Gelo Mexrib dê bi peymana navneteweyî bikaribe tundiyê têk bibe?

Li gorî amarên ku ji aliyê dezgeha amaran a navborî ve hatine belavkirin, herî kêm ji sedî 15 karkerên jin li cihê kar rastî şîdetê tên. Rêjeya rûbirûbûna tundûtûjiyê ya jinên Mexribê li cihê kar di nav jinên teleqdayî de ji sedî 22, di nav mûçegiran de ji sedî 21 zêde dibe, di nav jinên li bajaran de, ji sedî 18 û di nav keçên 15-34 salî de ji sedî 19 ye. Piraniya bûyerên şîdetê li cihên kar ji aliyê karmendan ve bi rêjeya ji sedî 41 û ji aliyê hevkaran ve jî bi rêjeya ji sedî 29 tê kirin.

HENAN HARIT
Mexrib- Jinên Mexribê, mîna hemû jinên din ên cîhanê, di dema pêkanîna karê xwe de rastî şîdeta curbecur tên. Ji devkî, bedenî, zayendî û aborî bigre heta cudakariya ku di mûçeyan de derdikeve hole. Ev yek jî dibe sedema zirara derûnî li ser jin û keçan û bandorê li qezenca wan a kar dike.
Zext û çewisandin
Jina 28 salî A.A ya ku li Dar EL-Beyda dijî û di şîrketek taybet a tekstîlê de sekreteriyê dike jî yek ji hezaran jinên ciwan ên di dema karê xwe rastî şîdetê hatiye. Di axaftina xwe de ji ajansa me re wiha dibêje: "Min li cihê karê xwe yê berê gelek êş kişandibû, ji ber ku rastî tacîz û zextên derûnî yên xwediyê kar dihatim, wî her dem gotinên xerab digotin û ji ber sedemên biçûk karker ji kar derdixistin.
Şîdeta fizîkî û zayendî
A.A ku nexwest navê xwe eşkere bike wiha got: "Gelek karkerên jin rastî şîdeta aborî ya wekî cudakariya mûçeyê hatin û di nava xwe de qala tacîza midur dikirin.” Wê bal kişand ku ji tiştên ku dibihîst bawer nedikir heta rojeke ku ew bi tenê li ofîsê bûye, wî kesî xwe nêzî wê kiriye û dest bi tacîzê kiriye û hewl daye bi destê wê bigre. Her wiha diyar kir ku wê her dem hewl daye wî bi paşve bixe lê wî kirinên xwe domandiye û bi  berdewamî wê tacîz dikir û wiha domand: “Her dem ez vedixwendim kafeteryayê da ku bêhtir em hev nas bikin. Wî ji min re digot ger tu qayîl bibî ez ê mûçeyên te zêde bikim. Min jê re got ku tiştê ew dixwaze ez ê nekim lewre tişta ku ez pê re eleqedar im karê min e û divê wekî xebatkarek rêzê ji bo min bigre.” Da zanîn ku piştî wê yekê reftara wî bi wê re guherî û ew di dema çûyîna ser kar de li dijî wê tund bû, tevî ku derengmayîn sedemek îdarî bû jî wî tevgerên ku ne peywira wî bûn nîşan dida..
Li gorî hejmarên fermî yên ku ji hêla Komîseriya Bilind a Plansaziyê ve hatine weşandin, piraniya kiryarên şîdetê yên di qada pîşeyî de ku ji sedî 83 temsîl dikin, ji sedî 49 bi reftarên şîdeta derûnî û ji sedî 34 jî bi cihêkariya aborî ve girêdayî ne.
A.A. destnîşan dike ku şîdet û tacîza zayendî ya ku li ser wê hatiye kirin, di wê heyamê de bandorê li derûniya wê kiriye û fikar û hestên bêewlehiyê pê re zêde kiriye û bandorê li ser kar û xebatên wê yên pîşeyî kiriye, daxwaza wê ya xebatê winda kiriye.
 Herî zêde jinên teleqdayî zirarê dibînin
Jinên li Mexribê yên ku herî zêde ji ber pandemiya koronayê bi bandor bûne, ji ve pêvajoyê gelek zirar dîtine. Daneyên fermî yên li ser rewşa aborî û civakî ya Mexribê nîşan didin ku di çaryeka duyemîn a sala 2020'an de 2 sed hezar jin ji bazara kar derketine. Ev yek bi derketina vîrusa koronayê re ku di navbera nîvê Adarê û Gulana 2020’an de, bû sedema têkçûnek aborî û astengkirina gelek çalakiyan.
Li gorî Komîsyona Bilind a Plansaziyê, di nîvê duyemîn a sala 2020’an de, li Mexribê ji sedî 29,7 tevahî bêkaran jin in ku hejmara jinên betal gihîştiye 439,000.
Peymanek ji bo xebata bi ewlehî û bê tundî
Sendîkaya Karker a Mexribê ku nûnerê herî mezin ê padîşahiyê ye, beşdarî kampanyaya navneteweyî ya ku ji hukûmetê daxwaz dike Peymana 190 erê bike dibe, ji bo cîhanek xebatê ya bê tundî û tacîz.
Endama Komîteya Jinan a Yekitiya Karkerên Mexribê Najwa Lakhila ku di heman demê de endama tam a Buroya Rêveber a Komîteya Jinan a Yekitiya Afrîqayê ye ji ajansa me re wiha got: "Pejirandina vê peymanê ji aliyê Mexribê ve û pêşniyara pê re dê bibe pêvekek bi kalîte û qonaxek pêşketî di tevlibûna qraliyetê de di pergala navneteweyî ya mafên mirovan de. Ev dê bibe alîkar ku di cihê kar de hawirdorek xweş çêbike û ji bo karkerên jin, karker û kesên din parastina pêwîst peyda bike, ji bo gihîştina armancên tên xwestin.” 
Najwa Lakhila diyar kir ku sozên hikûmeta berê ew bûn ku dê rêkeftin were erêkirin lê ev yek pêk nehat û bang li hikûmet û parlamentoya nû kir ku lezê bidin pejirandina Peymana 190 û pêşniyara wê ya hejmar 206. Her wiha wê dît ku diyardeya tundûtûjiyê û destdirêjiyê li ser kar, bi awayekî neyînî li ser pêngavên ji bo bidestxistina geşedana civakî û aborî û danîna hîmên aramî û aştiya civakî  dizivire. 
Derfetek ji bo bidawîbûna binpêkirinan
Wê amaje bi wê yekê kir ku pejirandina peymanê dê derfetek mezin be ji bo bidawîkirina binpêkirinên berdewam ên li cihê kar û wiha domand: "Peymana 190 çareseriyên bi bandor dide ji bo çareserkirina diyardeya tundûtûjiyê û destdirêjiyê li cihê kar û her wiha amûrên parastin û çareserkirinê peyda dike.
Najwa Lakhila di wê baweriyê de ye ku tundûtûjî ne tenê tacîza fizîkî û devkî ye her wiha dema ku xwediyên kar tedbîrên ewlehiyê li cihê kar negirin û mûçeyên karkeran nedin an dayîna wan dereng bixin û cudabûna mûçeyan di navbera zayendan de çêbikin jî dibe tundî. Zêdebarî hin pêkanînên ku bandorê li jinan, li ser kar dike û bandorê li ser riya kariyera wan dike, bi sînordarkirina wan ji bo hin karan û nebilindkirina wan tevî pîrbûna wan û nîşandana jêhatîbûna wan a bilind di kar de. Ev hemû çewisandin û şîdeta li ser karkerên jin ên li cihê kar tên kirin.
Riya têkoşînê dirêj e
Her wiha anî ziman ku riyeke dirêj a têkoşînê li benda jinan e, ji ber ku têkoşîna li dijî tundî û destdirêjiya li cihê kar ku cureyeke cudakariyê ye, pêwîstî bi xebateke berdewam û zagonên berfireh heye. Ev ji hêla peymana 190 ve hatiye peydakirin ku hewcedariya misogerkirina parastinê wekî ku di qanûn û pratîkên neteweyî de hatiye destnîşankirin nîşan dide. Wê da zanîn ku peyman hemû kesên bi giştî dixebitin, bêyî ku rewşa wan a peymanê hebe û kesên di bin perwerdeyê de li ser kar, di nav de karkerên jin û mêr ên ku xizmeta wan bi dawî bûye, xwebexş, karger û serlêderên kar vedihewîne.
Li ser çareseriyên ku Najwa Lakhila dibîne ku dikarin pêwendiyên kar baştir bikin jî dibêje: "Pêwîst e parastina zagonî û sendîkayî ji bo karkerên jin û mêr, bi taybetî di beşa taybet de, werin berfirehkirin. Her wiha divê kontrolên demkî yên kargehan ji bo dabînkirina ewlekariya jîngeha kar, perwerdekirina mufetîşên kar ji bo mijûlbûna bi mijarên tundûtûjiya zayendî li cihên kar û derxistina qanûnek bikêrtir û bibandortir ji bo parastina li hemberî tundiya zayendî li ser kar, kursên perwerdeyê ji bo bilindkirina hişmendiya karkeran li ser rêbazên parastina ji destdirêjiya zayendî were organîzekirin.”
Di dawiya axaftina xwe de got: “Rasthatina tundûtûjiyê li ser kar hem jin û hem jî mêr di nav xwe de dihewîne, lê bandorên wê li ser jinan girantir in û ev yek jî nêrîna baviksalar xurt dike. her wiha  ew faktoreke sereke ye ji bo bisînorkirina derfetên kar.