‘Guherîna Zagona Rewşa Kesane gefê li mafên jinan dixwe’

Hinek jinên siyasetmedar û hiqûqnas rexne li hinek parlamenterên ku dixwazin guherîna di Zagona Rewşa Kesane de bê kirin, kirin û diyar kirin ku ev guherîn mafê jinan binpê dike û rê li ber mezhebgeriyê vedike.

RAJA HAMID RASHID

Iraq – Jinên Iraqê, di beşdariya pêvajoyên siyasî û biryardanê de rastî gelek zehmetiyan tên. Partiyên siyasî, polîtîkayên welat û pêvajoyên biryargirtinê kontrol dikin. Jin ji bo bigihîjin peywirên di asta bilind de firsendên wekhev ji wan re nayên dayîn. Çanda siyasî ya hakim, serdestiya mêr dipejirîne û bandora jinan di mekanîzmayên biryargirtinê de zehmet dike. Her çendî hinek jin di asta wezîr de erk bikin jî hejmara wan sînordar kiriye û gelek deman ji bo pêkanîna rola xwe ya bi bandor bi zextên siyasî tên astengkirin.

Jinên li Iraqê, tevî di beşdariya pêvajoyên siyasî de rastî astengiyên mezin tên jî ji bo parastina mafên xwe têkoşînê berdewam dikin. Jin diyar dikin ku bi guherîna di Zagona Rewşa Kesane de mafên jinan wê werin binpêkirin. Difikirin ku ji bo bihêzkirina jinan divê guherînên zagonî û reformên civakî bên kirin.

 ‘Jinan li dijî guherîna zagonê seknek bi hêz nîşan dan’

Parêzvana mafên jinan Buşra el-Ubeydî  diyar kir ku bandora jinan di mijara guherîna Zagona Rewşa Kesane de sînordar maye û got: “Hinek parlamenterên jin li cihê ku beşdarî protestoyan bibin, piştgirî didin guherînê. Jinan li parlamentoyê û li kolanan li dijî vê guherînê seknek bi hêz nîşan dan, berovajî  fikrên kotayê ku hinek maf bi jinan daye qezenckirin, di wateya rast a jinan de nûnertiya wan hatiye astengkirin. Bendewariya ku jin di blokekê de werin ba hev, biryarên xizmetê ji berjewendiyên wan re dike heye, partiyên siyasî van jinan li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve dibin.”

‘Guherîna zagonê wê mezhebgeriyê zêde bike’

Seroka Enstîtuya Perwerdeya Medya ya Nama Ameş Saqir da zanîn ku divê guherîna zagonê ji ber sedemên siyasî û civakî were redkirin û wiha got: “Hevsengiya bi hêz di meclisê de xira bûye. Hinek partiyên siyasî li hemberî guherîna vê zagonê, ji bo zagonên ku li gorî berjewendiyên wan derbixin bazar kirine. Guherîna Zagona Rewşa Kesana mezhegeriyê zêde kiriye û beşdariya jinên Iraqê bi rêjeya bi kota ji sedî 25 hatiye sînordarkirin. Ev sîstema koteyê cihêkariyê li hemberî jinan dike û nahêle bibin xwedî hêz.”

‘Divê jin zêdetir beşdarî civakê bibin’

Parlamentera berê û pispora hiqûqê Azhar Şeyhî destnîşan kir ku jinên Iraqê zana ne û dikarin biryarên der barê jiyana xwe de bigrin û wiha got: “Di mijara guherîna Zagona Rewşa Kesane de nêrînên cuda hene lê belê guherîna vê zagonê pêşiya jinên ku der barê jiyana xwe de biryar bigrin digre. Divê beşdariya jinan di civaka sivîl de zêde bibe û zêdetir di pêvajoyên zagonan de bin.”

‘Divê piştevaniya civakê zêde bibe’

Parêzvana mafên malbat û zarokan Buşra Cafer Ebu l-Îs amaje bi wê yekê kir ku guherîna Zagona Rewşa Kesane wê ziyanê bide mafên jin û zarokên li Iraqê û wiha got: “Bi guherîna vê Zagona Rewşa Kesane ya sala 1959’an re mafên ku hatine bidestxistin wê careke din werin girtin. Di çarçoveya peymana jiholêrakirina cudahiya li dijî mafê jin û zarokan a Netewên Yekbûyî ku Iraqê jî îmze kiriye de divê ji bo Iraqê vê guherînê neke nîqaş û atolyeyên cur be cur li dar bixin. Di heman demê de ji bo jin bi awayek aktîf beşdarî pêvajoyên siyasî bibin, di mekanîzmayên biryargirtinê de ji bo bihêztir dengê xwe derbixin divê piştevaniya civakî zêde bibe.”