Ciwana Ebdulbaqî: Jinên di girtîgehên PDK’ê de ji hemû mafan bê parin -1

Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ya 71 rojan di girtîgeha PDK’ê de hatî girtin got: “Ez xistim nava jinên DAIŞ’ê yên girtî û xwestin ew jin êrîşî min bikin. Ez bi wan jinan re axivîm û piştî wê êrîşî min nekirin. Tu mafê yasayî li girtîgehên PDK’ê nîne. 350 jin û 50 zarok di wê gîrtîgehê de ji hemû mafê xwe yê yasayî û mirovî bê parin.”

TEWAR PÊNCEWÊNÎ
Silêmanî - 3’ê Tebaxa 2021’an bi boneya salvegera êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê li ser Şengalê, şandeyek jinên çalakvan ên endamên Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK) ku ji Ciwana Ebdulbaqî, Xewle Mehemed Hesên û Seyran Ehmed Hesên pêk dihat ji bo piştgiriya jinên Şengalê û êşa wan par bikin diçin Şengalê. 5’ê Tebaxê di vegerê de li cihê kontrolê ya Kelekê ya girêdayî bajarê Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên girtin. Dema tên girtin parêzer û malbat nikarin bi wan re hevdîtin bikin û daxwazên wan yên hevditinê ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên red kirin. Piştî mehekê Xewle Mehemed Hesen û Seyran Ehmed Hesen tên berdan, lê belê Ciwana ne hat berdan 71 rojan di girtîgehê de girtin.
“Me nedizanî dê me bi ku de bibin”
Endama RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî ya di sala 1996’an de ji dayik bûye, 71 rojan di girtîgeha PDK’ê de mayî wiha behsa girtina xwe dike: “Dema em gihan cihê kontrola Kelekê ku nêzî bajarê Hewlêrê ji aliyê asayîşê ve hatin sekinandin. Piştre gotin; ‘emê we bin asayîşa giştî, çend pirsyaran ji we bikin û we berdin.’ Ji saet 12’an heta 5’ê êvarê em li wê hiştin. Me nedizanî ka dê me bi ku de bibin. Hinek bi cilên sivil dihatin lêkolin dikirin. Çend rojan tiştek nekirin, piştre dest bi lêkolînê kirin. Di gotin: ‘hun li beramberî cezayê ku em bidin we dengê xwe bikin hunê rastî lêdan û îşkencê bên.’ Bi vê yekê dixwestin me bêdeng bikin.”
“Ez xistim nava jinên DAIŞ’ê yên girtî”
Ciwana bilêv kir ku piştî lêkolînê ji asayîşa giştî ew birin girtîgeha çaksazî ya jinan û wiha behsa tiştên li wê hatî serê wan kir: “Destpêkê sezayê bi nasnameya qaçaxî em girtin û piştre jî madeya hişbir li dosya me zêde kirin. Li wê girtîgehê jinên DAÎŞ jî hebû. Ev yek weke şerek derunî li hemberî min dikirin. Ji bo dinava min û wan jinan de şer çêbikin her tişt dikirin. Destpêkê wan jinan êrîşî min kirin. Ez jî bi rehetî li gel wan axivîm û min behsa wê kir ku em ji bo jinan têkoşîn dikin û êşa hemû jinan êşa mine jî. Ev li xweşa wan nediçu ji lewra asayîşê jî wisan dikir ku em li gel hev şer bikin. Piştî ez bi wan jinan re mijulbûm û axivîm êdî êrîş nekirin.”
“Tu mafê yasayî û mirovî di girtîgehên PDK’ê de nîne” 
Ciwana Ebdulbaqî ya 71 rojan di girtîgeha PDK’ê de mayî wiha behsa mafê girtîyan kir û got: “Qet mafek mirovî di girtîgehên wan de nîne. Girtî nikarin daxwaza tîştekê bikin. Dema ku em dibirin lêpirsînê daku ew sezayên digotin em bi pejirinin bû. Madeya 298 ji bo min zêde kirbû û li gel madeya 406 ya ku kuştin û madeya hişbir lê zêdekirbûn. Evane ne rast bûn ji ber min ev sezayane ne di pejirand îşkence li min dikirin heta ez li ser hişê xwe diçûm. Tu mafê yasayî li girtîgehên PDK’ê nîne. 350 jin û 50 zarok di wê gîrtîgehê de ji hemû mafê xwe yê yasayî û mirovî bê parin. Tu pêdawistiyên tendirustî nebû yê ku pêdawistiyên wan hebûya dibê bi xwe peyda bikira.”
Sibe: Ciwana Ebdulbaqî behsa rewşa jinan di girtîgehên PDK’ê de û nêzikatiyên li beramberî jinan dike.