Dadwer Enûr: Heqê rêveberiya xweser heye ku ji sûcdaran hesap bixwaze
Dadgeh Enûr Zeyd Başha, balkişand ser binpêkirinên çeteyan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got ku “Heqê rêxistinên mafên mirovan û rêveberiya xweser heye ku dozan bibin ber dadgehên navneteweyî û hesab ji sûcdaran bixwazin.”
ESMA MUHAMMED
Qamişlo- Bi zêdebûna binpêkirinên giran ên li dijî sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya li Helebê re, şopên sûcên bipergalî yên ku li ser bingeha etnîkî civakê hedef digrin, derdikevin holê. Ev binpêkirin li dijî jin, zarok û girtiyan jî pêk tê û bi eşkereyî qanûna mirovî ya navneteweyî û Peymanên Cenevreyê binpê dikin.
Yek ji dadwerên Dadgeha Parastina Zarokan a li Kantona Cizîra Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enûr Zeyd Başha, bûyerên tên jiyîn di çarçoveya hiqûq û mafan de nirxand. Enûr Zeyd Başha, di destpêka axaftina xwe de kesên hatine qetilkirin bibîr anî û wiha axivî: “Rêzgirtina ji bo şehîdan ne tenê erkek ehlaqî ye, di heman demê de erkek hiqûqî û maf e jî. Parastina jiyana sivîlan, parastina zarok û ciwanan û parastina tevna civakî, berpirsyariya herkesî ya li ber hiqûqa navneteweyî û wîjdanên mirovan e.”
‘Her sûcek peyamek e’
Enûr Zeyd Başha, destnîşan kir ku êrîş rasterast civaka Kurd hedef digrin û qetilkirina sivîlan binpêkirinek eşkere ya Peymana Çaremîn a Cenevreyê û peymanên mafên mirovan ên navneteweyî yên derbarê parastina jin û zarokan a di demên şer de ye. Enûr Zeyd Başha, wiha got: “Xwîna şehîdan delîlek zindî ya berxwedanê ye. Fedakariyên wan nîşan dide ku îradeya gelê me rûxmê hewldanên zilm û paqijkirina etnîkî nekarî bê şikandin û edalet li dijî kesên ku dixwazin zirarê bidin civakê, wê bibe çeka herî girîng. Lewma bîranîna wan bangekî ji bo parastina zarok û civakê, bilindkirina hişmendiya mafên mirovan e. Her sûcekî ku sivîlan hedef digre, peyamek zelal a ji bo civaka navneteweyî ye. Rûmeta mirovan ne mijara bazarê ye û parastina wê berpirsyariyek hevpar a saziyên dewletê û civaka sivîl e."
Enûr Zeyd Başha, diyar kir ku berxwedana jin û mêrên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dijîn bi awayekî zelal amadebûna wan a ji bo parastina ax, şeref û rûmeta xwe nîşan da. Enûr destnîşan kir ku ew ê di tu şert û mercan de dev ji axa xwe bernedin û wiha axivî: “Ev êrîş bi zanebûn û plan hat kirin û ji aliyê Artêşa Ereb a Sûriyeyê ku mîna hêzên rêveberiya Sûriyeyê tê zanîn û komên derveyî Sûriyeyê yên di bin fermandariya wê de hat kirin. Armanca sereke ya êrîşan hedefgirtina nasnameya Kurd û jinên ku di rizgarkirina deverên li Bakur-rojhilatê Sûriyeyê ya ji DAIŞ’ê de roleke girîng lîstin bû. Lê belê, îradeya jinan tevî hemû gef û êrîşan jî nehat şikandin. Çalakiya qehremanî ya Şehîd Denîz Çiya, di dijmin de hêrsek mezin çêkir. Ev leşkerên bipere, cenazeyê şervana jin a Kurd ji cihekî bilind avêt û hovîtiyek nemirovane nîşan da."
‘Binpêkirina peymanên navneteweyî ye’
Dadwer, ragihand ku ev sûc ne takekesî an jî nerasterast bû û di çarçoveya siyaseteke bipergalî ku armanc dikir berxwedana şervanên jin bitepirsîne, îradeya wan bişkîne. Dadwer Enûr got ku vana dixwestin li dijî rola pêşengiyê ya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tolhildanê bigrin û axaftina xwe wiha domand: “Jinan hişmendiyek bilind û îradeyek xurt nîşan dan û di şerê li dijî terorê û rizgarkirina deverên mezin a ji DAIŞ’ê de rolek sereke lîstin. Tiştê ku li dijî Şehîd Denîz Çiya hatin kirin, li gorî Peymanên Cenevreyê û protokolên wan ên pêvek, sûcekî şer û li dijî mirovahiyê ye. Ev yek di çarçoveya qanûnî ya li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî de mîna hiqûqa pevçûna çekdarî an jî şer tê zanîn.”
Enûr Zeyd Başha, di berdewama axaftina xwe de bi bîr xist ku xala 4’emîn a Peymana Cenevreyê di serî de sivîlan diparêze û rasterast hedefgirtina wan an jî êrîşkirina li rûmeta wan qedexe dike. Enûr destnîşan kir ku deverên niştecihbûnê sivîlan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê rasterast hatine hedefgirtin. Enûr Zeyd Başha, diyar kir ev binpêkirinên cidî û bipergalî yên qanûna mirovî ya navneteweyî pêk tîne û aliyên ku êrîşan pêk tînin û piştgirî didin wan, berpirsyariya qanûnî ya tevahî ya ji bo sûcên li dijî sivîl û jinan û windahiyên mirovî yên giran hildigrin ser xwe.
‘Sivîl rastî bandorên wêranker ên şer hatin’
Enûr Zeyd Başha, diyar kir rewşa mirovî ya li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji ber zêdebûna aloziyan û dorpêçên ferzkirî bi awayekî cidî xirab bûye û wiha axivî: “Di dema dorpêçkirinê de kêmasiyek giran a pêdiviyên bingehîn hebû û ev yek bi taybetî jî bandor li jin û zarokan dikir. Dorpêçkirin ne tedbîrek demkî ye, siyasetek bipergalî ya tepeserkirinê ye ku rasterast sivîlan hedef digre û li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, dorpêçkirin nikare ji bo cezakirin an jî bindestkirina gel bê bikaranîn. Me şahîdî kir ku piştî dorpêçkirinê, şer û pevçûnên dijwar ên leşkerî çêbûn û dron û balafirên bêmirov hatin bikaranîn. Tiştên ku li Şêx Meqsûdê li dijî sivîlan hate kirin, mîna binpêkirineke eşkere ya rêgezên mafên mirovan e. Her çend sivîlan israr kirin ku deverên xwe û rûmeta xwe biparêzin jî, divê bi hiqûqî hatiban parastin. Lê sivîl rastî bandorên wêranker ên şer hatin.”
‘Li dijî pîvanên olî û ehlaqî binpêkirinên giran çêbûn’
Enûr Zeyd Başha, destnîşan kir ku armanca sereke ya van pêkanînan tirsandin û şikandina îradeya şervanên jin bû û diyar kir ku ji bo vê armancê, pîroziya miriyan bi zanebûn hat paşguhkirin û cenaze di bin dirûşmeyên olî de hatin teşhîrkirin. Enûr Zeyd Başha, wiha got: “Tu eleqeya van kiryaran bi ola Îslamê re tune ye û berevajî vê yekê ev yek berevajî kirina rasterast a nirxên olî û xirakirina bi zanebûn a wateya wan a mirovî ye. Bûyerên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimîn, binpêkirineke cidî ya rêgezên olî û ehlaqî ye û binpêkirineke eşkere ya rêgezên bingehîn ên hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye.
Enûr Zeyd Başha, axaftina xwe wiha domand: “Muameleya xerab a li dijî jin, mêr û zarokên a li herêma peravê, binpêkirinên li Suweydayê ya bi piraniyên ya Durzî û êrîşên li dijî taxên Helebê, meyleke tundiya bipergalî û dubare danî holê. Ev pêkanîn bi zanebûn û plan in û armanc dikin ku sivîlan bitirsînin û panîkê li deverên di bin kontrola rêveberiya demkî ya berê de û li deverên di bin rêveberiya xweser de ne belav bikin. Ev hewldanek ji bo bindestkirina gel, qelskirina aramiya civakî û binpêkirinek cidî ya mafên mirovan û rêgezên qanûna mirovî ya navneteweyî ye.”
Rola medyayê ya di şer de
Enûr Zeyd Başha, bal kişand ser rola girîng a medyayê ya beriya ku hêz bikevin herêmê an jî beriya ku herêm dest bi operasyonê bikin û got: “Medya berpirsyarê birêvebirina şer û agahdarkirina sivîlan e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, medyaya li dijî rêveberiya xweser, di şerê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de roleke girîng lîst. Bandor him li ser derûniya şervanan û him jî sivîlan kir. Lê biryardariya gel a ji bo jiyan û hebûna li gorî îradeya xwe ji bandorên neyînî yên medyayê xurttir e û bi vî awayî berxwedan û mayîna li herêman gengaz dike. Her wiha ragihandina Kurd hewl dide ku berxwedana QSD’ê û şervanan veguhezîne, lê ev yek di şerê li dijî îdiayên derewîn û nîşandana tevahî ya rastiyê de netêrkêr e. Lewma divê ragihandina Kurd bê xurtkirin. Ger bê xurtkirin, wê di belavkirina rastiyê, eşkerekirina binpêkirinên hêzên Sûriyeyê û komên girêdayî wê, ragihandina rast û objektîf a rewşê li qadê û parastina sivîlan de, bibe amûrek bihêz.”
‘Sûcên şer ên li dijî şer, sûcên li dijî mirovahiyê ne’
Enûr Zeyd Başha, diyar kir ku binpêkirin di dema pevçûnên çekdarî de berbelav bûn, lê tiştên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê qewimîn hemû pîvanên mirovî û yasayî derbas dike û destnîşan kir bûyerên mîna talankirina mal û kargehan, qetilkirina girtiyan û darvekirina birîndaran a bi eşkereyî ya li dijî qanûna mirovî ya navneteweyî û Peymanên Cenevreyê ne.
Enûr Zeyd Başha, wiha axivî: “Ev kiryar dikevin kategoriya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê û di hinek aliyan de sûcên qirkirinê ne. Ji ber ku ev êrîşan rasterast civaka Kurd hedef digrin û binpêkirinan her wiha veqetandina bi darê zorê ya sivîlan a li ser xetên etnîkî, veqetandina zarokên kurd a ji malbatên wan û veguhestina wan a ji bo cihên nenas e û sûcekî tevahî ya windakirina bi darê zorê ye. Rêxistinên mafên mirovan û rêveberiya xweser, mîna desthilatek fermî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî maf in ku dozan bibin ber dadgehên navneteweyî û hesab ji sûcdaran bixwazin.”
‘Gelê van herêman dê polîtîkayên qirkirinê an kî koçberkirina bi darê zorê qebûl nekin’
Dadwer Enûr Zeyd Başha, destnîşan kir ku carek din wê destûr neyê dayîn ku qetlîamên sivîlan û bi taybetî jî li dijî jinan a li herêmên peravê û Suweydayê, dubare bibin û wiha pê de çû: “Gelê van herêman dê polîtîkayên qirkirinê an koçberkirina bi darê zorê qebûl neke û dê rûmet û hebûna xwe ya rewa biparêze. Hewldana komên radîkal ku îdîa dikin ew nûnertiya artêşa Sûriyeyê dikin, ji bo ferzkirina rastiyekê bi darê zorê ya ki ser gel dê bi berxwedanek rewa û xweparastinê re rû bi rû bimîne."
Enûr Zeyd Başha, diyar kir ku divê gel hişyar be û ji bo tiştên ku dibe ku di pêşerojê de rû bi rû bimînin amade be û wiha got "Mafê xweparastinê, parastina rûmet û hebûna xwe ji aliyê qanûna navneteweyî ve tê mîsogerkirin û di tu şert û mercan de nayê paşxistin. Ev bi taybetî li dijî gefên domdar ên li ser ewlehî û yekparçeyiya gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, derbasdar e.”
‘Edalet ne vebijarkek ku dikare were paşxistin e, mafek sabît e’
Dadwer Enûr Zeyd Başha, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan berpirsyariyeke hiqûqî û ehlaqî ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Rawestandina binpêkirinan, parastina sivîlan û hesabpirsîna sûcdaran erkekî lezgîn e. Edalet ne vebijarkek dikare bê paşguhkirin e, mafekî sabît e û berxwedana gel, îspatkirina maf û rûmeta xwe, dê di têkoşîna li dijî tundî û terorê de stûna bingehîn a avakirina pêşerojek li ser bingeha edalet û aştiyê be."