Doza Narîn Guran hat taloqkirin

Rûniştina doza ku xizmên Narîn Guran a 8 salî ya ku hatiye kuştin tê de tên darizandin, bi biryara berdewamiya girtina bersûcan ji bo 30’ê Gulanê hat paşxistin.

Amed –  Narîn Guran a 8 salî, bi awayek bi guman wenda bû û piştî ku di nav rayagiştî de deng veda, cenazeyê wê 19 rojan di 21’ê Tebaxa 2024’an de li taxa gundewarî ya Çulî ya navçeya Rezan (Bağlar) a Amedê hat dîtin.  Rûniştina 3’yemîn a doza 2’yemîn ku derbarê kuştina Narîn de hatibû vekirin, li 17’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Amedê pêk hat. Her çiqas bersûc, parêzerên wan û xizmên bersûcan beşdarî danişînê bûn jî, heyeta dadgehê nehişt ku rojnamevan bikevin salona dadgehê.

6 bersûc girtî 8 bersûc li derve tên darizandin

Dotmama Narîn Guran Bîrsen, apê wê Fuat, xaltiya wê Maşallah Guran, hevjînê xaltîka wê Mehmet Şewket Kaya, pismamê wê Muhammed Kaya û xebatkarê Salîm Gûran Mehmet Selîm Atasoy girtî tên darizandin. Dotmama Narîn Guran Şeyma Kaya, amojina wê Hediye, apên wê İbrahîm û Xelîl, Bariş û Omer faruk, her wiha sê zarokên din, di girtîgehê de nînin lê di dozê de tên darizandin.

Dozger di 29’ê Nîsanê de nerîna xwe dubare kir û ji bo 14 tawanbaran ku 6 ji wan girtî ne û 3 ji wan zarok in, ji 6 mehan heta 5 salan cezayê girtîgehê xwest.

Dozger xwest ku 6 kes girtî bimînin.

Her çiqas ji parêzerên sûcdaran dihat hêvîkirin ku li dijî biryarê parastinê bikin jî, hincetek hat pêşkêşkirin. Parêzeran li dijî girtinê parastin kirin. Piştî ku parêzerên bersûcan parastina xwe kirin, heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyetê got bila 6 kes girtî bimînin û danişîn taloqî 30’ê Gulanê kir.