Dengdêrên Iraqê meylek nû û hişyariyek li hemberî guhestina benda 57’an nîşan didin

Jinên Iraqê hişyarî li ser guherandina benda 57’an a zagona rewşa kesane ya welat der barê danîngeha zarokan de dan, di demeke ku parêzvanên mafên mirovan piştrast kirin rêjeya rewşên hevberdanê di astek bilind a bi xeter de ye.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda- Benda 57’an a Qanûna Rewşa Kesane di destpêka guftûgoyên Iraqê de ye. Ji ber ku ji bo xwendina pêşîn li Civata Nûneran hat pêşkêşkirin, di destpêka Hezîrana borî de û raya giştî di navbera alîgir û dijberên ku di wê tirsa piştî veqetandina hevjînan girtina zarokan ji dayikên wan e. Ji serê sala 2021’ê ve rêjeya hevberdanê li Iraqê zêde bûye.
Li gorî rapora rayedarên dadweriya Iraqê ya di nîvê Îlonê de hat weşandin de, rojane zêdeyî 200 dozên hevberdanê hatine tomarkirin. Hejmara dozên hevberdanê di Tebaxa derbasbûyî de gihîşt 6250 bûyerên telaqê ku rojane 210 dozên hevberdanê hene ango di her saetekê de dibe 9 dozên hevberdanê.
Di benda 57’an a Qanûna Rewşa Kesane ya Iraqê ya bi hejmar 188 ku di sala 1959’an de hat derxistin de tê gotin ku: “Mafê dayikê heye di dema zewacê û piştî veqetînê de zarok xwedî bike û perwerde bike, da ku zarok ji vê rewşê zirarê nebînin. Tê destnîşankirin ku divê dayîk mezin be, aqilmend be, dilsoz be, jêhatî be ku zarokan mezin bike û xwedî bike. Jixwe girtina dayikek teleqdayî bi zewaca wê nayê paşguhkirin û dadgeh di vê rewşê de li gorî berjewendiya zarok der heqê mafdarbûna dê û bav de biryar dide.” 
Di beşa pêncemîn a bendê de dibêje: “Ger zarokê ku di bin çavdêriyê de pazde saliya xwe qedandibe, mafê wî/ê heye ku hilbijêre ku bi kê re bixwaze ji dê û bavên xwe yan yek ji xizmên xwe re bimîne heya ku ew hejdeh saliya xwe temam bike.”
Der barê guheztina pêşbînîkirinê de, tê pêşniyarkirin ku dayika teleqdayî divê heta zarok nebe heft salî divê nezewice, ev tê wê wateyê ku heta zarok dibe heft salî dikare dayiktiyê bike û ji wir û şûnde dê ji dayîkbûnê bêpar dimîne. Lê belê ne hewce ye ku bav nezewice da ku destûrdariya zarokan werbigire her wiha ev zagon maf dide dapîrê ger ku bav wefat bike.
“Ji ber sedemên vala rastî şîdetê dihatim”  
M.E. ya 25 salî ku dayika du zarokan e diyar kir ku di dema rojên destpêkê yan zewacê de ji ber sedema dayîna çayê rastî şîdeta hevjînê xwe hatiye û wiha got: “Piştî 20 roj di ser zewaca min re derbas bû, beriya ku ez çayê bidim xesûya xwe, min da hevjînê xwe, ev yek bû sedem ku xesûya min hêrs bibe û hevjînê min jî li min xist. Malbata min pir sar bertek nîşan da mîna ku min sûcek kiribe û dema ku min hevberdan xwest, bavê min fikra min red kir, wî ji min xwest ku li gorî gotin û talîmatên hevjînê xwe hereket bikim. Di vir de ez heta heft salan rastî şîdetê dihatim lê di dawiyê de piştî ku bavê min wefat kir, min doza hevberdanê vekir.”
Işkenceya M.E. li vir jî neqediya, piştî hevberdana wê jî şîdet domiya. Malbata wê dest bi zextê kir da ku dev ji xwedîkirina zarokên xwe berde, ji ber vê yekê wê biryar da ku dev ji malbata xwe berde û xaniyek biçûk a ku tê de dijî kirê bigre. Ew di baxçeyekî zarokan de dixebite da ku hewcedariyên xwe yên darayî bi cih bîne.
M.E. dibîne ku qanûna Iraqê neheqî li jinan dike û ji parastina wan direve. Ew  ditirse ku di hilbijartinên zagonsazî yên ku di 10’ê Cotmehê dest pê kirin de, guhertin di madeya 57 a Qanûna Rewşa Kesane de were kirin ku di wir de danîngeh ji dest wê were girtin. Ew diyar dike ku ew ê berendamên mafên jinan diparêzin û qanûnên ku jin û zarokan jî diparêzin hilbijêre.
“Min fam kir ku rizgarbûna rast di veqetînê de ye”
Rewşa F.S ya 32 salî, mamoste û dayika sê zarokan e cuda ye, biryara veqetîna ji hevjînê xwe daye ji bo wê gelek dijwar bû lê ew çareya yekane ye ku xwe û zarokên xwe ji şîdeta nava malê rizgar bike û dibêje: “Ger min meaşê xwe yê mehane nedayê, wî li min û zarok îşkence dikir. Wî tenê daxwaza pereyan dikir û li tiştên vala xerc dikir. Ji ber vê min û zarokên xwe her êş dikişand. Piştî mirina dê û bavê min, birayên min bi malbatên xwe re mijûl bûn û kes bi min re eleqedar nedibû, ev yek jî ji bo min lawaziyek din bû li pêşberî hevjînê min tundtir bû. Rojekê dema hevjînê min li kurê min ê mezin xist hê 11 salî bû, kurê min reviya hembêza min û ji min re got min xilas bike, wê demê min dizanibû ku xilasiya wî ya rastîn di veqetînê û xwesteka hevberdanê de ye.”
Ew ji erêkirina rayedaran a qanûna guheztina xala 57’an a vekişandina danîngehê ji dayikê ditirse û dibêje ew qanûnek baviksalarî ye, li gorî berjewendiyên zarok û mafên jinan nafikire.
“Ev qanûn mafê jinan ê zewacê red dike”
Çalakvana mafên jin û zarokan Haura Al-Moussawi dide zanîn ku rêjeya hevberdanê gihîştiye astek tirsnak, nemaze li parêzgeha Bexdayê û wiha dibêje: “Li gorî belgeya ku ji hêla dadweriya Iraqê ve hatiye weşandin, hejmara dozên hevberdanê, li gorî rapora mehane ya herî dawî ya îsal gihîşt 8245 doz li pazdeh parêzgehên Iraqê û li Bexdayê tenê gihîştiye dora sê hezar dozan. Zewaca zû astengiya herî mezin e li pêşiya pêkhatina jiyana zewacê ya gihîştî. Ew jî ji ber nebûna amadekariya derûnî ya hevjînan e. Lê belê neheqiya herî mezin kirûbira jinan e, piştî hevberdanê û hewldana paşvekişandina zarokan li gorî pêşnûmeya guheztina xala 57’an ku tê de xalên di paşvekişandina zaroktiyê de piştî du salan di bûyera zewaca wê de tên xuyakirin û dayik dikare parastina zarok bike bi şertê ku heta zarok bibe hef salî nezewice. Ev qanûn mafê jinan ê zewacê red dike, psîkolojiya jinan xirab dike û dayiktiya wan binpê dike.”
“Divê jin bi awayek çalak beşdarî guhertinê bibin”
Çalakvana femînîst û nûnera kampanyaya ‘Jin li dijî guheztina madeya 57’an in’ Ghazal Al-Khazali, piştrast kir ku meyla jinan heye ku berendamên di parastina mafên jinan de xwedî pozîsyonên berê ne hilbijêrin. Di hilbijartinên heyî de, jin li kesekî digerin ku di parastina mafên wan û zarokên wan de xwedî dengek bilind be û got: “Tevgerek femînîst heye ku beşdarî hilbijartinan bibe da ku rastiya jinên Iraqê biguhezîne ji ber hewcedariya lezgîn ku qanûnên girîng ên bi jinan re têkildar werin derxistin û li ser qanûnên ku ji hemû malbatên Iraqê re xizmetê dike re bixebite, wek qanûna şîdeta nav malê ji bo parastina malbatê ji perçebûnê. Ez bang li jinan dikim ku bi awayekî çalak beşdarî guhertinê bibin.”
Aktîvîstên mafên mirovan kampanyaya ‘Jin li dijî guherandina Madeya 57’an in’ li ser platformên medya civakî dan destpêkirin, da ku  gelek paragrafên pêşnûmeya guheztina qanûnê red bikin û çalakvanan ji bo rawestandina berçavkirina guheztina madeyê gelek xwepêşandan organîze kirin.