Di navbera nirx û maf de li Sûriyeyê azadiyên takekesî

Endama Beşa Lêkolînên Nifûsê ya li Wezareta Xwendina Bilind Semar Elî, diyar kir ku çanda serdest û kontrola civakî pir caran ji zagonekê bêtir bandorê li ser azadiyên takekesî dike û got: "Divê rêz li azadiyên kesane bê girtin."

LEMÎS NASÊR

Şam – Li Sûriyeyê şer, diyaspora û bêaramiya siyasî her aliyek jiyanê ji nû ve diguherînin. Azadiya kesane ne tenê hûrguliyek civakî an jî lukseke rewşenbîrî ne. Ew mijareke girîng e ku bi eslê xwe têkiliya di navbera takekesî û civakê de têkildar e.

'Divê azadî bi hişmendiyê ve bê girêdan'

Endama Beşa Lêkolînên Nifûsê li Wezareta Xwendina Bilind Semar Elî diyar kir ku têgeha azadiyên kesane di nav civaka Sûriyeyê de hewceyî nirxandinek berfireh in û got: "Carnan em meyla dikin ku azadiyê wek mafek sedîsed bihesibînin, ku em dikarin wê bi dest bixin û li gor dilê xwe bikar bînin. Lê divê em ji bîr nekin ku ev azadî divê bi hişmendiyê ve bê girêdan û her azadiya ku bandora xwe li ser yên din dike an jîngeha derdorê piştguh dike, ji mafekî vediguhere kaosê. Azadiya cil û bergan divê wek pevçûnek bi nirxan re neyê fêmkirin, lê wek cihek ji bo xwe îfadekirina hişmend e û bi rêzgirtina ji bo cîh, dem û jîngeha civakî ye."

'Erka me em bi nifşên nû re diyalogan bipêş bixin'

Semar Elî dest nîşan kir ku ciwan di nav belavbûna înternet û malperên medyaya dîjîtal de mezin bûne, ji ber vê têgeha azadiyê rasterast zû qebûl dikin. Semar wiha domand: "Nifşên ciwan di her kêliyê de dîmen û wêneyên jiyanek ku ew bawer dikin normal e, dibînin. Lê di rastiyê de ew rastiya wan a civakî nîşan nadin. Erka me ew e ku bi wan re diyalogan li ser azadiya rast vekin, şîrove û guhdarî bikin, ne ku li ser wan azadiyê ferz bikin an qedexe bikin. Zarok daxwaza azadiya takekesî dikin, malbat jî tiştên ku wek nirx dibîne ferz dikin. Ev nakokiyek berdewam e di malên Sûriyeyê de. Di vir de 'valahiya zanînê' ku yek ji pirsgirêkên herî xeternak ên serdema heyî derdikeve holê."

'Azadiya derbirînê divê di çarçoveya nirxan de bê fêmkirin'

Semar Elî derbarê azadiya xwe îfadekirinê de wiha got: "Azadiya derbirînê divê di çarçoveya nirxan de were fêmkirin, ne li dijî wan. Ev jî nayê wê wateyê ku mirov werin sînordarkirin an jî werin tepisandin. Divê ji wan re were bibîrxistin ku her peyvek bandorek wê heye û dibe ku reaksiyonên neyînî biafirîne."

'Divê rêz li azadiyên kesane bê girtin'

Semar Elî da zanîn ku di nava tiştên ku qanûnên Sûriyeyê derbarê azadiyan de dest nîşan dike û tiştên li ser erdê têne kirin de cudahiyek girîng heye û wiha axaftina xwe dom kir: "Tevî ku destûr rêzgirtina ji bo azadî û rûmeta takekesî destnîşan dike jî, çanda serdest û kontrola civakî pir caran ji her zagonekê roleke girantir dilîzin. Prensîba bingehîn ew e ku ku em rêzê li azadiyên kesane bigrin. Lê carnan mirov li gor adet û kevneşopiyan ên din darizînin, ne li gor zagonê. Ev jî azadiyan xeternak dike."

'Civak hewceyî hişyarî, diyalog û perwerdehiyê ye'

Semar Elî banga nîqaşeke civakî ya cidî û berpirsiyar li ser têgeha azadiyên kesane kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em hewceyî hevsengiyek nazik in. Em ne civakek dixwazin ku azadiya takekesî tepeser bike, ne jî azadiya ku ber bi kaosê ve diçe dixwazin. Em hewceyî hişyarî, diyalog û perwerdehiyê ne ku li ser bingeha razîkirinê ye, ne li ser bingeha tepeserkirinê. Ev ne riyek hêsan e, lê ew tenê riya afirandina civakek saxlem, cihêreng û vekirî ye."