Biryara dewamiya girtina Sevtap Akdag hat dayin

Biryar hat girtin ku girtina Alîkara Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag ji doza ku dihat darizandin de berdewam bike.

Stenbol – Yekemîn danişîna doza ku Alîkara Serokatiya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag tê darizandin li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konukçu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafan beşdarî rûniştinê bûn.

Sevtap Akdag a ku di danişîna ku bi tesbîtkirina nasnameyê dest pê kir de parastina xwe kir, diyar kir ku ew sûcdariyên li ser xwe qebûl nakin û daxwaza berdana xwe kir.

Dozgeriyê daxwaza berdewamkirina girtinê kir. Rûniştin ji bo eşkerekirina biryarê hat taloqkirin. Heyeta dadgehê biryar da ku di danişîna din de şahidê veşartî Merdan Ulaş ê nexwest beşdarî danişînê bibe guhdar bike û danişîn taloqî 27'ê Gulanê kir.