Dadgehê biriyara DMME yê ne nasî

Tevî biriyara DMME’yê ya têkildarî parêzbendiya parlamenterên HDP’ê jî daxwaza betalkirina doza derheqê Feleknas Uca de hate redkirin.

Amed - Bi sedema ku parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca di navbera salên 2015-2016’an de beşdarî civîn û daxuyaniyan bûye, derheqê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza îro jî berdewam kir li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Feleknas beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wê Serdar Çelebî di danişînê de amade bû.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber guherîna demkî ya di Qanûna Bingehîn de, ji bo rakirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê biryara binpêkirinê dabû. Parêzerên Feleknas jî biryara DMME’yê nîşanî dadgehê dan û xwestin ku doz were betalkirin. Lê belê weke danişînên din, di vê danişînê de jî daxwaza parêzeran hate redkirin. Şandeya dadgehê da zanîn ku Wezareta Edaletê wergêra biryara DMME’yê ji wan re neşandiye. Danişîna dozê taloqî 11’ê cotmehê hate kirin.