Derya Fetah: Divê maf û erk neyên tevlihevkirin
Parêzer Derya Fetah diyar kir ku di rewşa zewac an jî hevberdanê de jinên ku xwedî kar û dahata xwe ne, ji ber ku bi mafên xwe nizanin, rastî pirsgirêkên girîng tên.
MEHRÎBAN SELAM
Helebçe – Mafê jinan bi giştî heye ku ji milkê zewacê pareke mezin bigrin. Pirê caran ji sedî 50 nefeqe û piştgiriya zarokan, her wiha bi milkê zewacê re bi giştî wekî hebûnên ku di dema zewacê de hatine bidestxistin, tê pênasekirin. Jin dikarin milkê şexsî yê ku di zewacê de anîne, biparêzin. Bi çareseriyên ku armanc dikin ku standardek jiyanê ya wekhev peyda bikin, dikarin beşek ji hebûnên teqawidbûnê werbigirin.
Ji ber hişmendiya giştî mafê wan tune ku daxwaza mafên xwe bikin
Mafê jinê heye ku ji mal û milkên ku bi hewildanên herdu hevjînan hatine qezenckirin, tevî mal, teserûf û îstîsmarkirinê werbigirin. Bi taybetî jî, eger jin xwediyê mal be an jî kêmtir qezenc kiribe, dibe ku nefeqe bê dayîn, da ku asta jiyanê ya mumkin were parastin. Hejmareke mezin ji jinên ku dahata wan a taybet heye, ji ber nebûna hişmendiya giştî mafê wan tune ku di rewşa pirsgirêkên bi hevjînên xwe re mafên xwe îdîa û daxwaz bikin. Di rewşa hevberdanê de ji dahat û darayî bêpar dimînin.
"Di qanûnên rewşa şexsî yên Iraq û Kurdistanê de mafên wekhev nînin"
Parêzer Derya Fetah ji ajansa me re vegot ku jin çawa dikarin dema zewacê mafên xwe îdîa bikin an jî mafên xwe di peymana zewacê de biparêzin. Derya Fetah diyar kir ku ew li vir ne tenê mafên jinan diparêzin û wiha got: “Divê mafên jin û mêran di van rewşan de werin parastin. Divê jin dema ku qanûnên rewşa kesane bicîh tînin, baldar bin. Ev ne wekî Ewropayê ye, ew bi serê xwe biryar didin û bicih tînin.’’
‘Divê di peymana berî pêvajoya zewacê de bên diyarkirin’
Parêzer Derya Fetah îşaret bi girîngiya mîsogerkirina mafên jinan kir û wiha pê de çû: “Jinek çiqas dahata wê ya serbixwe hebe jî, ew ê ji mafên xwe bêpar bimîne. Berê hay jê tunebû, lê niha hay jê heye. Ger milkê wê di peymana zewacê de hatibe nivîsandin, ev ne nîşana nebûna baweriyê ye, nîşana mafê jinê ye ku wê ji hevjînê xwe biparêze. Mînak, jinên ku mûçe an mîrata wan hene û li ser navê mêran biryarên hestyarî didin, di vê demê de, divê nivî bidin. Ji bo çareseriyan, divê her tişt di peymana zewacê de were ziman. Divê di peymana zewacê de erêkirina herdu aliyan hebe. Ger ne wisa be, divê şahid di navbera wan de hebin da ku milk vegerînin xizmên xwe, her çend ev yek dijwar be jî. Ji ber ku milk li ser navê kesekî ye û haya jinan ji mafên wan tuneye.”
"Divê maf û erk neyên tevlihevkirin"
Prêzer Derya Fetah bal kişand ser girîngiya jiyana darayî ya hevjînan û wiha bidawî kir: “Divê keç û kurên ku niha dizewicin, jiyaneke wan a darayî ya hevbeş hebe û girîng e ku mafên hevdu biparêzin. Civak jî zextê li ser jinan ava dike û jin di dema berdanê de rastî zextê tên. Divê civak ji bo jinan baldar be û divê ew erk û maf neyên tevlîhevkirin.”