Bi qanûna nû ya Iraqê re xetera zewaca zarokan zêdetir dibe

Her çendî li Başûrê Kurdistanê temenê qanûnî yê zewacê 18 salî be jî guhertinên di Qanûna Rewşa Kesane ya Iraqê de ku temen dadixe 9 salî ji bo zarokan xeterên mezin çêdike.

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Her çendî başûrê Kurdistanê, bi armanca pêşîgirtina zewaca di temenê biçûk de û zewacên bi darê zorê qanûn û cezayên taybet derxistibe jî guhertina li Qanûna Rewşa Kesane ya Iraqê, der barê temenê qanûnî yê zewacê û parastina mafên jin û zarokan de bû sedema nîqaşên berfireh. Ji ber ku li gorî qanûnê, rê vedibe ku malbat dikarin zarokên xwe bizewicînin. Ev rewş jî ji bo zarokan xetereke mezin çêdike û dibe ku bibe sedema pirsgirêkên din ên xeternak.

Li gorî Qanûna Hejmar 15 a başûrê Kurdistanê ya sala 2008’an, temenê qanûnî yê zewacê 18 salî ye. Di hinek rewşên taybet de, destûra zewaca di 16 saliya xwe de jî tê dayîn. Ji bo vê divê dadwer piştrast be ku kes ji aliyê fizîkî û derûnî ve gihîştiye û herdu alî jî razîbûna xwe eşkere bikin. Li hemberî vê yekê, guhertina di Qanûna Rewşa Kesane ya Iraqê de ku di sala 2025’an de hat pejirandin, di hinek rewşan de ji bo zewacê gihîştina fizîkî li ber çavan digre; ji bo zarokên keç 9 salî û ji bo zarokên kur jî 15 salî tê gotin.

‘Divê li gorî qanûnan zarok bi tu awayî neyên zewicandin’

Şêwirmenda hiqûqî Sena Kemal, der barê mijara zewaca di temenê biçûk de ji ajansa me re axivî û got: "Zewaca her jineke di bin 18 salî de dibe zewaca di temenê biçûk de. Li gorî qanûnê divê zarok bi tu awayî neyên zewicandin. Lê belê ger zarokek keç gihîştibe 16 salî û ji aliyê fizîkî û derûnî ve guncaw be û ji bo zewacê sedemek wê ya xurt hebe, dikare bi destûra dadwer bizewice.”

Sena Kemal faktorên aborî û civakî wekî sedemên zewaca zû ya keçan destnîşan dike û dibêje ku hinek zarokên keç ji ber zexta civakî yan pirsgirêkên aborî di temnê biçûk de tên zewicandin.

Li gorî Sena Kemal, zewaca di temenê biçûk de dikare bibe sedema encamên neyînî lewre mirov dî wî temenî de ji alyê derûnî û psîkolojîk ve amade nîn e barê jiyana hevpar bigre ser xwe, biryaran bide, yan jî berpirsiyariyên lênêrîna zarokan bigre ser xwe.

Sena Kemal destnîşan dike ku yek ji pirsgirêkên herî girîng zewacên li derveyî dadgehê ne. Li gorî wê, hinek kes bi mehra mela ji derveyî destûra fermî zarokên xwe dizewicînin. Her çendî di demên dawî de bûyerên wiha kêm bûne jî kesên ku serî li vê rêbazê didin hene.

Sena Kemal hişyarî dide ku ji ber hebûna hinek pratîkên ji hêla qanûnê ve qedexe yan sînordar in, zewacên ji derveyî çarçoveya qanûnî tên kirin veşartî bimînin û got: “Zewicandina zarokan û bi darê zorê, pirzewacî, zewicandina keçên ciwan bi mêrên extiyar re, zewacên demkî û zewacên ku bi fermî nehatine qeydkirin hene.”

Di dawiyê de, Sena Kemal tekez dike ku beriya jin ji kesên din bixwazin rêzê nîşanî wan bidin û ramanên wan qebûl bikin divê ew di nava malbatên xwe û di navbera xwe de hevgirtinek mezintir bi pêş bixin û ji tundiya li dijî hev dûr bisekinin.