Belûcistan: Ji neteweyek dorpêçkirî ber bi kolonyalîzma bêdeng ve
Jinên Belûc ne tenê di bin zilm û zordariya duqatî de dijîn, di heman demê de di qadeke pirqatî ya zilmê de ne ku tê de zayend, netewe, xizanî, nebûna belgeyên fermî, ziman, erdnîgarî û mezheb bi hev re têkildar in.
ŞÎLAN SEQIZÎ
Navenda Nûçeyan – Rewşa li Belûcistana Îranê bi peyveke sade wekî ‘pêşveçûna kêm’ nayê şîrovekirin. Tiştê ku di daneyên fermî, raporên mafên mirovan ên serbixwe, vegotinên Belûc ên herêmî û analîzên akademîk de dubare dibin, ji paşketina tesadufî bêhtir e. Ew rêzeke domdar a bêpariyê ye ku di heman demê de xizaniyê çêdike, nasnameyê dişkîne, bedenê dixe xeterê û welatiyên Belûc di nava bêmafiyê de dihêle.
‘Krîz ne tenê aborî ye’
Ajansa Penaberan a Yekîtiya Ewropayê diyar kir ku ji Îlona sala 2024’an û pê ve, nêzî ji sedî 30 nifûsa Îranê di bin xeta hejariyê de bû; li Sîstan-Belûcistanê bi xwe, Koma Krîza Navneteweyî behsa nêzî ji sedî 30 malbatan dike ku di sala 2025’an de “bêpariyeke zêde” dijîn, ev rêjeya herî bilind a welat e. Ev heman çavkanî nîşan didin ku ev krîz ne tenê aborî ye, ew bi hişkesaliyê, kêmbûna avê, bêewlehiya xwarinê, cudakariya avahîsaziyê û tepeserkirina siyasî ve jî girêdayî ye.
‘Rêjeya bêkariyê derketiya asta herî jor’
Li gorî raporeke fermî ku di medyaya serbixwe ya Farisî de ji nû ve hatiye weşandin, diyar kir ku rêjeya bêparbûna xanî li Sîstan û Belûcistanê di sala 2022-2023’an de nêzî ji sedî 58 bû “bêparbûna giran a xanî” jî ji sedî 8.31’ê malbatan, an jî nêzî 249 hezar malbat dihewîne. Ji aliyekî din ve, daneyên fermî yên ji sala 2024’an ku di raporên serbixwe de tên nîşandan, destnîşan kirin ku lêçûna navînî ya salane ya malbatên gundewarî li Sîstan û Belûcistanê tenê 77 milyon tûmen bû û dahata wan a navînî 92 milyon tumen bû. Parêzgeh di her du daneyan de jî di rêza herî kêm de bû. Krîz ne tenê di debara rojane de ye, li gorî raporeke ku ji hêla “Koma Krîza Navneteweyî” ve hatiye parvekirin diyar kir ku rêjeya bêkariyê li Sîstan û Belûcistanê di salên 2023-2024’an de gihîştiye ji sedî 12.4 ku rêjeya herî bilind di nava parêzgehên Îranê de ye. Ev nîşaneyên “marjînalîzasyonê” ne bi wateya hişk a peyvê ango erdnîgariyeke ku lêçûna ji nû ve hilberandina jiyanê ji kapasîteya aborî ya niştecihan derbas dibe ye.
‘Perwerde qadeke jiyanî ye lê zarok jê mehrûm tên hiştin e’
Lê pirsgirêk ne tenê xizaniya darayî ye. Di warê perwerde yê de jî pirsgirêk hene, Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan ragihand ku di sala 2024’an de, zêdetirî du milyon zarok li Îranê ji dibistanê û mafê xwendinê bêpar man, Sîstan û Belûcistan, Gulistan û Xorasan Rezewî rêjeyên herî bilind ên devjêberdanê hene. Li Sîstan û Belûcistanê bi xwe, ji sedî 47.6’ê xwendekaran dîplomeya lîseyê nagirin. Koma Mafên Mirovan a Belûc jî di Cotmeha sala 2024’an de nivîsand ku li parêzgehê nêzî 40 hezar zarok wekî bê dibistan hatine nasîn û ev hejmar jî zarokên bê nasname jî nagire nava xwe.
‘Li şûna ku perwerde bibe qada fêrkirinê dibe amûra asîmîlasyonê’
“Peace mark” sedemên devjêberdana dibistanê wekî zincîrek ji neheqiyên madî û îdarî dihesibîne: mamosteyên ne-xwemalî, dûrbûna ji dibistanê heta cihê rûniştinê, neewlehiya riyan, nebûna veguhestinê, “duzîmanîbûna” xwendekaran, nebûna belgeyên nasnameyê û rastiya ku dibistanên xirab û nebaş li parêzgehê bûne norm, destnîşan kir. Koma Mafên Mirovan a Belûcan jî diyar kir ku zarokên Belûc li dibistanê ji ber axaftina bi zimanê xwe yê zikmakî têne cezakirin ango perwerde, li şûna ku telafîkirina newekheviyê bike, bi xwe dibe amûreke asîmîlasyon û dîsîplînê.
‘Ji xizaniya perwerdeyî ber bi tundiya zimanî ve’
Li vir divê em ji “xizaniya perwerdeyî” ber bi “tundiya zimanî” ve diçin. “Koma Mafên Mirovan a Belûc” di rapora xwe ya “Bêdengkirina Gav bi Gav a Zimanekî” de nîşan dide ku di pola yekem de, zarokên Belûc, li şûna perwerdeyê biceribînin, bi qedexekirina rasterast a zimanê xwe yê dayikê re rû bi rû dimînin û ev yek hêdî hêdî dibe sedema rûreşkirina çandî û windakirina nasnameyê. Ev ne tenê xeletiyeke perwerdeyî ye. Ev ew e ku hikûmeta navendî ziman vediguherîne sînorê hemwelatîbûnê. Dema ku zimanê dayîkê li dibistanê tê cezakirin, siyaseta perwerdeyê dibe siyaseta bêhêzkirinê. Ji hêla teorîkî ve, ev nîşaneya wê yekê ye ku têgeha “kolonyalîzma navxweyî” nîşan dide ango serdestiya ku ne ji derve lê ji hundirê dewleta neteweyî li ser derdorê tê ferzkirin.
‘Di civakên piştî-kolonyalîzmê de jî hiyerarşiyeke kolonyalîzma navxweyî çêdibe’
Lêkolîna klasîk a Hûsyîn Bar a li ser “neteweperestiya Belûc” vê tevgerê ji goşeya siyasî, aborî û çandî ya xweseriyê dibîne û xebatên dûre jî bi awayekî eşkeretir û zelaltir “kolonyalîzma navxweyî” bikar anîne da ku têkiliya di navbera navend û Belûcistanê de rave bikin. Dr. Kamran Metin, di nîqaşa xwe ya li ser “navber-kolonyalîzmê” de, rave dike ku divê ev şêweyên serdestiyê ji dubendiya klasîk a kolonyalîzma Rojavayî/ne-Rojavayî wêdetir werin xwendin, ji ber ku di nava civakên piştî-kolonyalîzmê de jî hiyerarşiyeke kolonyalîzma navxweyî çêdibe.
‘Qada tenduristiyê’
Di asta tenduristiya giştî de, rewş ji xizanî û perwerdeyê jî xeternaktir e. Fona Hevbendiya Welatan dibêje ku herêmên xizan ên Îranê, di nav de Sîstan û Belûcistan, bi kêmbûnek giran a pisporan re rû bi rû ne û xerca serdanê ya kêm, digel enflasyon û lêçûna jiyanê, bûne sedem ku bijîşk ji herêmê birevin.
Daxwaznameyê daxwaza lêpirsîneke serbixwe li ser mirina jinên ducanî, pitikên nûbûyî û nexweşên Belûc li nexweşxaneyên parêzgehê kiriye, bi eşkereyî “îhmalkariya sîstematîk a bijîşkî” û “cudakariya nijadî û etnîkî” di dabînkirina xizmetên tenduristiyê de destnîşan kiriye. Her wiha Koma Mafên Mirovan a Belûc ragihand ku di sala 2024’an de, herî kêm 42 zarokên Belûc, ji pitikên nûbûyî heta 17 salî, ji ber îhmalkariya bijîşkî, nebûna pisporan, gazê, gulebarankirinê, agir, xeniqandinê û sedemên din mirine. Lêkolîneke akademîk a li ser mirina dayîkan li Îranê jî ferqeke berbiçav di navbera Tehran, Sîstan û Belûcistanê de nîşan dide, ev tê vê wateyê ku di heyameke lêkolînê de, rêjeya mirina dayîkan li Sîstan û Belûcistanê wekî 384 ji her 100 hezarzayînên zindî hatiye ragihandin lê li Tehranê ew 15.8 bû. Ev valahî ne tenê “belavbûna erdnîgarî ya xizmetan” e, kombûna cudakariyê, nebûna binesaziyê û normalîzekirina zirarê ye.
‘Krîza avê mîmariya aloziyan temam dike’
Krîza avê vê mîmariyê temam dike. Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî di Hezîrana sala 2025’an de nivîsand ku projeyek ji bo dabînkirina gihîştina domdar a ava vexwarinê ya ewle û baştirkirina hilberîna ava çandiniyê tenê li pênc gundên herêma Çabaharê tê bicîhanîn, bi budçeyek ji 2.6 milyon dolarî zêdetir. Proje ji bo 50 hezar kesan hatiye sêwirandin û amûrên bêşorkirin, depoyên depokirinê û dezenfektekirinê dihewîne. Rastiya ku bernameyek navneteweyî ya nisbeten biçûk divê were seferber kirin da ku ava vexwarinê ji çend gundan re peyda bike, bi xwe delîla valahiya kûr di xizmetên giştî de ye.
‘Av li Belûcistanê bûye kelûpelek awarte’
Ji aliyekî din ve, raporên medyaya herêmî ya Belûc bi berdewamî gundên ku di nava germahiya dijwar de, hê jî av lê tune ne yan jî projeyên wan ên dabînkirina avê hatine rawestandin, vegotine. Ango av ku divê binesaziya herî eşkere ji bo hemwelatîbûnê be, li vir bûye kelûpelek awarte. Di asteke analîtîk de, ev tiştê ku dikare wekî “tundiya jîngehê ya navendî ya dewletê” were binavkirin e: îhtîmala zuwabûnê ye, ne tenê kontrolkirina axê.
‘Pirsgirêka jinên Belûc krîzeke duqat û hevgirtî ye’
Di heman rêzê de, pirsgirêka jinên Belûc krîzeke duqat û hevgirtî ye. Rêxistina Neteweyên û Gelên Bê temsîl diyar kir ku jinên ji kêmneteweyên neteweyî, zimanî, çandî û olî li Îranê ne, di heman demê de bi duqatiya cudakariyê re rû bi rû dimînin. Cudakariya zayendî û cudakariya neteweyî/zimanî. Rêxistin dibêje ku li deverên derdorê, jin ji jinên li navendê bêhtir rastî binçavkirina kêfî, hovîtiya polîsan û sînordarkirinên li ser azadiya ramanê tên. Raporên çalakvanên Belûc bi xwe jî diyar dikin ku jinên Belûc ji ber zewacên neqeydkirî, nebûna nasnameyê ji bo xwe yan zarokên xwe, nexwendinê, nebûna xizmetên tenduristiya giştî û zextên çandî di qefeseke travmayên kombûyî de asê mane. Peace mark rave kir ku tirsa ji riyên ne ewle û nebûna veguhestinê, nemaze ji bo keçan, rasterast dibe sedema devjêberdana dibistanê û tecrîda civakî. Navenda Belgekirina Mafên Mirovan a Îranê jî raporek taybetî ya Neteweyên Yekbûyî vedibêje û destnîşan dike ku bi hezaran zewacên keçên bi temên biçûk ji deh heta 14 salî hê jî li Îranê hatine qeydkirin û ev yek bandorê li perwerde, ewlehî û tenduristiya wan dike. Li Belûcistanê, ev cure tundî ji qanûnê derbas dibe û dibe tevna normal a jiyanê. Li vir, bi rastî dikare were gotin ku jinên Belûc ne di rewşeke “zexta duqat” de ne, di nava qadeke pirqatî ya zilmê de ne ku tê de zayend, netewe, xizanî, nexwendin, ziman, erdnîgarî û ol digihîjin hev. Rêxistina gelan û Gelên Bê temsîl bi eşkereyî dibêje ku jinên ji etnîsîteyên neteweyî li Îranê ne tenê wekî jin di heman demê de wekî endamên civatek neteweyî û zimanî ya marjînalîzekirî jî rastî zor û zilmê tên. Bi zimanê teorîk, ev “xaçeriya zilman” e; lê li Belûcistanê, ev têgeh ji asta teoriyê derbas dibe û rojane li dibistan, nexweşxane, nivîsgeha qeydkirina sivîl, riya gund û bazara kar tê bindestkirin. Ji ber vê yekê ye ku her nîqaşek li ser “rewşa Belûcistanê” jinên Belûc di navendê de nagire, di rastiyê de xalê ji dest daye ye.
‘Krîza li Belûcistanê ne tenê têkçûna pêşketinê ye ji ber rêveberiyê ye’
Heta niha, em bi xizanî, cudakarî û kêmbûna xizmetan re rû bi rû mane. Ji vir û pê ve divê em bikevin nava mentiqa siyasî ya hilberandina vê rewşê. Krîza Belûcistanê ne tenê têkçûna pêşketinê ye, celebek rêveberiyê ye bi riya dûrxistinê. Koma Krîza Navneteweyî dibêje ku Sîstan û Belûcistan bi “salan bi pêşketina kêm, dûrxistina civakî-siyasî, tepeserkirin û xirabûna jîngehê” re rû bi rû mane û projeyên wekî berfirehkirina Bendera Çabaharê ji ber cezayan, rêveberiya xelet û fikarên ewlehiyê neguheriye pêşketinek herêmî ya hevseng wekî ku soz dabû. Ev valahiya di navbera “nirxa jeostratejîk” û “xizaniya herêmî” de li seranserê parêzgehê xuya ye: cihê herêmekê ji bo hikûmetê çiqas girîng be, jiyana xelkê herêmî ew qas çêtir e; berovajî vê, carinan heman girîngiya jeostratejîk dibe hincetek ji bo kontrol û berhênana mezintir bêyî belavkirina herêmî.
Çabahar wekî riyeke alternatîf ber bi Pakistanê ve girîng e
Ji aliyekî ve, ev bender ji bo Îran û aktorên derveyî girêkek stratejîk e. Reutersê ragihand ku Hindistan û Îran ber bi peymanek 10 salî ve diçin da ku benderê di sala 2024’an de birêve bibin û Çabahar ji bo girêdana Hindistan, Efganistan û Asyaya Navîn wekî riyeke alternatîf ber bi Pakistanê ve girîng e. Ji aliyekî din ve, tewra di vegotinên pêşveçûnê yên herî baş de jî bender bêhtir wekî “deriyek erdnîgarî yê mezin” tê fêmkirin ne wekî motorek ji bo serfiraziya Belûcan. Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî hê jî projeyeke avê ji bo pênc gundên li dora Çabaharê di sala 2025’an de pêk tîne. Koma Krîza Navneteweyî dibêje ku projeyên benderê ji ber cezayan û rêveberiya xelet hêdî bûne. Bandorên siyasî eşkere ne, parêzgeh ji hêla hikûmetê ve ne wekî cihekî jiyanê wekî korîdor, sînorek û platformek transîtê tê dîtin. Feydeyên erdnîgarî ji navendê re tên veguhestin lê lêçûnên jîngehî, ewlehî û civakî herêmî dimînin. Ev tam mantiqa derxistina derdorî ye.
‘Kolberî ku riya debara jiyanê ye di nava dorpêçê de ye’
Di heman astê de, manîpulekirina aboriya ne fermî û sînor jî girîng e. Ajansa Yekîtiya Ewropî ya Penaberan (EUA) di analîza xwe ya li ser Îranê de nivîsand ku rêjeyên bilind ên bêkarî û hejariyê li herêmên sînor ku di nav wan de Sîstan û Belûcistan jî hene, gelek niştecihan ber bi veguhestina xeternak a sînorî, yan “barkirina sotemeniyê” ve birine. Ev ne tenê “karekî derewîn” e; awayeke jiyînê ye di aboriyek dorpêçkirî de.
‘Hikûmet hejariyê çêdike’
Dema ku avahiyên fermî yên kar tên girtin, sînor dibe bazara mirinê û hikûmet pir caran heman debara nebaş wekî “qaçaxçî” an “gefek ewlehiyê” sûcdar dike. Di encamê de, hikûmet pêşî hejariyê çêdike, dûre wê hejariyê sûcdar dike û bi tundiya polîsan bersivê dide. Ev çerx bi taybetî li Belûcistanê bi riya barkirina sotemeniyê, qaçaxçîtiya biçûk û aboriya ne fermî ya jiyînê xuya dike.
‘Tepeserkirin û darvekirin’
Di asta tepeserkirina tazî de, dane behsa rejîmeke mirinê dikin. Koma Mafên Mirovan a Belûcan ragihand ku di sala 2024’an de herî kêm 111 Belûc li zindanên Îranê hatine darvekirin û Kampanyaya Çalakvanên Belûc destnîşan kir ku nêzî ji sedî 80 Belûcên ku di sala 2024’an de hatine darvekirin bi tohmeta madeyên hişbir hatibûn darvekirin. Ji sedî 70 ji wan jî debara malbatê kirine. Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê jî diyar kir ku di sala 2024’an de li çar parêzgehên Îranê 145 kes hatine darvekirin. Kampanyaya Mafên Mirovan a Belûcan di sala 2023’an de destnîşan kir ku 601 rewşên windakirinên bi zorê û 525 kuştinê ragihand diyar kir ku vê meylê di sala 2024’an de jî berdewam kiriye, di nîvê yekem ê sala 2025’an de gihîştiye 814 windakirin û 365 kuştinan. Ev hejmar ne tenê li ser “ewlehiyê” ne; nîşan didin ku hikûmeta li Belûcistanê laşê Belûc wekî nifûsek ku dikare were jiholêrakirin an jî ders jê re were dayîn dibîne.
Li vir em dikarin behsa “Rewşa bêmirovîkirinê” bikin lê ne bi metaforeke sivik. Dema ku zarokekî Belûc ji perwerdeyê bêpar dimîne, jineke Belûc ji ber zewaceke bêqeyd û bê belge bêparastin dimîne, nexweşeke Belûc ji ber nebûna pisporan û cudakariya bijîşkî dimire û zilamekî Belûc ji ber xizaniya avahiyî ber bi birçîbûnê ve tê ajotin û dûre wekî sûcdar an qaçaxçiyek tê darvekirin, tiştê ku diqewime ji neheqiyê wêdetir e. Kêmkirina neteweyek bo berhevokek dosya, îstatîstîk, beden û gefan. Ev xala ku hiqûqa dewletê, qanûna ewlehiyê û aboriya derxistinê li hev dicivîne ye. Di çarçoveya teorîk a “kolonyalîzma navxweyî” de ku di lêkolînên Belûc de hatiye sepandin û di xebatên dawî yên li ser dekolonyalîzm û nav-kolonyalîzmê de hatiye berfirehkirin. Tê dîtin ku Belûcistan ne marjînaleke xwezayî ye çêkirî ye. Derdorek e ku divê qels bimîne da ku navend bikaribe wê wekî sînor, korîdor, rezervuarek keda erzan û mertalek ji bo ewlehiyê bikar bîne.
Ji ber vê yekê, formulasyona rastir ew e ku Komara Îslamî ne tenê li Belûcistanê “kêm performans” nîşan daye lê belê rejîmeke çêkirî ye ku tê de kêmasî bi xwe wekî rêveberî kar dike. Xizaniya kronîk, perwerdeya nebaş, paqijiya xirab, ava ne paqij, zimanê tepeserkirî, jinên ku bi dubare cudakarî li dijî wan hatiye kirin û mirina dadwerî ya debara malbatê hemû beşên makîneyek in. Ev makîne li pey tunekirina tevahî nîn e; hewl dide nifûsê di rewşek de bihêle ku ew ne bikaribe bi azadî hilberîne, ne jî bi hêsanî ji bindestiyê bireve. Ji ber vê yekê divê Belûcistan ne wekî “pirsgirêkek periferîk” wekî yek ji laboratuarên herî zelal ên rêveberiya cudakar li Îranê were xwendin ku aboriya siyasî ya navendê di rewşeke hiqûqî, ewlehîkirin û hiyerarşiyên neteweyî-zimanî de asê maye. Her analîzek cidî ya Îranê ya îro ku vê tebeqeyê nabîne hê jî negihîştiye navenda krîzê.