Doza Dayikên Şemiyê hat taloqkirin

Danişîna Doza Dayikên Aştiyê ku tevî biryara Destûra Bingehîn jî çalakiyên wan tên astengkirin, ji bo "dayina parastina bersûcên parastina xwe nedane" hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan-Tevî biryara "binpêkirinê" ya Destura Bingehîn jî, çalakiya 950'yemîn a Dayikên Aştiyê hatibû astengkirin. Gava dayikan xwestibû çalakiya xwe bidomîne, der barê wan de doz hatibû vekirin.

Danişîna dozê ya Dayikên Şemiyê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Stenbolê hat lidarxistin. 

Dadgehê ji bo "dayina parastina bersûcên parastina xwe nedane" hat taloqkirin. 

Danişîna bê wê di 4'ê Cotmehê de bê lidarxistin.