Di peymana ji bo Xezayê de jin li ku bûn?

Analîstên siyasî û aktîvîstên jinan li ser rewşa jinan a di dema biryardana di peymanên li Xezayê de destnîşan dikin “Tevî ku jin di dema şer de di nav komên herî bandordar de bûn, ji biryardanê dûr hatin hiştin.”

NEXEM KERACÊ

Xeza – Peymanên derbarê Zîvala Xezayê de êdî ne bi bendên xwe yên nivîskî, her wiha bi şiyana wan a li hember tevliheviyên rastiyên siyasî û meydanî jî têne pîvandin. Piştî rêzepeymanên ku di ceribandina yekem a pêkanînê de hilweşiyan, dîsa axaftin li ser "nexşerêyek" ku agirbest, vekişîn, gihandina alîkariya mirovî, rêziknameyên ewlehiyê û di dawiyê de rêveberiya qonaxa veguhêz û ji nû ve avakirinê bi hev ve girê dide, derketin holê.

Tevî hewldana vê formulê ji çareseriyên demkî ber bi nêzîkatiyek berfirehtir ve biçe jî, serkeftina wê hê jî girêdayî hebûna garantiyên navneteweyî yên rastîn, mekanîzmayên çavdêriyê yên bi bandor û îradeyek siyasî ye ku bikaribe li ser mîrateya dirêj a nebaweriyê di navbera aliyan de bi ser bikeve.

Ezmûnên berê piştrast dikin ku pirsgirêk ne di nivîsandina peymanan de bû

Analîsta siyasî Tamara El-Hadad bawer dike ku nexşerê hewlek e ji bo derbasbûna ji agirbesteke demkî bo çareseriyeke berfirehtir, ji ber ku aliyên mirovî, ewlehî û siyasî bi hev ve girê dide. Tamara destnîşan kir ku hemû ezmûnên berê piştrast dikin ku pirsgirêk ne di nivîsandina peymanan de bû û wiha domand: “Her wiha di mekanîzmayên pêkanînê û garantiyên navneteweyî yên girêdayî de jî bû. Nebûna çavdêriya navnetewî ya zelal, bernameyeke girêdayî û nebûna mekanîzmayên di peymanê de ji bo çareserkirina binpêkirinên potansiyel, dibe ku bibe sedema ku ew bi heman çarenûsa lihevkirinên berê re rûbirû bimîne. Bi taybetî di ronahiya nakokiyên berdewam ên li ser pêşeroja Zîvala Xezayê û nebûna baweriya hevbeş di navbera aliyan de.”

Tamara El-Hadad diyar kir ku girêdana dosyayên agirbest, vekişîn, radestkirina alîkariyê û rêkeftinên ewlehiyê hem avantaj û hem jî dijwarî hene. Ji ber ku ew rê li ber pêkanîna bijartî ya pabendbûnan digre û hemû aliyan neçar dike ku li ser rêyek yekgirtî bimeşin.

Girêdayîbûn rê li ber pêkanîna bijartî ya bendan digre

Derdikeve holê ku ev girêdayîbûn rê li ber pêkanîna bijartî ya bendan digire û her kesî neçar dike ku rêyek yekgirtî bigre, lê di heman demê de peymanê qelstir dike. Ji ber ku têkçûna yek bendê dibe ku bibe sedema têkçûna bendên mayî. Ji ber vê serkeftina vê modelê rêveberiya qonax bi qonax, bernameyek zelal û garantorek navneteweyî hewce dike ku di rewşa her nakokiyê de mudaxele bike.

Têkçûnek dikare bandor li tevahiya pêvajoya siyasî û mirovî bike

Ev nîşan dide ku qonaxa bê ne tenê bi rawestandina operasyonên leşkerî ve girêdayî ye. Di heman demê de bi wê astê ve jî ku alî heta çi radeyê dikarin rêza pêkanînê bêyî astengiyê biparêzin. Ji ber ku her têkçûnek di yek ji qonaxan de dikare li ser tevahiya pêvajoya siyasî û mirovî bandor bike.

Komîteyek netewî ku qaşo ji bo birêvebirina qadê be

Tamara El-Hadad derbarê birêvebirina Zîvala Xezayê  di qonaxa veguhêz de wiha got: “Destnîşankirina avakirina komîteyek neteweyî ji bo birêvebirina Zîvala Xezayê gavek girîng e. Lê ew bi rêzek fireh ji pirsgirêkên siyasî, ewlehî û îdarî re rûbirû ye, ku bi pêwîstiya bidestxistina lihevkirinek Filistînî dest pê dike ku rewatiyê dide vê komîteyê û bi şiyana wê ya birêvebirina rastiyek pir tevlihev bi dawî nabe.”

Tamara El-Hadad balkişand ser zehmetiyên di vê nexşerê de û wiha got: “Yekem zehmetî ew e ku lihevkirineke navxweyî ya Filistînî pêk were ku rêwatiya siyasî û gel bide komîteyê. Zehmetiya duyem bi rewşa ewlehiyê, rêveberiya çekan û xwezaya têkiliya bi aliyên cuda re ye. Ji bilî zehmetiyên aborî û îdarî yên ji ber mezinahiya wêrankirinê û pêwîstiya ji nûve avakirina sazî û xizmetên bingehîn ve girêdayî ye. Serkeftina komîteyê ne tenê bi avakirina wê ve girêdayî ye, her wiha bi mîqdara piştgiriya Filistînî, herêmî û navneteweyî ya ku ew ê werbigre ve jî girêdayî ye. Di heman demê de bi dabînkirina çavkaniyên darayî yên pêwîst û nehiştina ku ew veguhere qadeke nû ji bo pevçûnên siyasî ku dibe ku karên wê yên bingehîn asteng bike ve girêdayî ye.”

Jin ji maseya biryardanê dûr in

Li kêleka nîqaşên siyasî û ewlehiyê, mijara beşdariya jinan wek yek ji mijarên herî berbiçav ên ji pêvajoya biryardanê dûr, derdikeve pêş. Tevî vê rastiyê ku jin di nav komên herî bandordar de di dema şer de bûn, ji bilî rola wan a girîng di parastina malbatên xwe û parastina hevgirtina civakî di bin şert û mercên awarte de, du qat barên civakî, aborî û psîkolojîk hilgirtin.

Tamara El-Hadad destnîşan dike ku beşdariya sînorkirî ya jinan serdestiya berdewam a nêzîkatiya ewlehî û siyasî ya kevneşopî nîşan dide, li ser hesabê tevlîkirina komên civakî yên cihêreng di şekildana pêşeroja qadê de. Tamara, dûrxistina jinan ji amadekariyên qonaxa bê re anî ziman û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Ev dûrxistin ne tenê dê bandorê li asta temsîliyeta siyasî bike, di heman demê de dê rasterast bandorê li pêşaniyên ji nûve avakirinê û polîtîkayên civakî jî bike. Nebûna jinan ji navendên biryardanê, dibe ku bibe sedema paşguhkirina gelek pêşîniyên civakî û mirovî, wek parastina malbatê, piştgiriya zarokan, tenduristiya derûnî, xurtkirina aborî ya jinan û lênêrîna komên herî xeternak. Edaleta veguhêz dê kêmtir berfireh be ger ku belgekirin û çareserkirina binpêkirinên ku jinan kişandine tê de nebe.”

‘Beşdariya rastîn a jinan tedbîrên pratîkî hewce dike’

Tamara El-Hadad dibîne ku garantîkirina beşdariya rastîn a jinan tedbîrên pratîkî hewce dike ku ji dirûşmeyan wêdetir biçin. Bi temsîliyeta jinan a di nav komîteya rêveberiya Zîvala Xezayê de dest pê dike û di komîteyên danûstandin û ji nû ve avakirinê de bi rêjeyek bi bandor û ne bi hebûnek sembolîk ku bandorê li biryardanê nake.

‘Divê saziyên jinan di çêkirina polîtîkayê de beşdar bin’

Tamara El-Hedad bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî : “Divê saziyên jinan û rêxistinên civaka sivîl di çêkirina polîtîkayê de beşdar bin. Divê bername bên peydakirin ku piştgiriyê bidin rêberên jin. Divê fînansmana navneteweyî bi standardên rêveberiya berfireh û beşdariya hevseng ve bê girêdan. Beşdarbûna jinan ne tenê mijarek wekheviyê ye, her wiha hêmanek bingehîn e ji bo pêşvebirina aramiyê û avakirina aştiyek domdartir. Ezmûnên navneteweyî nîşan dane ku peymanên li ser bingeha beşdariya berfireh a civakê berxwedêrtir û bicîhanîntir in.”

‘Jin beşa herî nêz ya hûrguliyên jiyana rojane ya malbatê ne’

Ji aliyê xwe ve, Aktîvîsta jinan Henan Siyam der barê pêşeroja Zîvala Xezayê ya piştî şer axivî. Henan tekez kir ku heta jin di navenda qonaxên plansazkirin û pêkanînê de cih negrin, tu pêvajoyek başbûn an ji nû ve avakirinê nikare berfireh be. Henan Siyam, da zanîn jin beşa herî nêz a hûrguliyên jiyana rojane ya malbatê ne û di diyarkirina hewcedariyên civakî û mirovî yên ku ji ber şer mane de jî mirovên herî jêhatî ne.

‘Beşdariya jinan ji bo pêvajoyek başbûnek rasteqîn û domdar pêdiviyek bingehîn e’

Henan Siyam, da zanîn ew bawer dike ku paşguhkirina beşdariya jinan a ji bo amadekirina planên pêşerojê, di her pêvajoyek ku armanc dike ji nû ve avakirina civakê pêk bîne de kêmasiyek bingehîn avadike û got: "Aliyên herî girîng ên ku bi kûrahî û ji nêz ve bi jinan re eleqeder dibin, rêxistinên jinan û rêveberên jin in. Ji ber ku herî zêde ew hewcedariyên jinan û hûrguliyên rewşa wan dizanin. Lewma, beşdariya jinan a ji bo plansaziya pêvajoya başbûn û ji nû ve avakirinê ne vebijarkek zêde ye, ji bo bidestxistina pêvajoyek başbûnek rasteqîn û domdar pêdiviyek bingehîn e."

Henan Siyam, domandina xebata xwe ya hikûmeta teknokratîk a Zîvala Xezayê ya bêyî beşdariya rasteqîn a jinan a ji bo qonaxên plansazkirin û biryargirtinê, rexne kir û wiha got: Ev dûrxistin di warê têgihîştina beşdariya civakî de paşveçûnek temsîl dike û dikare bibe sedema planên ku pêdiviyên rasteqîn ên nîvê civakê nîşan nadin.”

‘Nebûna jinan tê wateya nebûna zanîn û ezmûna têkildarî hewcedariyên civakê’

Henan Siyam, axaftina xwe wiha domand: "Ji bo her aliyekî ku ji bo birêvebirina pêşerojê dixebite, bêyî beşdariya jinan a ji bo pêvajoya plansaziyê xebat meşandin, karesatek e. Ji ber ku divê jin di amadekirina planên başbûn û ji nû ve avakirinê de hevkar bin û divê jin ne tenê sûdmendên van planan bin. Nebûna jinan tê wateya nebûna beşek girîng a zanîn û ezmûna têkildarî hewcedariyên civakê. Dema ku em li ser ji nû ve avakirinê diaxivin, em ne tenê li ser ji nû ve avakirina kevir û avahiyan diaxivin. Em li ser ji nû ve avakirina jiyana mirovan, başbûna derûnî ya malbatan, piştgiriya rewşa aborî û civakî û dabînkirina hewcedariyên hemû bazarên ku ji ber şer zirar dîtine diaxivin.”

Jin di demên qeyranê de zêdetir rol û berpirsiyariyan digrin ser xwe’

Henan Siyam, destnîşan dike ku jin di demên qeyranê de zêdetir rol û berpirsiyariyan digrin ser xwe û wiha axivî: “Bi taybetî di malbatên ku jin debara xwe dikin de, jin di bin şert û mercên giran ên aborî û mirovî de piranî caran dibin berpirsiyarê dabînkirina pêdiviyên bingehîn, lênêrîna zarokan û birêvebirina karûbarên malbatê. Beşdariya jinan a di komîteyên plansazkirin û biryardanê de, dê piştrast bike ku polîtîkayên pêşerojê bêtir li gorî rastiyan bersiv didin û hewcedariyên komên herî xeternak nîşan didin.”

‘Avakirina pêşeroja Xezayê, hewceyê beşdariya hemû beşên civakê ye’

Henan Siyam, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê beşdariya jinan, ne piştî biryar girtinê, ji qonaxên herî pêşîn ên plansazkirinê dest pê bike û heta pêvajoyên pêkanîn û şopandinê dirêj bibe. Ji ber ku avakirina pêşeroja Xezayê, hewceyê beşdariya hemû beşên civakê ye.”

Nexşerê wek ceribandinek nû ya şiyana aliyan e

Di navbera metirsiyên serkeftinê û tirsa têkçûnê de, nexşerê wek ceribandinek nû ya şiyana aliyan ji bo wergerandina pabendbûnên siyasî, ji bo rastiyek berbiçav xuya dike. Lê ezmûnên berê nîşan didin ku domdariya her rêkeftinekê ne tenê bi rêya metnan, herr wiha bi rêya mekanîzmayek pêkanîna zelal, garantiyên navneteweyî yên girêdayî û beşdariya berfireh a Filistînî ku refaha mirovan dide pêşiyê û ji nû ve avakirina civakê dike armancek ne kêmtir girîng, ji nû ve avakirina tiştê ku şer wêran kiriye.