Bi lingê kelebçekirî dayikeke Kurd!

Adalet Çay a endama Dayikên Aştiyê ya 61 salî, di çarçoveya doza li dijî wê hatiye vekirin de cezayê hepsa malê lê hat birîn, di heman demê de ji lingê xwe yê rastê hat kelebçekirin. Çay diyar kir ku kelebçe bedena wê diêşîne, ew nikare bi rehetî tevbigere, nikare nimêjê bike û ev rewş bandorê li psîkolojiya wê dike

 
MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha – Adalet Çay, yek ji çar dayikên aştiyê yên ku di 6’ê Îlona 2020’an de, li Rihayê di serdegirtinên malan de hat binçavkirin e. Piştî hepsa malê di 25’ê Sibatê de, kelebçeya elektronîk bi lingê wê ye rastê ve hat kirin. Adalet Çay a 61 salî, diyar kir ku kelebeya bi lingê wê ve heta doza wê ya di meha Nîsanê de  dê bimîne û pêvajoya binçavkirina xwe û bûyerên piştî wê qewimîn ji ajansa me re vegot. Adalet Çay da zanîn ku bi wê re çar endamên dayikên aştiyê binçav kirine û got: “Em çar dayik neh rojan di binçav de man. Dema ku em di binçav de bûn, pêşî biryara girtinê der barê min de hat dayîn û piştre ji ber rewşa min a tendurustiyê biryara girtinê veguherandin hepsa malê”.
Kelebçe bedena min diêşîne 
Adalet Çay îşkenceya ku bi biryara hepsa malê dijî bi van gotinan anî ziman, "Her çend ez heya meha Sibatê ji malê derkeditim jî polîs di 25’ê Sibatê de hat û kelebçe li lingê min ê rastê da. Ez heftê sê rojan diçim nexweşxaneyê. Gelek nexweşiyên min hene. Her ku ez diçim nexweşxaneyê, em pêşî agahî didin Enqereyê û piştre jî li vir li ofîsa kontrolê ya serbest digerin û destûrê digirin. Piştî destûrgirtinê, ez digel hevjînê xwe diçim nexweşxaneyê. Ez ne dikarim biçim nan bikirim, ne jî çopan bavêjim. Ez nikarim gavek jî bavêjim deriyê malê. Ji ber kelebçeyê lingê min diwerimin. Zendê min werimîne, ez nedikarim serê xwe bişom ne jî dikarim nimêj bikim.”
"Min negirtin lê ez wekî ku di girtîgehê de bim dijîm"
Adalet Çay diyar kir ku ew nikare lingê xwe yê kelebçekirî pir zêde bilivîne, bal kişand ser nexweşiyên xwe yên heyî û diyar ku hin nexweşiyên cuda ji çebûnê û wiha got; “Ji ber ku ez nikarim derkevim derve her tim li malê rûniştîme di lingê min de kirêc heye, ez nikarim herim derî jî. Heya psîkolojiya min jî niha ji vê bandor dibe. Ez nikarim bi rehetî biçim nexweşxaneyê, ez nikarim herim parkek û bimeşim. Piştî demekê, ez nikarim cihê ku ez lê rûnim jî bar bikim. Wan me negirt lê ya ku kirin ji girtîgehê ne cudatir e. Ez mîna girtîgehê me. Ya ku ew dikin ev ne edalet e. Ez jinek pîr a 61 salî me, di destên min û lingên min  de kelebçe hene.” Adalet Çay bi van gotinan hêrsa xwe anî ziman; “Ev di kijan maf û qanûnê de heye.”
“Ez ê dev ji têkoşîna xwe bernedim”
Adalet Çay diyar kir ku ji bo aştî bibe, mirin nebe û rijandina xwînê bisekine her tim têkoşiya ye û heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne wiha gotinên xwe zedê kir; “Ez bi hefteyan e jiyana zindanê dijîm. Zextên li ser ciwan û jinan biqedin. Bila hêstir ji çavên dayikan neyê. Em îro  ji bo aştiyê li qadan in. Ji ber ku em diçin sersaxiya malbatan, tiştek ku ji me re nabêjin namîne. Ew malên xizmên me jî pirs dikin. Ez îro wekî dayikek, ji bo mafên xwe têdikoşim.  Ji bo ku êdî kes neyê kuştin ez têdikoşim. Çi dikin bila bikin, ez tu caran gav paşve  navêjim.”