Di doza Gulistan Doku de 7 kesan birin dadgehê

Di doza xwendekara zanîngehê Gulîstan Doku ya li Dêrsimê winda bû de, 7 kesên ku di lêpirsînê de ji aliyê cendermeyan ve prosedurên wan hatin temamkirin, birin dadgehê.

Navenda Nûçeyan – Ji bo wan du kesên ku duh di çarçoveya lêpirsîna windabûna xwendekara Zanîngeha Mûnzurê Gulîstan Doku de sewqî Dadgeha Dêrsimê hatibûn kirin, biryara girtinê hat dayîn.

Memûrê polîs yê bi navê Gokhan Ertok ku sîm qartê telefona Gulîstan Doku danîbû ser telefona xwe û tevahiya agahiyan jê birîbû, bi sûcên wek “delîlên sûc ji holê rakiriye, veşartiye û guherandiye” , her wiha “daneyên di pergala ilmê de xirab kiriye, ji holê rakiriye, an jî guherandiye, daneyên nû li pergalê bar kiriye” û hwd. hate girtin. Kesê bi navê Erdogan Elaldi ku di wê demê de Karmendê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Dersimê bû, tevahiya sûcan red kir lê ji sûcê “Kuştina bi zanebûn” hat girtin.

Berpirsên kameraya zanîngeha Mûnzur ê Sûleyman Onalan û Savaş Gulturk jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha Dêrsîmê ya Sulhê hatin kirin. Piştê îfadeyên wan yên li dadgehê, bi şerta qontrolê hatin berdan.

Îro 7 kesên ku îfadeyên wan li ba cendirmeyan hatine temamkirin, anîn dadgehê. Di heman demê de gumanbarê sereke Mustafa Türkay Sonel û parêzvanê walîtiyê Şukru Eroglu li navenda cendirmeyan tên girtin.