‘Cezakirina jina DAIŞ’î bi 10 salên girtîgehê, êşên jinên Êzidî kêm nake’
DAIŞ’iya Holandî ya bi navê ‘Hesna’ ji ber sûcên ku li hember jinên Êzidî kiriye, ji aliyê welatê xwe ve mehkûmî 10 sal cezayê girtîgehê hate kirin. Êzidî li hember vê yekê bi hêrs in û ji bo DAIŞ’iyan daxwaza cezayê heta hetayî dikin.
LAVA KURDE
Navenda Nûçeyan – DAIŞ’a ku di sala 2014’an de serî hilda û beşek berbiçav a sînor û xaka Iraq û Sûriyeyê dagir kir. Sûcên cûr be cûr li van herêman kir, bi taybetî di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengalê kir û bi hezaran zarok û jinên kuştin û di bazaran de firotin. Heta niha çarenûsa gelek jinên ku birine Sûriyeyê, ne diyar e. Yên ku ji destê çeteyan hatin rizgarkirin jî di rewşek giran a derûniyê de dijin û li bendê ne ku çeteyên DAIŞ’ê li dadgehek dadperwer werin darizandin.
Gelek sazî û rêxistinên navneteweyî, ev kiriyarên DAIŞ’ê şermezar kirin û ji bo ev çete werin cezakirina hewldanên cûr be cûr kirin. Lê belê heta niha nekarîne sûcên DAIŞ’ê li Şengalê wek komkujî bidin nasandin. Şengal di dawiya sala 2015’an de ji destê DAIŞ’ê hate rizgarkirin û heta niha ev gel hatiye paşguhkirin û karek baş ji bo rewşa wan asayî bibe, nehate kirin.
Li Dadgeha Holanda pêvajoya dadgehkirina DAIŞ’iyek a wî welatî ku di dawiya sala 2022’an de ji Kampa Holê şandine Holandayê destpê kir. Tenê 10 sal cezayê girtîgehê li jina DAIŞ’î ya bi navê ‘Hesna’ hate birîn. Vê jinê du jinên Êzidî kiribû kole, li vê derê çîroka sê jinan heye ku her sê jin mexdûrên pergala bi navê Îslamê ne. Yek jê tundî û herduyên din kirin kole. Hesna ev biryar îtiraz kir û danişîn di navbera 9-12’ê Sibatê de hate dîtin, lê belê rûniştina dadgehê heta 25’ê Adara îsal hate taloqkirin.
‘Du jinên Êzidî kir kole û tundiya fîzîkî û zayendî li beramber pêk anî’
Şêwermenda derûnî Raz Hesen ku beşdarî dadgeha Holanda bûye, wiha got: “Hesna jinek 33 salî ye. Welatiya Holanda ye, ji Mexrîbê ye. Di sala 2015’an de piştî ku du mehan çalakiyên DAIŞ’ê dişopîne, biryar dide beşdarî wan bibe û zarokê xwe yê çar salî li gel xwe dibe û diçe Sûriyeyê. Bi rêya Tirkiyeyê dighe Sûriyeyê, dema dighê li gel endamek DAIŞ’ê li Reqa dizewice. Jinek Êzidî dike kole û hemû kar û barê mala xwe bi wê dide kirin, wisa lê kiriye ku li zarokê wê yê Otîzm mêze bike. Tundiya fîzîkî û zayendî li beramber pêk aniye, Hesna jî beşdarî tundiyê bûye. Di dawiyê de dema hêdî hêdî desthilata DAIŞ’ê wê kêm dibe, Hesna diçe Iraqê û li wê derê jinek din a Êzidî dike kole, di dadgehê de ev sûc li ser nehatin sepandin.”
‘Ji ber 4 sûcan 10 sal cezayê girtîgehê lê birîn’
Raz Hesen da zanîn ku piştî nemana desthilat DAIŞ’ê Hesna li Kampa Holê dimîne, heta dawiya sala 2022’an li gel komek DAIŞ’ên din ên Holanda vedigerînên Holanda û wiha dibêje: “Hesna DAIŞ’iya yekeme ku li welatê xwe tê darizandin û ceza lê tê birîne. Ji ber çar sûcên wek beşdariya komên DAIŞ’ê, kolekirina jinên Êzidî, alîkarîkirina çeteyên DAIŞ’ê ji bo encamdana çalakiyan û zaroka xwe ya çar salî xistina nava xeteriyê û li xwe biriye Sûriyeyê ku herêmek şer bû biryara girtina wê hate dayîn. Piştî derxistina biryarê, Hesna ev biryar îtiraz kir û di navbera 9-12’ê Sibata îsal de rûniştina dadgehê ji bo guhdarîkirina Hesna hate li darxistin.”
‘Guhdarkirina nerastiyan ji bo me û Êzidiyan giran bû’
Raz Hesen wiha got: “Li yek ji rûniştinên dadgehê em û komek keç û kurên Êzidî ku piranî ji destê DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin, beşdar bûn. Hesna di roja yekem a rûniştinê de, di saet 10:00’ê sibehê heta 5:30’ê êvarê dadgehê gelek pirs jê kir, guh dan ku da bizanin çima ewqas cezayê kêm dane, ji bo me û ew Êzidiyên li wê derê giran bû. Guhdarkirina van hemû nerastiyan ku Hesna bersiva pirsan dida. Mînak dadgehê pirs kir ku çima beşdarî nav DAIŞ’ê bûye, digot ji bo jiyanek baştir ji bo kurê wê yê 4 salî. Ji bo Êzidiyan guhdarkirina van ne rastiyan di tevahî rojê de gelek giran bû.”
‘Êzidiyan bertek nîşanî 10 salan cezayê girtîgehê dan û eva êşên wan kêm nake’
Raz Hesen destnîşan kir ku ev jî beşek ji aloziyên pergala demokratîk ku gelek caran heta belge nebe nikarî kesekê derewîn derxin û lê belê piştî wê balkêş bû du ji dadgeran hatin gel amadebûyan. Bi taybetî li gel Êzidiyan axivî û wan jî nerazîbûna xwe derbarê 10 sal cezayê girtîgehê de anî ziman da zanîn ku ev ceza bi tu awayî êşên civaka Êzidî kêm nake. Dadweran bi xwe jî diyar kirin ku bersivên Hesna ji bo dadgehê cûdane û nerastî hene. Diyar kirin ku wek dadger wê van nêrînan di nava raporê de binvîsin. Lê belê pêwîstî bi belgeyan e ji bo van nerastiyan piştrast bikin. Em û Êzidî li benda 25’ê Adarê ne ku dadgeh biryarê bidin. Her wiha ji bo anîna ziman ya nerazîbûnan civaka Êzidî li Amsterdamê li ber dadgehê kombûn û gotin ev ceza li beramaberî van sûcan gelek kêm e.”
Raz Hesen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev ‘Hesna’ ya DAIŞ’î sê zarokê wê ji çeteyên DAIŞ’ê hene û niha çar zarokê wê ji aliyê aliyên sêyem ve tên xwedîkirin. Lê belê derfet daye ku heftiyê carekê zarokên xwe bibîne.”
‘Jinên Êzidî heta niha di rewşek ne tendurist a derûnî dene û di tirsin’
Jina Êzidî ya xelkê gundê Min Herdan a Şengalê Halû Bapîr ku di dadgehkirina DAIŞ’iyê ya Holanda amade bû, wiha got: “Jinên Êzidî yên ketî destê DAIŞ’ê, sê çar salan tu sûc neman ku li bermaberî nehatin kirin. Ji ber wê jinên Êzidî heta niha jî birîndar in û di rewşek ne tendurist a derûnî de dijîn. Piştgirî û çavdêriya van jinan ne wek tê xwestine. Di demekê de divê jê re cih bihata avakirin ku ne tirsin, jiyan bikin û kar bikin. Ya heyî, pêwîstiyên wan pêk nayne. Hinek heval û xizmên min wek min ditirsin û dibêjin DAIŞ dûbare hatiye sînorê Iraqê.”
‘Êzidî di qefesê de şewitandin, sûcdar bi edlane neyên cezakirin’
Halû Bapîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di dadgehkirina DAIŞ’iya Holandî de ez li gel keçek hevala xwe ku xwe ketibû destê DAIŞ’ê û sê salan li gel Hesna bûm, beşdar bûm. Hesna wek DAIŞ li wê derê êrîşî jinên Êzidî kiribû. Hemû sûcên ku kiriye eşkere ye û hemû kes dizanin. Lê belê tenê 10 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Em dixwaza dadgehek edilane dikin. Da ku ew mirovên ku sûc dikin bi dadperwerî werin cezakirin. Girtina heta heta mafê wê ye. Li Iraqê jî dadperwerî nîne. Êzidî di nava qefesê de şewitandin. Tiştek nema bi serê Êzidiyan nehat. Dema Iraqê wan DAIŞ’iyan digrin û dadgeh dide, divê cezayê darvekirinê bidin wan.”