Di doza Dîlan Kortak a ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin de biryara ‘bêerkî’
Doza ku polîsên ku Dîlan Kortak qetil kirin ji ber sûcê “bi îhmalkariya bi zanebûn bûyîna sedema mirinê” bi “biryara bêerkiyê” sewqî Dadgeha Cezayê Giran hat kirin.
Stenbol - Doza ku der barê polîsên bi navê Y.Y.A, F.Î.B. û O.Y. hatî vekirin ku li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê ciwana 19 salî Dîlan Kortak di 3’ê Kanûna 2015’an de di serdegirtina malan de qetil kiribûn, ji ber sûcê “bi îhmalkariya bi zanebûn buyîna sedema mirinê” dewam kir.
Danişîna duyemîn a dozê li 68’emîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Edliyeya Anadoluyê hat dîtin. Di danişînê de parêzerên malbata Kortek, endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Bulent Aşa û Omer Çakirgoz amede bûn. Polîsên kiryar ên ku bê girtin hatin darizandin û parêzerên wan jî beşdarî danişînê bûn.
‘Divê doz ji cezayê giran re were şandin
Di rûniştina ku bi tespîtkirina nasnameyan destpê kir de heyeta dadgehê li daxwazên parêzeran guhdarî kir. Bulent Aşayê ku destpêkê axivî û diyar kir ku ji 25 derbên guleyan 21 jê bi derba qetilkirinê bûne û yek jî ji mesafeyeke kin hatiye berdan û sûcê “qetilkirina bi qestî” hatiye kirin û divê biryara bê erk were dayîn. Bulent Aşa xwest doz ji Dadgeha Cezayê Giran re bê şandin.
‘Çekên ku aîdiyeta xwe nediyar’
Parêzerê din ê malbata Kortak Omer Çakirgoz jî diyar kir ku di îfadeyên berê yên polîsên kiryar de ji bilî Dîlan Kortak û polîsan tu kes li cihê bûyerê nebû û bal kişand ku di nav rapora sûcan de 2 çekên din ên cuda hene. Omer Çakirgöz got: “Dozgeriyê diyar nekir ku ev her du çek ne aîdî Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ne û der barê ku bersûcan ew bi kar anîne de jî neket nav hûrguliyan. Gelo çekên bi aîdîyeta xwe nediyar li devereke din hatine bikaranîn an na, nîşan dide ku kiryarên tawanbaran berî an piştî tawanê ji bo înfazkirin, qetilkirina bi qestî hatine kirin” û daxwaza biryara bêerkiyê kir.
Parastina ‘Xweparastinê’ ji parêzerên kiryaran!
Piştre parêzerên polîsên kiryar axivîn. Parêzerên polîsan jî xwestin ku daxwaza ji bo biryara bêerkiyê bê redkirin û her wiha Kortakê krîmînalîzekirin û qetilkirina wê wekî “xweparastinê” dan pêş.
Dozger daxwaza 'ne hiqûqê' kir
Piştre dozgerê ku nêrîna xwe pêşkêş kir, xwest ku her çend ji ber sûcê "bi îhmalkariya bi zanebûn mirinê" doz hat vekirin jî, di dozê de wekî erka nirxandina delîlan biryara nehiqûqiyê bê dayîn. Aîdî Dadgeha Cezayê Giran a payebilind e, îhtimal heye ku ev kiryar sûcê "kuştina bi niyeta muhtemel" be.
Ji bo dosyayê biryara neşopandinê hat dayîn
Piştre jî dadgeha ku biryara xwe eşkere kir, biryara “bêerkiyê” da û biryar da ku doz li Dadgeha Cezayê Giran bê dîtin. Dadgehê diyar kir ku mafê îtîrazê yê biryarê heye, dadgehê diyar kir ku piştî biryar bi dawî bû dê dosya ji Dadgeha Cezayê Giran a Nobedar a Anadoluyê re bê şandin.
Ger li Dadgeha Cezayê Giran doz bê vekirin wê dîsa îfadeya polîsên kiryar bên girtin.