‘Ev êrîşên zayendî li Iraqê bûne tiştek asayî’
Endama Rêveberiya Yekîtiya Giştî ya Pêşxistina Jinan Betûl Faroq, li ser êrîşên dawî yên zayendî yên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li hember jinan pêk hatin, dibêje ku ev sûcên hovane li navendên binçavkirinê û girtîgehan bûne tiştekî asayî.
RECAA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Di demek ne dûr nêz de, sê bûyer li parêzgehên Necef û Dîwaniye yên Iraqê ku çêbûn, nîşan didin ku îdiayên êrîşa zayendî li hin qereqolên polîsan ên Iraqê, metirsîdar in. Rayedaran çend efser û karmendên polîs bi tohmeta êrîşa zayendî ya li ser girtiyên jin û keçek ciwan girtine. Ev yek nîqaşa li ser çavdêriya lawaz û tedbîrên pêşîlêgirtinê yên li navendên binçavkirinê ji nû ve gur kiriye.
Di demekê ku bangên ji bo çavdêriya tundtir a di nav saziyên ewlehiyê de û ji bo parastina komên herî xeternak, bi taybetî yên temenbiçûkan de zêde dibin de, ev bûyer derket holê. Her wiha tê destnîşankirin ku pêwîst e piştî ku lêpirsînên fermî bi dawî bibin, li gorî qanûnê hesab ji kesên têkildar bê pirsîn.
Sedema van sûcên hovane
Endama Rêveberiya Yekîtiya Giştî ya Pêşxistina Jinan Betûl Faroq, ragihand ku gelê Necefê bi du bûyerên xemgîn şiyar bûye û wiha vegot: “Êrîşa li ser keçek ciwan a ji aliyê endamekî Rêveberiya Trafîkê ve û tecawiza li jineke zewicandî. Ev sûcên hovane li navendên binçavkirinê û girtîgehan bûne tiştekî asayî. Nîşaneyên van kiryaran jî ev in: Nebûna astengkirina rastîn, nebûna tirsa ji cezayê ya di nav hin efseran de, her wiha nebûna tevahî perwerdehiya pîşeyî ya guncaw a ji bo van personelan.”
Banga ji bo berpirsyariyê
Betûl bal kişand ser neçariya wan a di aliyê gilîkirinê de û wiha berdewam kir: “Ev rewş me neçar dike ku em ji rayedarên têkildar ên Wezareta Karên Navxweyî û saziyên din ên têkildar, ji bo van dozên sûc ku li dijî jinên ku bi eşkereyî li navendên binçavkirinê û qereqolan rastî binpêkirinan tên, daxwaza çareseriyê bikin. Berpirsiyariya eşkerekirina van sûcan û xebata ji bo pêşxistina welatiyên berpirsyar, bi wijdanek exlaqî ya zindî jî li ser rêberên olî û civakî, rêxistinên civaka sivîl û medyayê ye.”
‘Ji bo navendên binçavkirinê bila kamerayên çavdêriyê bên stendin’
Betûl Faroq destnîşan kir ku ku pêwîst e helwestek tund li dijî her kesê ku pozîsyonên xwe ji bo armancên neexlaqî û şermok bikar tîne, bê nîşandan û wiha domand: “Girîng e ku ji bo navendên binçavkirinê û tesîsan kamerayên çavdêriyê bên stendin. Her wiha divê personel ji bo xebata li gorî prensîbên mafên mirovan û mafên sivîl bên perwerdekirin û di rewşa her binpêkirinê de tedbîrên astengkirinê bên sepandin. Dibe ku ev bûyerên takekesî nebin, lê ev ne hewce ye ku polîtîkayek sîstematîk ji hêla wezaret an navendan ve bê şopandin. Lê belê, ev bûye diyardeyek dubare.”
‘Qanûnên Iraqî di vî warî de edalet û parastinê ji bo jinan peyda nakin’
Betûl Faroq bawer dike ku ev binpêkirin, di nebûna çarçoveyek qanûnî ya rastîn ku jinên Iraqî diparêze de çêdibin. Ew destnîşan dike ku gelek jinên ku rastî êrîşê tên, her çiqas qurbaniyên tecawizê bin jî, dikarin ji hêla xizmên xwe ve di bin navê ‘rûmetê’ de bên kuştin. Her wiha Betol tekez kir ku qanûnên Iraqî di vî warî de edalet û parastinê ji bo jinan peyda nakin û wiha got: “Li Iraqê ji bo jinên ku rastî tundiyê tên stargeh tune ne û qanûna tundiya malbatî ya ku demek dirêj li bendê bû, hîn nehatiye pejirandin. Ji aliyê din ve, qanûnek hatiye derxistin ku destûrê dide bavek ku keça xwe ya temenbiçûk bizewicîne. Ji bo zewicandina keçek li derveyî dadgehê û di temenê ciwan de, cezayek tune ye. Her wiha, qanûnên din jinan ji mafên xanî û welayetê bêpar dikin. Mafê zewaca bi jineke din re, bêyî razîbûna jinên wan ên yekem didin mêran.
‘Pêwîstî bi têkoşînek dirêj û hevpar heye’
Betûl li ser bandora hevjînan a li ser raporên derbarê kuştinên jinan de jî sekinî û wiha got: “Her çend jinên Iraqî daxwaza edaletê dikin jî, em bi berdewamî raporên kuştina jinan ên ji aliyê hevjînan ve hatine amadekirin dibînin. Ev sûc pirî caran wekî kuştinên namûsê tên dabeşkirin. Her çiqas rastî berovajî vê yekê nîşan bidin jî. Ji bo bidestxistina mafên me yên bingehîn ên mirovan ku ji hêla hişmendiya baviksalar a ku bi rêya civak û dewletê serdest e hatine dizîn, pêdivî bi têkoşînek dirêj û berdewam heye.”