Dîmenek ji komkujiya Kirmanşanê: Çîroka keçeke ku ji mirinê rizgar bûye
Gotinên şahidan, li hemberî tehrîfkirina bûyera vê mehê ne tenê tundiya tepeserkirinê belge dikin di heman demê de pêkhatina hevgirtin û berxwedana di nava civakê de jî eşkere dikin.
SARA BOURXIZRÎ
Kirmanşan – Piştî zêdetirî 40 rojan ji destpêkirina şerê di navbera Îran û Îsraîl-Emerîkayê de û di rewşa pevçûneke leşkerî de, mijara tepeserkirin, kontrolkirin û sînordarkirina civakê careke din bûye mijara sereke ya siyaseta navxweyî. Di şert û mercên wiha de ji nû ve vegera çîrokên xwepêşandanên meha Kanûnê ne tenê vegera ji bo rabirdûyê ye, hewldaneke ji bo fêmkirina şêwazên dubare di awayê ku rayedar bi civakê re mijûl dibin.
Tişta ku dikare weke astengiyek li dijî dubarebûna neheqî û zulmê di seranserê dîrokê de tevbigere, tomarkirin û bîranîna kêliyên ku ji hêla kesên ji bo azadiyê hewl didin ve hatine jiyîn e. Kêliyên ku serdestan, bi navê "edaletê" û bi şûrên xwînrijandî, mirovên bêguneh tenê ji ber ku daxwaza azadiyê dikirin kuştin… Dîrok ger bi awayekî rast were vegotin, ne tenê bîra kolektîf diparêze, di heman demê de dikare weke çirayek ji bo nifşên ku naxwazin dîsa bibin hedefên heman çerxê jî xizmet bike.
Di xwepêşandanên dawî yên li Îranê de, ev vegotinên takekesî bûn ku pergalên bingehîn ên tundiyê eşkere kirin. Îro, bi atmosfera şer a zêde û zexta leşkerî ya zêde, ev vegotin zêdetir girîng in, nîşan didin ka çawa şêwazên zulmê bêyî şert û mercan dubare dibin û çawa rayedar bi manîpulekirina vegotinan, hewl didin rabirdûyê paşguh bikin.
Serpêhatiya şahidek ji şeva serkutkirinê li Kirmanşanê
Somayeh T. şahidek li Kirmanşanê ye, şevên xwepêşandan û tepeserkirina hikûmetê wiha vedibêje: "Mala me li Gulistanê ye lê wê rojê me bihîst ku kolana Kaşanî pir qerebalix bû. Min û hevalên xwe biryar da biçin wê derê. Dema ku em gihîştin nêzî Meydana Şehîd, me komeke mezin ji mirovan dît ku dirûşm davêtin û nerazîbûn nîşan didan. Em tavilê tevlî wan bûn û me dest bi avêtina dirûşman kir. Piştî pênc deqeyan, komeke mezin ji hêzên ewlehiyê ji nişka ve ji mizgefta li kêleka meydanê derket. Wan bi dar û guleyan êrîşî mirovan dikirin, bi porê keçan digirtin û wan bi erdê ve dikişandin dibirin hewşa mizgeftê. Di nava kaosê de, piştî ku ez birîndar bûm, ji hevalên xwe veqetiyam û min dît ku hêzên çekdar komên piçûk ên xwepêşanderan dorpêç kirine. Me fam kir ku hedef bigrin, piştî ku birîndar kirin, bi dar li wan dixistin.
Di nava tevliheviyê de du leşkeran min li kêleka çemekî birîndar dîtin û nêzîk bûn. Bi qasî ku ji destên min dihat ez bazdam û reviyam kolaneke tarî. Deriyê garajê yê xaniyekî nîvvekirî bû, zilamekî tavilê derî vekir û min girt hundir. Ji hevjîna xwe re got cilên biguherîne da ku ez neyêm naskirin. Wê got ku ew rêveberê avahiyê ye û ne hewce ye meriv ji kamerayan bitirse. Ez wê şevê sax mam lê min dîmenên ku qet ji bîra min neçûne dîtin. Keçên ciwan bi tundî bi erdê ve hatin kaşkirin, wan birin nava mizgeftê. Mirovên ku di nava dorpêçê de hatin hedefgirtin û mirovên ku tenê ji bo şermezarkirinê rabûn bi hovane hatin tepeserkirin. Çend roj şûnde, ez vegeriyam cihê bûyerê û Qada Şahid êdî ne wekî xwe bû; ji wê komkujiyê tiştek nema ji bilî şopên tundiyê li ser asfalt û dîwaran.”
Şêweyeke dubarekirî yê tepeserkirinê di xwepêşandanan de

Vegotina vê şahidê tenê beşek piçûk ji sûcên ku ji bo tepeserkirina xwepêşanderan di meha Kanûnê de hatine kirin e. Bi bawerî dikare were gotin ku ev şêwaz di hezaran dozên wekhev de dubare dibe, ji ber ku nêzikatiya hêzên hikûmetê li bajarên cuda yekreng û sîstematîk bû. Ev şêwaz stratejiyeke dorpêçkirin û tecrîdê, kêmkirina hêza kolektîf, şikandina ruhê berxwedanê û pêşîgirtina li avakirina vegotinên serbixwe nîşan dide.
Qadên giştî û olî veguherandine cihên tepeserkirinê
Dema ku kes ji hev cuda dibin, bêhtir lawaz dibin û kêmtir dikarin çîrokan belge bikin û veguhezînin. Bikaranîna mizgeftan weke xalên destpêkirinê ji bo hêzan veguherîna qadên giştî û olî ji bo amûrên kontrolê nîşan dide, avantajek taktîkî û psîkolojîk dide hêzan û rê dide rewakirina tepeserkirinê bi riya xirabkirina rastiyan.
Ev çîrok eşkere dikin ku keçên ciwan rastî tundiya zêde hatine, beşek ji polîtîkayeke ku armanc dike tirsê belav bike, bi hedefgirtina jinan rê li ber beşdarbûna wan a di xwepêşandanan de bigre û tirsê di nav civakê de biçîne.
Berxwedana bêdeng
Nêzikahiya mêr û hevjîna wî ya ku xwepêşanderan parastine, berxwedana sivîl a bêdeng nîşan didin. Ev kiryarên piçûk toreke piştgiriya civakî li hemberî makîneya zordariyê ava dikin û nîşan didin ku mirov tevî tirsê jî dev ji berxwedanê bernedane.
Çîroka stargehê
Sumaya dibêje: "Ez xwepêşanderekî birîndar bûm, direviyam. Hêzên çekdar li pey min bûn. Gelek kes bi xetera mirin an girtinê re rûbirû bûn, zilam bi zanebûn deriyê garajê vekirî hişt. Dema ku ez ketim hundir, malbata wî bi tevahî amade bûn. Wan cilên min guherandin, birînên min derman kirin û heta gotin ku ew ê tomarên kamerayê jê bibin. Wan xeterê dizanibûn lê bi hişmendî biryar dan ku rola xwe bilîzin. tiştê ku diqewimî paşguh nekirin û piştgirî dan me."
Di nava gel de torên veşartî yên hevgirtinê
Gelek gotin nîşan didin ku xwepêşanderan bi awayên curbecur piştgiriya hev kirine vekirina derî, vemirandina çirayan, lênêrîna birîndaran û rizgarkirina mirovan jî di nav de gelek tişt kirine. Kesên ku hev nas nedikirin jî tora bawerî û piştgiriya hevbeş ava kirin.
Berxwedan berdewam dike bîra kolektîf namire
Ev gotin nîşan didin ku tevî tepeserkirinê, mirov ji hev dûr neketine, bêhtir nêzî hev bûne. Van toran hêviyê parastin û nehiştin ku tirs belav bibe. Îro, tevî rewşa leşkerî heman şêwaz dubare dibe lê wekî berê, çîrokên gelêrî dikarin rastiyê eşkere bikin.
Di dawiyê de tiştê ku dimîne ne çîroka fermî ye, dengê zindî ye ku red dikin werin jibîrkirin û rastiyê di hişmendiya kolektîf de dihêlin.