Bi vîzyonek jinan xwendina polîtîkayên giştî

Li Tûnisê polîtîkayên giştî yên li hemberî jinan hê jî yekgirtî nîn in û di sepandina nêzîkatiya zayendî de qels in ku ev yek di newekheviya berdewam di qada kar û temsîliyeta siyasî û di gelek zoriyên di warê civakî û aborî de diyar dibe.

ÎXLAS HAMRONÎ

Tûnis – Jinên Tûnisê bi gelek pirsgirêkên aborî, civakî û siyasî re rû bi rû ne, li gorî çavdêr û lêkolîneran, sînordarkirinên polîtîkayên giştî di çareserkirina pirsgirêkên wekhevî û edaleta civakî de eşkere dikin. Di nava rêjeyên bêkariya zêde karên bê ewle û temsîliyeta siyasî ya qels de, bangên ji bo nêzîkatiyeke berfirehtir ku hewcedariyên jinan û şert û mercên wan ên civakî û aborî yên cihêreng li ber çavan digre, berdewam dikin.

Lêkolîner akademîsyen û rojnamevan Sumeya El-Maamarî polîtîkayên giştî li Tûnisê nirxand û rexne kir. Sumeya El-Maamarî diyar kir ku nebûna nêzîkatiyeke zayendî beşeke girîng ji newekheviyên berdewam ên di navbera jin û mêran de berdewam dikin e, da zanîn ku hikûmet nikare prensîbên wekheviyê ji bo polîtîkayên berbiçav û rastîn bigre.

‘Kêmasî ne tenê di pirsgirêkên aborî û civakî de xuya dikin’

Sumeya Maamarî piştrast kir ku li Tûnisê hema hema lihevkirinek heye ku di polîtîkayên giştî de bi giştî, çi di asta plansazî, pêkanîn an jî nirxandinê de be, kêmasiyek zêde heye û got: “Ev kêmasî ne tenê di pirsgirêkên sereke yên aborî û civakî de xuya dikin, di heman demê de digihîjin pirsgirêkên taybetî, di navbera wan de di serî de pirsgirêkên jinan jî hene. Ji ber ku komên ji cudakariyê yan jî ji şert û mercên civakî yên taybet êşê dikşînin hewceyê polîtîkayên ku bersiva taybetmendiyên wan didin in. Pejirandina nêzîkatiyek zayendî di polîtîkayên giştî de îradeya siyasî ya rastîn hewce dike. Ji ber ku pirsgirêk bi giranî mijarek li ser bingeha mafan e, tê de têkoşîna li dijî cudakarî, newekheviya derfetan û tundiya li dijî jinan heye. Lê belê ev îrade niha tune ye, li gorî wê, nebûna polîtîkayên giştî yên zelal û yên baş hatine plankirin û bi bandor pirsgirêkên jinan çareser bikin.”

Sumeya Maamarî rave kir ku berovajî vê, Tûnis şahidiya paşveçûna hinek destkeftiyên ku jinan piştî şoreşê bi dest xistine dike û wiha pê de çû: “Nemaze di asta siyasî de ku prensîba wekheviyê hatiye terikandin û temsîliyeta jinan di saziyên hilbijartî de kêm bûye. Ji bilî hebûna tiştê ku ew wekî ‘tundiya siyasî’ ya li dijî jinan bi nav dikin, çi ji ber nêrînên wan be çi jî ji ber çalakiyên wan ên siyasî û rêxistinî be.”

Nebûna siyaseta pêşketinê ya yekgirtî

Sumaya El-Maamarî bawer dike ku ne mimkun e îro mirov li ser siyasetên giştî yên bi awayekî hizirkirî û sîstematîk nêzîkatiya zayendî qebûl dikin biaxive û wiha domand: “Ji ber ku ev nêzikatî ne li ser prosedurên îzolekirî yan biryarên şert û mercan e lê belê li ser rêbazeke yekgirtî ye ku bi şopandina rastiya jinan û hewcedariyên wan di kategorî û hawirdorên cuda de dest pê dike, dûre plansazkirin, pêkanîn û nirxandin bi armanca sererastkirina berdewam a siyasetan. Li Tûnisê siyaseteke pêşketinê ya yekgirtî tune ye ku bersiva fikarên jinan li herêm û komên cuda bide, ji ber ku ev rêbaz bi giranî li ser têgihîştina pêdiviyên cihêreng ên komên civakî û bersivdayîna wan bi polîtîkayên berfireh û bi hev ve girêdayî ye.”

‘Rêjeya bêkariyê di nava jinan de du car ji yên mêran zêdetir e’

Sumeya destnîşan kir ku di qada aborî de herî zêde awayên cudakariya li dijî jinan xuya dibin wiha pêl da gotinên xwe: “Ji ber ku piraniya nîşaneyên xirabûnê bi rewşa aborî ve girêdayî ne, bêkarî li Tûnisê pergalî ye lê jin koma herî bandordar in, ji ber ku rêjeyên bêkariyê di nava jinan de hema hema du qat ji yên mêran zêdetir in. Ev cudahî di nava kesên xwedî bawernameyên bilind de mezintir dibe, ev yek mezinahiya cudahiya aborî û zehmetiya ku jin di gihîştina bazara kar de tevî asta bilind a jêhatîbûna wan a akademîk de pê re rû bi rû dimînin nîşan dide.”

‘Jin di bidestxistina serxwebûna aborî de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû ne’ Sumeya El-Maamarî rave dike ku bêkariya jinan nîşan dide ku ‘karê bêewle li Tûnisê bûye pîşeyek jinane’, ji ber ku jin di bazarên herî kêm aram û herî kêm mûçedar de kom bûne, dema ku dor tê ser karên jêhatîbûn û kalîfîkasyonên bilind hewce dikin, cudahî di navbera jin û mêran de mezintir dibe. Jinên Tûnisî ji bo bidestxistina serxwebûna aborî rastî gelek zehmetiyan tên. Nemaze di bazara taybet de ku mûçeyên kêm û lêçûnên jiyanê yên bilind tê vê wateyê hinek jin neçar dimînin ku di navbera kar û lênêrîna zarokan de hilbijêrin, ji ber lêçûna zêde ya kreş û baxçeyên zarokan li gorî mûçeyan ku gelek kesan neçar dike ku li malê bimînin şûna ku tevlî bazara kar bibin.

‘Nêzîkatiyeke metodolojîk a zelal  li ser bingeha entegrekirina cinsiyetê nehatiye pejirandin’

Sumeya El-Maamarî rave kir ku pejirandina nêzîkatiya zayendî di polîtîkayên giştî de, di nav de polîtîkayên darayî jî hê jî wekî ku pêwîst e nayê bicîhanîn, ji ber ku qanûnên darayî, bi taybetî behsa salên 2026 û 2025’an kir. Guhertinek bingehîn ber bi entegrekirina pirsgirêkên jinan di polîtîkayên giştî de neaniye, ji ber ku nêzikatiyeke metodolojîk a zelalli ser bingeha entegrekirina cinsiyetê di plansaziya darayî de nehatiye pejirandin. Tiştê ku tê dîtin, berdewamiya çareserkirina pirsgirêkên jinan bi rêya tedbîrên qismî an sektorî ye, bêyî ku ew di nav vîzyonek berfireh û yekgirtî de werin bicihkirin. Her çend polîtîkayên darayî wekî amûrek sereke ji bo bicihkirina wekheviya zayendî di polîtîkayên giştî de dihatin hesibandin.

Sumeya EL-Maamarî destnîşan kir ku nebûna tedbîrek ji bo piştgiriya jinan di Qanûna Darayî ya 2026’an de piştrast dike ku pirsgirêkên wan ne pêşîniyek in û perspektîfa zayendî di plansazî, çavdêrîkirin, pêkanîn û nirxandinê de tune ye. Ev nebûn rê li ber berçavgirtina cudahiyên di navbera jinan de li deverên gundewarî û bajarî, di navbera sektorên cûda de û di pêdiviyên wan ên têkildarî tenduristî, perwerde û parastina civakî de digire.”

Encumeneke Bilind a Wekheviyê

Ji bo ku di pêşerojê di qada polîtîkayên giştî de de girîngiyeke mezintir bidin jinan, Sumeya El-Mammarî daxwaza avakirina Encumeneke Bilind a Wekheviyê kir ku serbixwebûna wê ya darayî û îdarî hebe, wiha bi dawî kir: “Mîsyona wê şopandin û nirxandina polîtîkayên giştî ji perspektîfa wekheviya zayendî be, bi berçavgirtina ku hebûna saziyeke bi vî rengî dê di nava hikûmetê de cihekî navendî bide pirsgirêkên jinan li şûna ku ew di navbera bazaran de belav bibin. Bidestxistina wekheviya aborî û civakî di heman demê de ji nû ve vekirina nîqaşa li ser wekheviya mîrateyê jî pêwîst dike, wekî gaveke bingehîn ber bi bidestxistina wekheviya aborî ye ji bo jinên Tûnisî.”