“Bi hevkariya dozger, nexweşxane û ATK’ê girtî mehkûmî mirinê dimînin”

Parêzera OHD'ê Seda Zengîn diyar kir ku mirina girtiyên nexweş ku roj bi roj li girtîgehan zêde dibe di wijdanê civakê de birînên kûr vedike, bal kişand ku her çend di nava qanûnê de cih digre jî girtiyên nexweş heta rojen xwe yên dawî nayên berdan. Seda Zengîn diyar kir ku girtiyên nexweş bi raporên dozgerî, nexweşxane û ATK'ê mehkûmê mirinê dimînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Wezareta Edaletê li hemberî mirina girtiyên nexweş ên di pêvajoya dawî de nikaribûn mafên xwe yên tenduristiyê bi dest bixin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde bûne, bêdengiya xwe didomîne. Dema ku girtiyên li girtîgehên Wan û Tekîrdagê dimînin bi greva birçîbûnê re bertek nîşanî pêvajoya tê jiyîn dan, çalakiya “Nobeta Edaletê” ya ku xizmên girtiyan li Wan, Amed û Îzmîrê dabûn destpêkirin her ku diçe berfireh dibe. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê Parêzer Seda Zengîn dibêje ku ev pêvajo bûye sedema binpêkirina giran a mafê jiyanê yê girtiyan, diyar kir ku bi binpêkirina mafan re dixwazin ji bo girtiyan peyama “Em dikarin bi kêfî bi tenduristî û hebûna we bilîzin” didin. Seda Zengîn bang li saziyên neteweyî û navneteweyî kir ku ji bo girtiyan bikevin nava tevgerê.
“Pêkhatinên bi zext zêde bûn”
Seda Zengîn diyar kir pêkanînên xirab û zextên li girtîgehên Tirkiyeyê di van demên dawî de zêde bûne, destnîşan kir ku başkirina tê gotin bi pakêta darazê yan jî bi guhertinên qanûnî hatine kirin, tu carî ji bo girtiyên siyasî derbasdar nîn e. Seda Zengîn da zanîn ku di heyama dawî de înfaz û guhertina rêziknameyên girtiyên siyasî bi zanebûn û bi plan tên kirin, destnîşan kir ku hikûmet bi van pêkanînan hewl dide îradeya girtiyan bikşîne.
“Derketina wan a ji girtîgehê tê astengkirin”
Seda Zengîn pirsgirêkên girtiyan ên li girtîgehan anî ziman, ji bo pêkanînên heyî, van mînakan da: “Dema em li pêkanînên pêvajoya dawî dinêrin; dibînin ku armanca wan tenê ew e derketina girtiyên siyasî ji girtîgehên ku tên ragirtin asteng bikin. Cezayên dîsîplînê yên ku bi berdewamî tên dayîn, li ser van cezayên dîsîplînê ji malbat û hevalên xwe tên dûrxistin, dema ku hewce be tên sirgûnkirin û ji destpêka pandemiyê ve di her serlêdanê de binavkirina pandemiyê re sînordarkirina mafên wan ên heyî zêde bûne. Ev pêkanîn di van demên dawî de zêdetir bûne û pêkanînên ku li hemû girtîgehên Tirkiyeyê tên jiyîn roj bi roj zêdetir dibin.”
"Nûçeyên mirinê encama bûyerên tên jiyîn in”
Seda Zengîn bi gotinên "polîtîkayek ku wekî divê girtiyên siyasî heta dawiya jiyana xwe di girtîgehê de bimînin tê meşandin" bal kişand ku girtî di her warî de bi zehmetiyan re rû bi rû ne, diyar kir ku ji ber vê polîtîkayê girtî di warê pêşketina xwe de ji xebat û çalakiyên civakî jî tên dûrxistin. Seda Zengîn destnîşan kir ku nûçeyên dawî yên mirinê ji girtîgehan tên îsbata vê rewşê ne, diyar kir ku dewlet bi van pêkanînan peyama “Em dikarin bi kêfî bi tenduristî û hebûna we bilîzin” dide girtiyan. 
“Mirina girtiyan di wijdanê civakê de birînên kûr vedike”
Seda Zengîn destnîşan kir ku ev polîtîka hem gelekî xeternak e hem jî li dijî mafên mirovan e û wiha got: “Rêveberiya ne zelal a rewşa metirsiya jiyanê ya di qanûnên der barê girtiyên nexweş de, kêfiyetê dide rêveberî û dezgehên dadweriyê. Ger girtiyên nexweş heta xala dawî neyên berdan an jî li mirina wan bê temaşekirin, ev cureyek dîlîtiyê ye. Yên hinekan zarokên wan, hinekan dayikên wan, bavê wan, xwîşk û bira, hevjîn û xizmên wan bi kiryarên wiha hovane re rû bi rû dimînin an dema li ber mirinê ne tên berdan an jî weke pêvajoya dawî piştî mirinê cenazeyê wan ji girtîgehê derdixin. Ji ber ku tu telafiya wê tune ye, ev rewşa ku mirov bibe sedema êş û azarên bi vî rengî û bi awayekî eşkere pêşî li vê mirinê neyê girtin, rewşek nayê qebûlkirin e. Ev êş bi taybetî di dilê malbatan de her wiha di nava wijdanê hemû civakê de birînan vedike.”
“Girtiyan mehkûmê mirinê dikin” 
Seda Zengîn diyar kir ku her çend di qanûnê de qanûnek li ser berdana girtiyên nexweş heye jî girtiyên nexweş bi raporên nakok ên di navbera ATK (Saziya Tiba Edlî), dozger û nexweşxaneyan de mehkûmê mirinê tên kirin.
Seda Zengîn îfadeyên ku di qanûnê de der barê girtiyên nexweş de cih digrin wiha vegot:
"Li gorî xala 16'an a Qanûna Înfaza Ceza, hat diyarkirin ku ‘înfazên kesên biryar dane nexweşiya mehkûman xetereya jiyana wî/wê heye, ji aliyê Wezareta Edaletê ve û ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve hatiye pejirandin û li gorî rapora ku lijneyên tenduristiyê yên nexweşxaneyên tam ên ku ji aliyê Saziya Tiba Edlî ve biryar hatiye girtin’ dikare bê taloqkirin. Xalên ku destûrê didin taloqkirina cezayê girtîgehê yê ji ber nexweşiyê li girtiyên nexweş tê dayîn, di xala 16'an a qanûna bi hejmara 5275'an de cih digire. Ji bo taloqkirina înfaza girtiyan divê ewil nexweş serî li dozgeriyê bide û sewqî nexweşxaneyê bê kirin û piştî rapora ATK’ê divê nirxandina ku Serdozgeriya Komarê ya eleqedar binirxîne ku ‘ew ê ji bo ewlehiya gel xeterî ava neke’ pêwîst dike. Lê belê Saziya Tiba Edlî ya ku bi qanûnê hatiye avakirin, ji ber ku xebatkarên wê ji aliyê Wezareta Edaletê ve tên tayînkirin, gelek caran bi raporên ku ji hikûmeta siyasî serbixwe nedane re, tê rojevê. ATK'a ku ji bo bi dehan girtiyên ku nexweşiya wan bi raporên doktor û nexweşxaneyê hatin diyarkirin rapora tehliyeyê neda, bi hin raporên ku daye jî mijara nîqaşê ye.”
“Bila Wezareta Edaletê erka xwe pêk bîne” 
Seda Zengîn ji bo Wezareta Edaletê ya ji binpêkirinên mafan û mirinê berpirsyar e, banga bicihanîna erka xwe kir, diyar kir ku nayê qebûlkirin pêvajo di nava bêdengiyê de bê meşandin. Seda Zengîn wiha got; “Wezareta Edaletê ew sazî ye ku bi erka parastina jiyana girtiyan û mafên wan ên gihandina xizmetên tenduristiyê berpirsyar e. Bêdengiya di vê mijarê de bi rastî polîtîkayek e divê weke polîtîkaya rêveberiya girtîgehê bê nirxandin. Mixabin di pêvajoya dawî de piştî mirina girtiyên nexweş tu daxuyanî der barê vê mijarê de nehat dayîn, di polîtîka û pratîkê de guhertin ne mijara gotinê ye.”