bûye sedema girtina bi dehan kesan.
Jin neçar dimînin cilên dirêj û fireh li xwe bikin
Li Efganistanê, cilên jinan li gorî kevneşopî û baweriyên malbatî, beriya rejîma Talîbanê diguherîn û piraniya jinan burka (serpoş) li xwe dikirin. Lê belê burka, cilên reş ên dirêj û serpoşên mezin li hinek parêzgehan belavtir bûne. Bi hatina Talîbanê ya Kabîlê û li parêzgehên din, jin neçar man li derve cilên dirêj û fireh li xwe bikin. Li Heratê, bikaranîna serpoşên mezin ji demên berê ve jixwe hebû lê bi hatina Talîbanê re ev yek tê ferzkirin.
Çend meh berê, van hêzan rê li ber bijîşk û karmendên din ên tenduristiyê girtin, nehiştin bikevin nexweşxaneyan ji ber ku wan burka li xwe nekiribûn. Her wiha wan hinek jinan girtin û li kolanan rawestandin. Li gorî wan, jinên ku cilên guncaw li xwe nekirin rastî gef an jî binçavkirinê hatin.
Jinên xwenda û serbixwe zêdetir rastî êrîşan tên
Talîban dest ji nêrînên xwe yên li dijî jinan, zext û zordariya li ser wan berade û li seranserê welat bi hincetên cuda zextan li jinan dike. Bi taybetî li parêzgehên ku jinên xwenda û ji aliyê aborî ve serbixwetir lê hene, jin bêhtir tên bi tometan tên tirsandin, armanca wan şikandina baweriya bi xwe ye.
Di du rojan de li Heratê bi dehan jin hatin girtin
Li gorî gotinên şahidan, di du rojên dawî de hejmara jinên ku li Heratê hatine girtin zêde bûye. Li gorî agahiyan, du keçên ciwan ên ji girtîgehê hatine berdan behsa bûyer û êrîşên cinsî yên li dijî wan çêbûne kirine. Hemşîreyek ji nexweşxaneyek hatiye girtin û bûkek jî beriya daweta xwe hatiye girtin. Li ser tora dîjîtal hinek dîmenên ku dema hêzên Talîbanê jinan direvînin nîşan didin hatine belavkirin. Her wiha hinek jin li ber çavên zarokên xwe ji aliyê Talîbanê ve hatine revandin.
Nivîskar û çalakvana medyayê ya ji parêzgeha Ferahê ku li Heratê dijî Nûşîn Azimî li ser vê rewşê nirxandin kir.
Nûşîn Azimî diyar kir ku bûyerên behsa wan bike bi xwe ji wan re şahidî kiriye û got:
"Dema ku jin hatin binçavkirin ez li Heratê bûm. Wê rojê ez bi tevahî nixumandî bûm. Dema ku min hewl dida xwe bigihîjînim mînîbusê. Ajokar hişyar kir û got ku hêzên Talîbanê dikarin min ji wesayîdê derxin. Min dît ku Talîban wesayîdan radiwestîne û hinek ji wan digre. Kesên ku digirtin diyar bû ku pir tirsiyabûn.”
‘Jin dema ji bo karê xwe yê rojane derdikevin derve nizanin dê çi were serê wan’
Nûşîn Ezîmî wiha domand: "Vê rewşê bandorek pir xirab li ser jinan kiribû. Talîbanê wesayîdan radiwestand û jinên ku difikirî cilên wan ne guncaw in peya dikir. Hincet jî digotin; 'serpoş li xwe nekirine'. Vê yekê di nava jinan de tirsek mezin çêkir. Gelek jin ji bo karên xwe yên rojane jî newêrin derbikevin derve. Ez jî yek ji wan bûm. Piraniya jinan pir bi fikar bûn. Hinek digiriyan, hinekkan hewl didan xwe veşêrin. Ajokaran jî hişyarî didan jinan ku baldar bin. Di nava gel de tirs hebû lê piraniya mirovan bêdeng man ji ber ku ditirsiyan. Niha jin dema ku ji malê derdikevin ditirsin. Ew nizanin di rê de dê çi were serê wan. Ev yek hebûna wan di civakê de sînordar dike. Zexta psîkolojîk pir giran e. Kes xwe di ewlehiyê de nabîne."
‘Jin bi hincetên biçûk tên girtin’
Nûşîn Ezîmî diyar kir ku qada navneteweyî li hemberî vê rewşê bêdeng in û gotinên xwe wiha bi dawî kir:
"Civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan divê pir girîngî bidin rewşa jinan li Efganistanê, ni taybetî li Heratê. Jin di şert û mercên pir dijwar de dijîn. Ez dixwazim dengê wan bê bihîstin. Divê ku mafên wan ên ewlehî, aştî û bingehîn hebin. Wekî rojnamevanek, ez dixwazim mercên jiyana jinan baştir bibin. Jin nikarin ji malên xwe derkevin û bi hincetên biçûk, bi taybetî jî bi hinceta 'nelixwekirina serpoşê', tên girtin. Divê rêxistinên mafên mirovan dengê wan bibihîzin."
Berê jî gelek raporan nîşan dabûn ku jinên li Heratê ji derketina kolanan ditirsin. Lê belê îro hinek jin û mêr tirsa xwe danîne aliyekî û derketine kolanan. Li dijî vê yekê Talîban jî nasekine, gule bera wan dide û xwepêşanderan birîndar dike.