Bertek nîşanî cezayên li polîsan ên di doza îşkenceya li Licê hat dayîn

Di pîrozbahiya Newrozê ya Licê de 5 polîsên ku di nav wan de midûrê polîsan jî heye, di pîrozbahiya Newrozê ya Licê de îşkence li zarokê 14 salî kirin, ji her yekî re 8 sal ceza hat birîn. Baroya Amedê bertek nîşanî biryarê da.

Navenda Nûçeyan-Li navçeya Licê ya Amedê piştî pîrozbahiya Newrozê di 21’ê Adara 2023’yan de polîsan zarokê 14 salî Y.D. revandibû û îşkence lê kiribûn. Li amirê polîsan Aykut Oral û polîsên bi navê Îsamîl Akkuş, Emre Ozcan, Gokhan Bay û Hayrettîn Çakmak ji doza der barê wan de hatiye vekirin dihatin darizandin, ceza hat birîn. Her pênc polîs jî ne girtî ne û ji “gefxwarina azadiyê” doz li wan hatiye vekirin . Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Licê hat lidarxistin. 

 Malbata Y.D., Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, parêzerê malbatê Mehdî Ozdemîr beşdarî danişînê bûn. Polîsên bersûc beşdarî danişînê nebûn. 

Di danişîna derbasbûyî de dozger mutala xwe pêşkêş kiribû û xwestibû ji sûcên “kes ji azadiya wî bêpar hiştine” û “zirar dane mal” bersûc bi 14 sal û 6 mehan bên cezakirin. 

Parêzer li dijî mutalayê axivî û daxwaziya dema zêde kir. Dadgehê xwest kontrola edlî ya der barê polîsan de berdewam bike û daxwaza dema zêde ya parêzer qebûl kir û danişînê taloqî 5’ê Hezîranê kir. 

Şandeya dadgehê jî ji sûcê “kes ji azadiya wî bêpar hiştine” li her bersûcekî 8 sal cezayê hepsê birî. Şandeyê her wiha ji sûcê “zirar dane mal” jî li her bersûcekî 4 hezar û 500 lîre cezayê

Baroyê bertek nîşan da

Baroya Amedê jî li ser hesabê xwe yê X’ê (twitter) der barê dozê de agahî parve kir û wiha got: “Ji roja ewil ve me digot, polîsan sûcê eşkere kiriye û divê ji sûcê îşkenceyê bên cezakirin. Em ê wek Baroya Amedê bibin şopdarê dozê.”