Binpêkirina mafê jiyanê: Dosyaya Surmî Înce Gihîşt DMME'yê

Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza malbatê red kir, parêzerên Surmî Înce ya ku di sala 2016'an de bi gulebarana ji wesayîta zirxî hatibû kuştin, doz birin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û bal kişandin ser binpêkirina qedexeya cudakariyê.

Navenda Nûçeyan – Surmî Înce di 18’ê Tîrmeha 2016’an de li bajarokê Buyukçîftlik ê navçeya Gever a Colemêrgê, dema ku ji xizmên xwe yên li zevî dixebitin re taştê dibir, di encama gulebrana ji wesayîta zirxî derketî jiyana xwe dest da. Doza ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirinê nedabû, bir Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Emrah Baran, parêzerê ku serlêdan li ser navê malbatê amade kirî, di beyana pêşkêşî DMME’yê kirî de diyar kir ku mafê jiyanê hem di warê madî û hem jî di warê prosedurî de hatiye binpêkirin û îhtîmala sedemên cudakariyê nehatiye lêkolînkirin.

'Li cihê bûyerê çek û pevçûn tune bû'

Di beyana zêdekirî de hate destnîşankirin ku bikaranîna hêzê ku bûye sedema mirina Surmî Înce şertên ‘pêdiviya mutleq’ û ‘rêjeyê’ nahilgire. Serlêderan diyar kirin ku li cihê bûyerê ti pevçûn tune bû û bi awayek zelal diyar bû ku Surmî Înce û kesên lê gel wê bêçek û sivîl bûn. Di beyana zêdkirî de hate destnîşankirin ku gulebaran ji wesayîta zirxî nikare wek ‘guleya hişyariyê’ an ‘hilpekîn’ were ravekirin.

'Lêpirsînek serbixwe û bêalî nehatiye kirin'

Serlêderan îdia kirin ku pêvajoya lêpirsîn û darizandinê ya piştî mirinê ne serbixwe, bêalî û jî bibandor bû.

Di beyana zêdekirî de hate diyarkirin ku lêpirsînek têrker li cihê bûyerê nehatiye kirin, belge bi awayek têrker nehatine berhevkirin û daxwazên serlêderan nehatine bicîhanîn. Serlêderan dan zanîn ku 14 roj piştî bûyerê, wan û wekîlan perçeyên guleyan û qalikên vala ji cihê bûyerê berhev kirine û pêşkêşî meqamên lêpirsînê kirine.

Hate gotin ku îfadeyên hin personelên leşkerî yên li cihê bûyerê li qereqolê bi sifatên ‘agahî didin’ hatine girtin, ev yek siyê dixwe ser serxwebûna lêpirsînê.

'Delîlên krîtîk hatin redkirin, polîtîkaya bêcezatiyê di dewrê de ye'

Parêzer Emrah Baran diyar kir ku wan di pêvajoya darizandinê de lêpirsînek li cihê bûyerê, lêkolîna tomarên kamerayê û deng ên ji wesayîtên zirxî, lêkolîna tomarên radyo û HTS, raporek balîstîk û raporek xeletiyê ji pisporên leşkerî xwestine.

Li gorî beyana zêdekirî, ev daxwaz ji bo zelalkirina xalên krîtîk ên wek mesafeya ji cihê bûyerê, xeta dîtinê, erdnîgarî, gelo gule hilpekîn kiriye û gelo kameraya wesayîta zirxî dikare sivîlan ji hev cuda bike girîng bûn. Serlêderan dan zanîn ku dayîna biryarê bêyî berhevkirina van delîlan erkê lêpirsînkirina bi bandor binpê kiriye.

Di dosyayê de derbarê leşkerê ku di wesayîta zirxî de çek bi karanî A.D de darizandina ceza hate meşandin. A.D. bi sûcê ‘bi zanebûn bûye sedema mirinê’ 3 sat, 10 meh û 20 roj mehkûmî cezayê girtîgehê hate kirin.

Parêzer Emrah Baran destnîşan kir ku kêmkirina çalakiyê tenê ji bo kiryar A.D. bûye sedema bêcezatiyê. Di beyana zêde de, hate diyarkirin ku bûyer di dema operasyonek leşkerî de qewimî ye û fermandarên wesayîtan, fermandarê qereqolê û karmendên din li cihê bûyerê amade bûn, lê berpirsiyariyên wan bi bandor nehatine lêkolînkirin.

'Divê bûyer di çarçoveya herêmî û civakî de were nirxandin'

Serlêderan di serlêdana xwe ya ji bo DMME’yê de îdia kirin ku xala 14’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku qedexekirina cudakariyê ya girêdayî xala 2’emîn ku mafê jiyanê rêk dixe, jî hatiye binpêkirin.

Di beyana zêdekirî de hat destnîşankirin ku mirina Surmî Înce divê tenê wek bûyerek kesî neyê destgirtin, divê çarçoveya herêmî û civakî ya ku bûyer lê qewimiye were nirxandin.