Femînîstên Mexribê banga bicîhanîna prensîba wekheviya mîrasê dikin

Li Mexribê quraleke di qanûna Malbatê de hatiye destnîşan kirin ku mîrasgirên jin ên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane, mecbûr dike ku mal û milkê xwe bi xizmên hevjînê xwe re par bikin. Ji ber vê yekê jî tevgerên femînîst vê yekê di derheqê jinan de weki neheqî dinirxînin ku nirxên jinan di nav civakê de kêm dike.

HENAN HARIT
Mexrib - Li Mexribê di van rojan de nîqaş li ser mijara wekheviya mîrasê û guherandina bendên mîrasê bi tundî zêde bûye.
"Qurbaniyek xwebeş"
Fatima Merwazî ya 46 salî ku dayika du zarokên keç e, tiştên jiyayî wiha anî ziman: "Xeyala min û hevserê min ew ku li şûna odeya ku me kirê kiriye malek me hebe. Di destpêka zewacê de me li hev kir ku em despêkê bibin xwedî malek paşê zarokan bînin. Em bi hev re dixebitîn, me mûçeyê xwe komî ser hev dikir û kêmek jê xerc dikir. Me dev ji hemû tiştên xweş berdan û tenê pêdiviyên xwe yên bingehîn bi cih danî. Piştî şeş salan me karî miqdarek kêm berhev bikin, min zêrên xwe jî firotin û hinek pere ji xizmên xwe deyn kir û wan re got ku em ê paşê bi teqsîtan deyne we bidin. Bi vî awayî me malek kirî û xeyalên me pêkhatin. Di navbera min û hevjînê min de tiştek ku banga bêbaweriyê dikir tune bû, pereyên me her duyan yek bû. Dem derbas bû ez ducanî bûm û du zarokên min ên keç çebûn. Me biryar da ku em wan bi perwerdehiya herî baş mezin bikin û biçin dibistanên herî baş, lê piştî demêk kêm hevjînê min nexweş ket û jiyana xwe dest da.”
Fatima Merwazî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Piştî çend rojan ez matmayî mam ku birayên hevjinê min ji min xwestin ku ji mîrasa birayê wan mafê wan bidim wan. Min ji wan re got ku ji bilî mûçeyê wî tu pereyekî din nîne û ev mafê min û mafê keçên wî ne, her wiha ev mala ku em lê dijîn me herdu yan bi hev re stand. Min ji wan re got ku ev mal ne aîdî min e, lê min hemû pereyên xwe da destê birayê we  ku vê malê bikire." Fatima Merwazî anî ziman ku birayên hevjînê wê israr kirin ku mafê xwe bistînin û ew di navbera vebirjarka dayîna pereyan an firtona malê de maye û axaftina wiha domand: "Ji ber vê em li gorî qanûnan tevgeriyan û mal hat firotin û her kesî mafê xwe stand. Pereyên ku min bi dest xistibûn têra wê nedikir ku malek din bikirim, ji ber vê yekê ez neçar mam ku malekê kirê bikim û pereyên mayî jî di bankê de rabikim ku pêşeroja keçên xwe misoger bikim. Rewşa min li Mexribê ne tekaneye, gelek jin hene ku ji ber neheqiyê êş dikişînin. Mînak, ez beşdarî geşedana dewlemendiya hevjînê xwe bûm, ji ber ku ew ê nikaribiya bêyî alîkariya min a aborî, malek bikire."
"Kampanya ji bo guhertinê"
Fatima Merwazî digel cudahiyên biçûk di hin hûrguliyan de tenê modelek e ji bo bi hezaran jinên Mexribê yên ku heman senaryoyê dijîn. Di encama cudahî û newekheviya mafên di navbera jin û mêran de wek ku tevgerên jinan li Mexribê dibînin, Yekîtiya Çalakiyên Jinan li Mexribê kampanyayek niştimanî da destpêkirin û banga guhertineke berfireh û radîkal ji bo hin xal û beşên ku di Qanûna Malbatê de hene kirin. Di nav guhertinên ku yekîti daxwaza wê dike,  wekheviya di navbera jin û mêr di mîrasê de tevî gengeşiyên mezin ên ku ev mijar pêktîne ne.
"Di hemû xebatên civakî de pêdivî bi wekheviya zayendî heye"
Parêzer û seroka Komeleya Çalakiyên Jinan a Dar EL-Beydaa Eyşe Laxmas ji ajansa me re axivî û diyar kir ku Komeleya Çalakiyên Jinê di hemû astan de di nav mafên medenî yên wekhev û wekheviya mîrasê de ji bo wekheviya jin û mêran têdikoşe. Eyşe Laxmas diyar kir ku Yekîtiya Çalakiyên Jinê, koda malbatê piştî 18 salan ji weşandina wê nirxand û wiha got: "Hin beş hene ku hewcedariya wan bi vegerandineke berfireh heye, li ser bingeha daxwazên destûra bingehîn ku di beşa nozdehemîn de banga wekheviyê di aliyên sivîl, siyasî, çandî, aborî, civakî û jîngehê de dike. Di nav mijarên ku pêwîstî bi lêçûneke berfireh heye mijara mîrasê ye ku cudakarî bê şikandin û prensîba wekheviya zayenda civakî were danîn."
"Wekheviya di mîrasê de"
Eyşe Laxmas bal kişand ku malbata Mexribê bûye şahidê pêşkeftinek kalîte ya ku çi jin, çi dayîk û çi keç di rol û statûya jinan de xuya bû. Perwerde, hîndekarî û xebat, jin ji xeleka teng ku tê de di qada giştî ya berfireh de girtî bû derxist, lê bi wê re mafên jinan ên aborî di asta herî nizm de ma. Eyşe Laxmas diyar kir ku nebûna wekheviya mafên mîrasê ya ji bo jin û mêran yek ji sedemên sereke ye ku jin ji gihandina dewlemendiyê bêpar in û wiha axaftina xwe domand: "Jin ne nîv, ne sêyek, ne jî çaryek wernagrin ku lêçûnek berfireh a pergala mîrasê hewce dike, ne tenê pirtûka şeşemîn a koda malbatê, di heman demê de beşa têkildar bi tasfiyekirina sîteyê di proseya medenî de." 
"Dem dema wekheviya zayendî ye"
Aktîvîsta mafên mirovan û endama damezrîner a Komeleya Hevgirtina Femînîst Leyla Mejdûlî di aliyê xwe de mijar wiha dinirxîne: "Îro dem hatiye ku jin di warê mîrasê de bi mêran re wekhev bin. Jin nîvê civakê ne û di serdema me de ji bilî ku jin zarokan mezin dikin, debara malê dikin, li derveyê malê dixebitin û beşdarî hilberîna dewlemendiyê jî dibin."
"Bangek ji bo veguherîna civakî"
Leyla Mejdûlî diyar kir ku daxwazên tevgera jinan ya Mexribê ne bangewaziyek an jî binpêkirina metnên olî ye, lê belê ew bangek eşkere ye ku hemu veguhertin û guhertinên civakî yên ku li Mexribê qewimîne li ber çavan bên girtin û ji bo pêkanîna mafan zêdetir hewl bê dayîn kirin û divê ji bo berjewendiyên jinan gelek destkeftî bên bidestxistin. Leyla Mejdûlî balkişand ku niha hejmareke berçav ji jinan barê madî yê malbatê parve dikin ku piraniya malbatên Mexribê êdî ji aliyê jinan ve tên birêvebirin û wiha dom kir: "Li hemberî van guhertinên civakê em teqez dikin ku em nikarin xwe bispêrin heman qanûnên ku berê xwe spartin wan. Dem hatiye ku em bên teşwîqkirin û qanûnên ku daxwaz û hêviyên tevgerên femînîst ên li Mexribê pêk tînin derxînin."