Evîn Cuma: Divê dewleta tirk ji ber karanîna çekên kîmyewî bê cezakirin

Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma şixulandina çekên kîmyewî ji aliyê dewleta tirk ve şermezar kir û bang li Rêxistinên Mafê Mirovan kir ku dewleta tirk ji ber şixulandina çekên kîmyewî bê cezakirin.

EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Dewleta tirk ku di vê serdemê de bi xeyalên osmaniyan radibe, li dijî sivîlan kiryarên hov, êrîş û komkujiyan pêk tîne her ku diçe êrîşên xwe li dijî gelê Kurd zêdetir dike. Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk bi awayekî hov êrîşî Serêkanî û Girê Spî kir û di encama êrîşan de gelek çekên giran û çekên kîmyewî yên fosfora spî li dijî sivîlan bi kar anî. Di heman demê de dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike û ji sedan zêdetir bi çekên kimyewî êrîşî axa Başûrê Kurdistanê kiriye. Li dijî kiyarên dewleta tirk li seranserî cîhanê bêdengiyek cîhanî heye. Der barê bikaranîna dewleta tirk çekên kimyewî, Rêveberiya Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma helwesta xwe parve kir.
"Sûcên dewleta tirk hatine belgekirin"
Evîn teqez kir ku dewleta tirk bi kiryarên xwe mudaxeleyê gelek dewletan dike û bi van mudaxeleyan sûcên şer pêk tîne û got: "Mudaxeleya dewleta tirk ji dewletên derdorê re ne tiştekî nû ye lê ev nêzî du salan e di mudaxeleyên xwe de çekên qedexekirî yên kîmyewî bi kar tîne. Dewleta tirk di êrîşên Efrîn û Serêkaniyê de çekên qedexekirî yên fosfora spî bi kar anîn. Kîmyabarana li ser bajaran zirarek mezin li mirov û xwezayê çêkir. Her wiha bedena gelek kesan ji ber çekên kîmyewî şewitî. Ji ber ku dewleta tirk di şerê leşkerî de bi ser nakeve loma li zora wan diçe û ev yek jî dihêle ku çekên kîmyewî bi kar bînin. Her wiha di nava wan de gelek zarok jî hebûn ku ji kîmyabaranê şewitîn, me bi riya ragihandinê sûcên dewleta tirk belge kirine û bi raya giştî re parve kirine."
"Di şer de bikarnaîna çekên kîmyewî qedexe ye"
Evîn diyar kir ku dewleta tirk li axa Başûrê Kurdistanê jî çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike her wiha bi çekên qedexekirî li hemberî zarokên Kurdistanê bi kar tîne. Tenê di mehekê de 58 caran li dijî çiyayên azad bi kar anî. Di zagonên şer de çekên kîmyewî qedexe ye lê dewleta tirk vê zagonê jî binpê kir.
"Çima Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bêdeng e?"
Evîn bal kişand ser berjewendî û siyaseta cîhanî bi dewleta tirk re û wiha domand: "Di tevahî cîhanê de, dema çekên kîmyewî tên bikaranîn, Neteweyên Yekbûyî (NY) û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, kiryarên wiha qebûl nakin. Mixabin! Dema ku mijar dibe dewleta tirk her kes bêdeng dimîne. Me di dema şerê Serêkaniyê de belge amade kir ku dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar aniye lê biryar derket ku ji sedî kêm hatiye şixulandin û li gorî hevpeymanên qedexerkirina çekên kîmyewî ev hejmar normal bû. Lê li gorî ku zirarên li ser bedena mirovan hat dîtin zirarek pir mezin derketiye holê. Dema li dijî Şamê çekên kîmyewî hatin şixulandin gelek ceza hatin birîn û hemû cîhanê nerazîbûna xwe nîşan dan lê dema mijar dibe Kurd mirov pirsa çima dirûtî di vê mijarê de heye ji cîhanê dipirse."
“Divê dewleta tirk were cezakirin”
Evîn got ku pêwîst e dewleta tirk ji ber bikaranîna çekên kîmyewî were cezakirin û wiha bi dawî kir: “Binpêkirinên ku tên kirin ji aliyê dewleta tirk ve û bikaranîna çekên qedexekirî ji çi aliyî ve û li dijî kî be, tiştekî qedexekirî ye û nayê qebûlkirin heta di demên şer de jî qedexe ye. Li gor pîvan û hevpeymanên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, ev kiryar qedexe ne, ji bo vê yekê jî banga me ew e ku bi taybetî dewleta tirk were cezakirin, ji ber ku zagonên navneteweyî û mirovî binpê dike. Her wiha tu feydeyan nade şer û tenê zirareke mezin digihîje kesên ku li bedena wan dikeve û tevî wê jî xweza jî zirarên mezin dibîne.”