Bi zewaca ne fermî jin û zarok bêmaf û nasname dimînin

Tevgerên jinan di demek ku li bendê bûn, zagoneke rûmeta jinên Mexribê û mafên zarokan bigre bin temînatê were derxistin de; li gelek herêmên welat hê jî tenê bi xwendina ‘fatihayê’ bê zewaca fermî mirov dizewicin.

RECA XEYRET

Mexrib – Parêzvanên mafên jinan ên Mexribê, dixwazin benda 20’an a Zagona Malbatê ya hê di meriyetê de ye were rakirin. Vê bendê destûr dide dadgerê dadgeha malbatê û malbatan ku zarokên xwe yên keç ên ji 18 salî biçûktir bi hinceta “sûda giştî” bizewicînin.

Gelek malbat, dema ku destûra dadgehê tunebe, zarokên xwe yên keç bêyî peymana fermî dizewicînin. Soz didin ku keçik dema bibin 18 salî zewac fermî bibe lê heta wê demê gelek jin bi zarokên xwe re tên terikandin, ne zewaca wan fermî dibe ne jî mafên wan ên hiqûqî tên parastin.

Aktivîstên mafên jian, diyar dikin ku bi vê yekê zagon bi awayê vekirî tên binpêkirin. Hinek mêr li ber çavên malbatên herdu aliyan, bi “xwendina sûreya fatiha” tên zewicandin, soza zewaca fermî ji bo demên pêş tê dayîn. Hinek caran ev rêbaz, ji aliyê mêrên ku cara duyem dizewicin ve tê bikaranîn lê dema ku jin ducanî dimîne û zarok tîne, mêr zewacê red dike û ji holê winda dibe. Bi vê yekê jin dikeve rewşa “dayîka ezeb” zarok jî bê nasname, bi pêşerojeke nediyar re rûbirû dimînin.

Jiyana ku ne tu jiyan e û zarokên bênasname

Sê sal berê li herêma Hinifrayê Suad Mesûd (bi navê lixwekirî) neçar ma ji bo karkeriya demsaliyê biçe Îspanyayayê û keçeke xwe ya 15 salî û du kurên xwe, bi dayîka xwe re extiyar re hişt. Hevjînê wê soz dabû zewaca wan a fermî çêbike. Hikumeta Mexribê di çarçoveya benda 16’an a Zagona Malbatê de ji bo “zewacên fatihayê” bikevin bin qeydê derfeteke demkî pejirandibû lê hevjînê wê soza xwe bi cih neanî, ji holê winda bû. Suad hem ji bo hevjîn, hem jî zarokên xwe têkoşiya lê keça wê neçar ma dest ji dibistanê berde. Sûad dibêje: “Xeyala min malbateke bi huzur bû lê hevjînê min bi terikandinê dawî li zewaca me anî. Ne zarokên xwe nas kir. Jiyana me di nava sefaletê de ye.”

Zagon jî bêdadiyê diomînin

Ji baroya Marakeşê parêzer û aktivîsta mafên mirovan Husna Belbenar, dibêje ku ji ber “zewaca Fatihayê” bi sedan jin û zarok mexdûr bûne û diyar dike ku hikumeta Mexribê di sala 2004’an de ji bo zewacên wiha fermî bibin demeke ku caran pênc sal digre nava xwe diyar kiribû lê tevî vê jî bi hezaran zewac nehatin belgekirin.

Benda 16’an a zagona malbatê, diyar dike ku peymana zewacê esasî ye lê ger ‘sedemên ku zorê didin’ hebin dadgeh dikare delîlên din jî bipejirîne.  Husna Belbenar, bi bîr dixe k udi sala 2023’yan de Dadgeha Bilind a Mexribê biryarek girîng girtiye û got: “Razîbûna jin û mêr, hebûna şahidan û wêneyên dawetê, îsbata zewacê hatin dîtin û dadgehê vê zewacê erê kir. Vi biryarê di warê parastina mafên jin û zarokan de bû emsal.”

Parêzer Husna Belbenar, dibêje ku merên li derveyî welat dimînin, bi riya sefaretxaneyan dikarin welayet bidin, kutuk û zewaca xwe bidin nasîn lê koçberên derzagonî ji vê yekê sûdê nagirin.

Di rewşên bi vî rengî de mêr, beyan dike ku nesla zarok dipejirîne û dikare wê qeydê nifûsa xwe bike. Tescîla fermî ya zewacê jî ji wê dîrokê pê ve derbasdar dibe.

Zewacên ji derveyî fermiyetê û jinên ku bêmafî li wan hatiye kirin

Husna Belbenar dibêje: “Li gorî Zagona Malbatê ya Mexribê” her zewaca ku bê welî û şahid çêdibe derbasdar nîn e û (weke zînayê) tê dîtin lê benda 400 a zagonê xwe dispêre hukmên mezhebê Malikî derfet dide ku hinek zewacên bi şahidan dikarin werin îsbatkirin derbasdar bin. Vê bende gelek zewacên ku derbasdar nîn in rizgar kir.

Husna Belbenar diyar dike ku dîsa jî ji bo “zewacên fatîha” yên ku piştî dema zagonî tije dibe tên kirin, dadgeh daxwazan red dikin û wiha domand: “Ev rewş jinan bi tyabetî zarokên ku dibin dayîk ber bi rewşeke pir zor ve dibe.”

Weke encam; “zewacên fatiha” yên li Mexribê, bi sedan jin û zarokan ji mafên wan û nasnameyên wan bêpar û bê parastin dihêle. Rêxistinên jinan, ji bo ku ev pêkanîn bi temamî were qedexekirin û bendên ku destûra zewaca di temenê biçûk de didin werin rakirin têdikoşin.