Fatima Aw Sadîq: Pêwîstî bi hebûna şoreşgerên rasteqîn heye

Çalakgera femînîst û lêkolînera civakî Fatima Aw Sadiq got ku divê hemû jin zana bin û ji bo misogeriya rûmet û mafên xwe tevbigerin.

 
NEJWA RAHIM
Cezayîr -  Dagirkeriya Fransayê ku heya sala 1962’an de domiya, bi destpêkirina Tevgera Femînîst re li gorî herêmên din li Cezayîrê, dagirkerî bi zagonên taybet ji cezayîriyên re ku li ser bingehek Îslamî tevdigeriyan û zagonên ilmanî yên ku di sala 1905’an de hetibû weşandin paşguh kir.
Fatima Aw Sadîq lêkolîner û mamosteya zanista civakî ji me re behsa destpêka Tevgera Femînîst  û armancên wê yên li Cezayîrê kir.
Fatima Aw Sadîq Tevgera Femînîst li Cezayîrê çawa dinirxîne û armanca wê pêk hat gelo?
Bi rizgarkirina xatûna Mamiya Şintuf û Nefîsa Lalyam Tevgera Femînîst a ewil di 1947’an de hat avakirin her wiha di 1962’yan de yekemîn komeleya femînîst a rejîmê hat damezirandin ku ev bi saya Mamiya û Nefîsa Şintuf de bû. Gelek guhertin hatin çêkirin her wiha bû Komeleya Onfa ya Partiya Eniya Rizgarkirina Neteweyî ya rejîmê ku tu alîkarî ji jinan re nekiribû. 
Piştî serxwebûnê gelek guhertin di nava civakê û jinan de hat çêkirin. Di dibistan û zanîngehan de jinên Cezayîrî xwe bi xwe dan birêxistinkirin. Li gorî nêrîna min guhertin û xebatên tevgerên femînîst berî û piştî serxwebûnê armancên wan pêk nahatin.
Di sala 1976’an de me wekî çalakvaniyeke femînîst dest bi xebatê kir, li malan û zanîngehan em diciviyan bi saya partiyekê me hemû mijarên cihêreng nîqaş dikirin. Destpêkê dema ku zagona qedexeya çûyîna jinan bi tenê li derveyî welat derket, em daketin kolanan û heya pêşiya wezareta navxweyî meşiyan, dawiyê ev qanûn hat betalkirin.
Hûn çawa li ser qanûna malbatê xebitîn? 
Bêguman em ji vê zagona ku di 1984’an de hatiye weşandin, matmayî man. Ew jî bi saya qanûna îslamî bû li gorî nivîsa Eniya Rizgarkirina Neteweyî, qanûn bi desthilatdarî û eniyên îslamî ve hat girêdan. Hemû mafên jinan di kar û xebatan de têk birin, ev jî bû dedem ku qada aborê li Cezayîrê têk biçe.
Her wiha dewletbûyînê jî hêza xwe li ser civakê xurtir kir, jin û mafên wan hatin binpêkirin, wê demê me xwe li hemberî vê yekê birêxistin kir,
We çawa wekî komeleyên femînîst dest bi kar kir?
Qanûna rewakirina avakirina komele û saziyan di sala 1989’an hat weşandin, wê demê wekî komeleyên jinên femînîst ji bo rûmeta jinan, wekheviya di kar û edaleta civakî de xebitîn lê belê rastî zehmetî û tundiya ji hêla teyarên îslamî ve hatin, wê demê doz û mafên jinan li Cezayîrê bûn bingeh.
Ruxmê têkoşîna wan çima guhertinek di rola jinan de çênebû?
Rewşa me wek xwe maye ruxmî keda me dayî jî ev yek jî ji ber pergala rejîmê ye lê belê, civakê û jinan bi gelemperî guhertinek bingehîn di xwe de dane avakirin. Êdî jinan mafên xwe nas kirine û li her cih hene, bi hebûnên xwe di her qadê de li hundir û derveyî welat xwe bi pêş ve birine.
Hûn dikarin di zîhniyeta civakê de guhertinek bidin çêkirin?
Weke çalakgerek siyasî hewldanên me di gelek aliyan de hebûn, çi qanûnî be, çi civakî be, bêguman me dikaribû hin raman û têgînên şaş sererast bikira her wiha di warê tundiya li dijî jinan û tecawiza zayendî de jî me şer kir. Em dikarin bibêjin ku heya guhertinek di qanûnên 1984 û 2004’an de çêkir û ji bo peydakirina cihek ji jinên berdayî re hat sazkirin. 
Di asta zanistî de her ez dixwazim bi tevgera xwe bibim mînakek ji xwendekarên xwe re da ku di aliyê tevgerên jinan û lêkolînerek zanistî û azadiya madî de serbixwe bim. Ez dixwazim bibêjim ku wekî lêkolîner û mamoste ev yek rûmeta jiyana min diparêze lewre divê ji bo rûmeta xwe hemû jin têbikoşin.
Hûn qetilkirina jinan çawa dinirxînin gelo di demên coronayê de hejmar zêde bû?
Di warê civaknasiyê de, zêdebûna hejmara bûyerên vedigere rêjeya yekem a nîvê antrpolojiya kesan û hewcedarî bi lêkolînê heye. Sedema herî bingehîn bêyî ku li ser sedem û çareseriyê raweste nêrîna dewletê ya yekalî ya li civakê ye.
Ya din jî jin di cewhera xwe de guhertinê dihewînin û zilam jî her paşve dimînin loma jî her dem bûyerên qetilkirina jinan rûdidin.