Ciwana Ebdulbaqî: Jinên di girtîgehên PDK’ê de ji hemû mafan bê parin 2

Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî diyar kir ku li girtîgehên jin lê dimînin ên herêma Başûrê Kurdistanê îşkence û destdirêjî tê kirin û got: “Ji bo teslîmgirtina vîna jinan û tiştên dixwazin bi ser wan bidin sepandin despêkê îşkenceyên giran dikin, dema dîtin teslîm nabe vêcarê jî destdirêjiyê li wan dikin. Sîxurî li ser min ferz dikirin, dema min nepejirand vêcarê jî ez îskence kirim heta bi ser hişê xwe çum.”

TEWAR PÊNCEWÊNİ
Silêmanî - Ciwana Ebdulbaqî ya 5’ê Tebaxê dema li gel du hevalên xwe ji Şengalê vedigeriya li cihê kontrolê ya Kelekê ya girêdayî bajarê Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên girtin tiştên 71 rojan jiyayî . Ciwana ya bi 350 jinên ku sezayê wan di navbera 14-70 salan de mayî dibêje: “Hinek ji wan jinan ji ber madeyên hişbir bi karanîne hatine girtin lê belê ew bi xwe behs dikin bazirganên madeyên hişbir kesên berpirsin.”
Di derbarê nêzîkatiyên asayîşa PDK’ê li beramberî jinên girtî de Ciwana wiha dibêje: “Min daxwaz kir ku kesekê bibînim, parlementerek anîn, ew parlementer jî parlementerê partiya Îslamê bû, quran anî ji min re got navê xuda bîne û dest dane ser quranê emê te berdin. Min ji parlementer re got ez mafê xwe dixwazim, ez çalakvanim û destura min heye li Hewlêr kar bikim. Parlementer ji min re got mafê çalakvanan heye li Hewlêr kar bikin lê belê mafê we nîne.”
“Ji bo şikandina vînê destdirêjî dikin”  
Ciwana wiha behsa îşkenceya ku li girtigehê li beramberî jinan tê kirin kir: “Destpêkê îşkence lêdan bû, piştre elektirik lê didan û ya sêyem jî destdirêjiya cinsî bû. Dema îşkence dikirin dibirin odeyekê û têde kamêra hebû tiştek bi kamêra de didan da ku ew mêr diyar nebe. Ez weke çalakvanekê min çavdêrî dikir ji derve mêr li kamerayê temaşe dikir. Ew tiştên dikirin hemû ji bo şikandina vîna jinan û teslîmgirtina wan bû. Ji bo tiştên dixwazin bi wan bidin erêkirin bû.”
“Ji ber îşkenceyê ez ser hişê xwe diçûm”
Ciwana da zanîn ku di xwestin bi çend sezayên weke madeya 298 û madeya 406 ên kuştinê û madeya hişbir bi ser min bidin ferzkirin û bi van madeyan min sucdarbikin û di girtîgehê de bihêlin û wiha domand: “Erwîn danîn girtîgehê û piştre ji rêveberên wêderê re di gotin eve şekire, bi vê jî aşkere dibû ku bi xwe li pişt bazirganiya madeya hişbirin. Dema em dibirin lêpirsinê ji me dixwestin ku em sîxoriyê bikin. Ji ber me wê daxwaza wan nedipejiran işkence li me dikirin heta me ji ser hişê xwe diçin. Ez gelek ji ber îşkenceyê ez ser hişê xwe çûm jî lê tu çareseriya tendirustî li min nekir, digotin tenê ser hişê xwe çûye. Ez bi wî awayî dihêlam heta bi ser xwe de dihatim. Ez daxwaz dikim çiqas lêdan û îşkence hebe, ew jinên li girtîgehan îradeya xwe bi hêz bikin û xwe li ser lingê xwe bigrin. Ji ber girtîgeh ji bo ji destdana îradeya û fikir û hizrê jina ye. Ez jî weke çalakvanek a parêzvana mafê jinan berdewam kar di derbarê jinê de dikim û li her cihekê ku pêwîstiya jinekê bi min hebe ez amade alîkarî bikim.”